Em dê nedine jibîrkirin!.
Hunermend: Tiştên li Wanê pêk hatin em nadin jibîrkirin
ARÎF ASLAN Hunermendên tevlî konsera ji aliyê Organîzasyona Bîlet 1 a Wanê bûn peyama "Em hes ji Wanê dikin. Tiştên pêk hatin em ji bîrnakin û nadin jibîrkirin." dan.
Ji hunermendên tevlî konsera bi piştgiriya Şaredariya Wanê û Şaxa ÎHD'ê ya Wanê ya bi slogana "Teqez wêrekbûna xwe winda neke, bila di dilê te de roj her tim hebe, dê her tiş baş bibe" a ji aliyê Organîzasyona Bîlet 1 a Wanê ve hate lidarxistin bûn Îlkaya Akkaya, Aynur Dogan, Suavî, Servet Kocakaya, Zuleyha û Denîz Arcak têkildarî pirsgirêkên bajar re jî DÎHA'yê re axivîn. Hunermendan, bal kişand ser pirsgirêkên piştî erdhejê li Wanê pêk hatin û hêj nehatin çareser kirin. Hunermendan diyar kir ku armanca konsera wan ew e ku ji bo alikariya bajar bihestiyariyê pêk bînin bû. Hunermendan anî ziman ku ew her tim li cem gelê Wanê ne û li bajar tu sererastbûn tuneye. 12.04.2012 - 20:40:56
Zuleyha: Me dît ku welatiyan bi derfetên xwe birînên xwe derman kirin e
Hunermend Zuleyha, diyar kir ku li Wanê piştî erdhejê gelek êşên mezin hatin jiyîn û ji ber vê yekê di konserê de stranên lîstinê negotin. Zuleyha, anî ziman ku organîzasyon ji aliyê derdorên çepkir ve bi armanca alîkariyê bidin Wanê pêk hat û wiha got: "Li vir me dît ku hêj birîn nehatine dermankirin. Gel bi derfet û keda xwe birînên xwe dermankirin e. Piştî erdhejê ez hatim Wanê. Min xwest ez êrşên gel parve bikim. Ji ber ku ez her tim li cem gel im ez keyfxweş im." Hunermend Denîz Arcak jî diyar kir ku ji ber tevlî konsera Wanê bû gelek keyfxweşe. Arcak, anî ziman ku ligel erdhejê bi hezaran kes tevlî konserê bûn û ev yek birumet e.
Akkaya: Dê her tişt baş bibe
Hunermend Îlkay Akkaya jî diyar kir ku demek dirêje li Tirkiyeyê şer berdewam dike û şuna pirsgirêk bê çareserkirin dîsa vedigere serî. Akkaya, anî ziman ku piştî li Roboskiyê 34 welatî hatin qetilkirin û qedexeya Newrozê êdî sebra gel nemaye û wiha got: "Divê di demên wisa de em piştgiriyê bidin hev. Di rojên piştevaniyê de divê em dest bidin hev û wisa tevbigerin. Dê her tişt baştir bibe." Hunermend Aynur Dogan jî diyar kir ku piştî erdhejê li tevahiya Tirkiyeyên alîkariyên hatin kirin hemû bi nîjadperestî hatin kirin. Dogan, anî ziman ku ji bo Wan careke din veguhere dema xwe ya berê divê bername bên li dar xistin. Dogan, da zanîn ku ji bo bajar ya ji dest wan bê dê bikin.
Suavî: Em gelek hej ji Wanê dikin
Hunermend Suavî jî diyar kir ku piştî erdhejê hate Wanê û ji ber dîmenên dîtin gelek matmahî ma. Suavî, anî ziman ku afeta li bajar pêk hat di demek kin de çareser nabe û wiha got: "Heke li ser xeta fay be û ev yek bi zanistî hatibe qebûlkirin divê tedbîrên mayînde bên girtin. Bêyî bi xwezayê re şer bikin ji bo çareseriyeke mayînde xebat bên kirin û li hemberî afetan tedbîr bên girtin." Suavî, bal kişand ser girtiya TMOBB'ê ya li Tirkiyeyê û divê bi hikûmetê re plansaziyeke nû derbixin û wiha axivî: "Em di bin baranê de rojekê tenê hej ji we nakin. Em her roj hej ji we dikin." Hunermend Servet Kocakaya jî diyar kir ku di felaketên xwezayî yên Cîhanê de rûmeta tu gelî qasî ya gelê Wanê nehate şikandin. Kocakaya, anî ziman ku gelê Wanê ji koçberiyê re rû bi rû kirin. Kocakaya, da zanîn ku 2 armancên konsere wan hebûn û wiha got: "Hêzên derveyî Wanê bi tevger bikin û civakê bi hestiya bikin. Me xwest ku kêm jî be em mexdurên erdhejê keyfxweş bikin. Hêj pirsgirêk bi dawî nebûn e. Hêj pirsgirêk dê nû dest pê bikin. Divê mexdurên erdhejê yên koçber bûn vegerin ser axa xwe. Divê ji civaka lê dijîn a çand û zimanê xwe dûr nebin."
(bd)