1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. 'Em dê li hemberî hişmendiya dewletê li Gemlîkê bin'
'Em dê li hemberî hişmendiya dewletê li Gemlîkê bin',em,dê,li,hemberî,hişmendiya,dewletê,li,gemlîkê,bin

'Em dê li hemberî hişmendiya dewletê li Gemlîkê bin'

A+ A-

AMED (DÎHA) - Endama Komeleya Hiqûqnasên Mezopotamyayê (MHD) Pinar Demîr diyar kir ku tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan tê meşandin bi destê hikûmetê veguhezî îşkenceyê. Hevserokê MHD'ê yê Amedê Serhat Karaşîn jî wiha got: "Ji bo em ji hişmendiya dewletê ya zagonan nas nake bêjin na dê di 27'ê tîrmehê de li Gemlîkê bin. Em di 27'ê tîrmehê de destûrê nadin pêkanînên keyfî yên AKP'ê û hikûmetê."

Komeleya Hiqûqnasên Mezopotamya (MHD) û Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHD) bi armanca protestokirina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan tê meşandin û astengkirina hevdîtina parêzeran a ji 27'ê tîrmeha 2011'an de heya niha pêk tê dê biçin navçeya Gemlîkê ya Bursayê. Çalakî dê di 27'ê tîrmehê de pêk bê û Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD), baroyên Amed û Bedlîsê û bi sedan parêzerên li bajarên Tirkiye û Kurdistanê li bendêne tevlî çalakiyê bibin. Endama MHD'ê Pinar Demîr diyar kir ku tecrîda li Girava Îmraliyê li ser Ocalan pêk tê di dîrokê de tu caran nehatiye bikaranîn û ev yek bi destê hikûmetê vegeriyaya îşkenceyê û wiha got: "Tecrîda li ser Birêz Ocalan pêk tê gelê kurd û hemû gelên alîgirên aştî û demokrasiyê bi bandor dike."

Demîr anî ziman ku dê di 27'ê tîrmehê de li navçeya Gemlîkê ya Bursayê ji bo ku bi Ocalan re hevdîtinê bikin dê bi daxwaznameyê serî li Serdozgeriya Komarê ya Gemlîkê bidin. Demîr da zanîn ku pişt re dê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. Demîr bilêv kir ku li Gemlîkê daxwaza wan a serek tecrîda li ser Ocalan bê rakirin û azadiya wî ya fîzîkî pêk bê be.

'Girtîgeha Îmraliyê girtîgehekî li dijî hiqûqê ye'

Hevserokê Şaxa MHD'ê yê Amedê Serhat Karaşîn jî diyar kir ku anîna Ocalan a Tirkiyeyê çiqas dijhiqûqî be Girtîgeha Îmraliyê jî ewqas li dijî hiqûqê ye û weke hiqûqnas vê yêkê qebûl nakirin. Karaşîn anî ziman ku weke hiqûqnas dê di 27'ê tîrmehê de li Gemlîkê bin û ÇHD û baroyên Amed û Bedlîsê jî piştgiriyê bidin wan û gelek baroyên din ên Tirkiye û Kurdistanê jî dê piştgiriyê bidin wan.

'Ji bo ji hişmendiya dewletê ya zagonan nas nake re bêjin na em dê li Gemlîkê bin'

Karaşîn da zanîn ku xitimandina Tirkiyeyê û pêşiya aştiyê dê Ocalan vebike û ji ber vê yekê divê azadiya Ocalan a fîzîkî pêk bê û wiha got: "Em dê ji bo hilşmendiya dewletê ya zagonan nas nake re bêjin na em dê di 27'ê tîrmehê li Gemlîkê bin. Em pêkanînên AKP'ê û hikûmetê yên keyfî teqez qebûl nakin."

'Em li bendêne ku hemû hiqûqnas bên Gemlîkê'

Karaşîn bilêv kir ku ji bo li Gemlîkê dengekî mezin derbixin dê ji Amed, Îzmîr, Enqer û Stenbolê tevlîbûnekî mezin pêk bê û divê hemû hiqûqnasên Tirkiye û Kurdistanê bên Gemlîkê.

(bd)