"Em dê çareke din daxwaz hevdînê bikin"
Buldan: Em dê çareke din daxwaz hevdînê bikin
ALPER ATALAY / EMÎNE ALTINKAYA Wekîla Serokê Koma BDP'ê Pervîn Buldan, diyar kir ku berê bersiva hevdîtina wan a bi Wezîrê Dadê Sadullah Ergîn re erenî hate dayîn piştî di çapemeniyê de navroka hevdîtinê têkildarî rewşa Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re ye hate betalkirin û wiha got: "Em dê hefteya pêşiya me careke din ji bo randevuyê serlêdanê bikin. Divê agahiya raya giştî bi hevdîtinê hebe."
Wekila Seroka Koma BDP'ê Pervîn Buldan, diyar kir ku nêzî salekê ye li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan tecrîd û îzolasyoneke gelek dijwar tê meşandin û wiha got: "Ji ber vê tecrîdê Birêz Ocalan bi parêzer û malbata xwe re hevdîtinê pêk nayne. Polîtîkayên tecrîdê zirarê dide Tirkiyeyê. Ji be vê yekê divê tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Birêz Ocalan bi dawî bibe. Me xwest ku têkildarî tecrîd û tendurîstiyê bi Wezareta Dadê TTB'ê re hevdîtinê bikin." Buldan, anî ziman ku di çarçoveya plansaziyê de heyetek hate avakirin û di nav vê heyetê de parêzvanên mafên mirovan, parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û wekîlên BDP'ê cih digirin. Buldan, da zanîn ku duh wan ji Wezîrê Dadê Sadullah Ergîn û TTB'ê randevu xwestin.
'Piştî wezîr hînî navroka hevdîtinê bû hevdîtin pêk neyna'
Buldan, bilêv kir ku dema daxwaza randevuyê ji Wezîr Ergîn re hate şandin got di navbera Komisyona Edaletê de li Meclîsê dikarin hevdîtinê bikin ji wan re şand û wiha axivî: "Me di heman demê de heyeta xwe gazîkire Enqere. Me li vir rewş nirxand. Me got dibe ku îro hevdîtin pêk bê. Lê mixabin Wezîr Ergîn got ev hevdîtin pêk nayê ji ber ku me sedema hevdîtinê ji çapemeniyê re got. Di hevdîtinê de ji bo tecrîda li ser Birêz Ocalan bê rakirin heyetek demildest bê rakirin dê hatiba vegotin. Me ev yekê bi çapemeniyê re parve kir. Piştî Wezîrê Dadê ev yek bihîst got hevdîtin pêk nayê û dibe ku dîrokeke din pêk bê daxwaz wan taloq kir."
'Me xwest ku doktor biçin Îmraliyê'
Buldan, destnîşan kir ku pişt wan bi heyetê re li meclîsê civîna çapemeniyê li dar xistin çûn TTB'ê. Buldan, diyar kir ku tenê li hemberî polîtîkayên tecrîdê yên li ser Rêberê PKK'ê Ocalan na têkildarî rewşa wî ya tendurîstî de jî gelek gumanan dijîn û wiha axivî: "Bi tecrîdê re dibe ku rewaş Ocalan a tendursîtiyê jî gelek nebaş bibe. Ji bo heyeteke serbixe pêk bê û biçe Îmraliyê me xwest ku ji Wezîrê Dadê re bixwazin. Nêrînên wan jî erenî bûn."
'Êdî hevdîtinên me dê ji çapemeniyê re vekirî bin'
Buldan, anî ziman ku agahiya tu kesî bi rewaş Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan tuneye û ji ber vê yekê raya giştî bi guman e. Buldan, da zanîn ku berpirsiyarê vê yekê Wezîrê Dadê û hikûmeta AKP'ê ye. Buldan, da zanîn ku ji bo pêvajoya aştiyê bê tesîskirin divê polîtîkayên tecrîdê bi dawî bibin û wiha pê de çû: "Divê êdî destûra parêzerên Birêz Ocalan bê dayîn hevdîtinê pêk bînin. Ji ber ku operasyonên leşkerî û siyasî yên berdewam dikin sedema tecrîdê ya herî girîng e. Bi dawibûna tecrîdê dê rewş hinekê asayî bibe. Ji ber vê yekê divê vîna siyasî dest bi tevgerê bike. Bi taybet Wezareta Dadê di vê ji mijarê de tevkariyê bike. Em weke BDP dê hemû hewildanan bi raya giştî re parve bikin. Heke behsa pêvajoya muzakereyê bê kirin dawîbûna tecrîdê gelek girîng e. Êdî em dê hemû hevdîtinan bi vekîrî pêk bînin. Ji ber ku diltirsiyek û gumanek heye."
'Hêvîdar im dê randevuya me qebul bike'
Buldan, da zanîn ku hemû kesên dixwazin tevkariya bidin aştiyê divê kedê bikin û wiha axaftina xwe berdewam kir: "Em randevuya xwe ya bi Wezîrê Dadê Ergîn re nagirin. Em dê hefteya bê bi heman heyetê re dîsa daxwaza randevuyê bikin. Em dê hinceta xwe bi awayeke vekirî bînin ziman. Hêvî dikim ku dê vîna siyasî di vê mijarê de bihestiyar be û randevuya me qebûl bike." Buldan, destnîşan kir ku dema mijar dibe kurd û pirsgirêka kurd helwesta hikûmet û dewletê zelale û wiha axivî: "Li holê rastiyeke heye divê dewlet û hikûmet teqez vê yêkê bibînin. Ev pirsgirêk bi nedîtinê nayê çareserkirin. Divê algirên şer bên cem hev û pêvajoya çareserî û diyalogê bidin dest pê kirin. Divê operasyonên siyasî û leşkerî bên rawestandin. Divê di vê mijarê de rewşenbîr, nivîkar û hunermend dengê xwe bilind bikin."
(bd/mae)