'Em her malê bikin dibistana kurdî'
RÛKEN DEMÎR
AMED (DÎHA) - Mamosteyê dibistanên kurdî Omer Fîlîtoglu têkîldarî girtina dibistanên kurdî û astengkirina perwerdehiya zimanê dayikê diyar kir ku mafê perwerdehiya zimanê dayîkê li hemû qada navnateweyî de hatiye qebûlkirin, li dijî astengkirinan bila malbat her malekî bikin dibistanên kurdî û nirxandina "ger dibistan tunebe jî bila malbat li malên xwe dersa ziman bidin zarokên xwe" kir.
Li her çar perçeyên Kurdistanê ji bo perwerdehiya zimanê zikmakî têkoşînek mezin tê dayîn. Berî du salan heta niha li gelek bajar û navçeyên Bakûrê Kurdistanê ji bo perwerdehiya kurdî nezî 20 dibistanên seretayî hatibûn vekirin. Di sala 2014’an de li Amedê jî Dibistana Seretayî ya Ferzad Kemanger, dî sala 2015’an de jî Dibistana Seretayî ya Alî Erel û Dibistana Seretayî ya Medenî Yildirim hatin vekirin. Ji aliyê dewletê gelek dibistanên seretayî yên perwerdehiya kurdî bi zorê hatin girtin û deriyê wan hatin mohrkirin. Li Amedê Dibistana Seretayî ya Alî Erel û Medenî Yildirim ji aliyê dewletê ve çend caran hat girtin û mohrkirin. Girtina van dibistanan jî bêtehamuliya dewletê ya li hemberî kurd û zimanê wan dide radixe ber çavan. Ji van hemû dibistanan heta niha tene Dibistana Seretayî ya Ferzad Kemanger a li Amedê vekirî maye û li vir 238 xwendekar perwerdehiyê dibînin. Yek ji mamosteyên Dibistanên Azad a Amedê Omer Fîlîtoglu têkildarî dibistanên kurdî û perwerdehiya kurdî ji DÎHA’yê re axivî.
‘Em bê alternatîf nîn in’
Fîlîtoglu diyar kir ku vekirina dibistanên kurdî ji bo perwerdehiya zimanê dayikê pêngaveke nû nine û got bi çend dibistanên kurdî pêdiviyên civakê têr nake. Fîlîtoglu da zanîn ku di destpêka dibistanên kurdî de wek heremên pîlot li Gever, Cizîr û Amedê 3 dibistanê seretayî yên kurdî hatin vekirin û ji van dibistanan niha tenê Dibistana Ferzad Kemanger perwerdehiyê didomîne. Fîlîtoglu anî ziman ku dibistanên li Gever û Cizîrê ji ber êrîşên hêzên dewletê niha girtîne û wiha got: “Niha li Gever û Cizîrê perwerdehî nayê dayîn. Li Amedê jî Dibistana Alî Erel û Medenî Yildirim bi destê dewletê hat girtin. Perwerdehiya mafê zimanê dayikê mafek li hemû qada navntewî jî hatiye qebûlkirin. Lê Tirkiye vî mafî binpê dike. Me doza dibistanên xwe girtî biriye DMME’yê û doz didome. Lê her tim nêzîkatiya dewletê li hember zimanê kurdî û dibistanê kurdî neyînî ye. Her çiqas dibistanên me bigirin jî em jî bê alternatîn nîn in.”
‘Tax û malan bikin dibistan’
Fîlîtoglu destnîşan kir ku armanca wan ew e dibistanên kurdî li hemû Kurdistanê belav bikin û wiha axivî: “Mafê herî rewa yê gel ew e ku bi zarokê wan perwerdehiya zimanê kurdî bibînin. Ji bo pêşxistina dibistan û zimanê kurdî têkoşîna me didome. Daxwaza me mamosteyên dildar ên dibistanên kurdî ji gel ew e ku li her tax û malan tevlî perwerdehiya kurdî bibin. Bila malbat bên em her malekî bikin dibistanek kurdî. Eger dibistan tune bin jî bila malbatên me li malên xwe dersa zimanê kurdî bidin zarokên xwe.”
Banga dibistanê li malbatan hat kirin
Fîlîtoglu bilêv kir ku niha dibistana wan vekirî li Amedê Ferzad Kemanger maye û wiha pêde çû: “Nezîkatîya gel ji bo dibistanê pir baş e. Piştgiriya gel û daxwaza ji bo dibistanê hêj didome. Em bang li hemû gelê xwe dikin bila zarokên xwe bişînin dibistanên kurdî. Bila xwedî li dibistan û zimanê xwe derbikevin. Ev mafê perwerdehiya kurdî yê herî rewa ye. Li vir armanc tenê ne fêrbûna zimanê kurdî ye fêrbûna hemû dersan e. Dibistanên me bên girtin jî lê karê me xelas nabe em ê li her deverî perwerdehiya kurdî bidin.”
‘Em perwerdehiya civakî didin’
Fîlîtoglu di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Em ê li gel civaka xwe bi hevparî vê xebatê bidin meşandin û civakê perwerde bikin. Di şexsê zarokan de armanc pêşxistina civakê ye. Em li vir perwerdehiya demokratîk û ekolojik ya civakî jî didin zarokan. Perwerdehiya li vir tenê ne ji bo salek du salan e. Perwerdehiya em li vir didin demdirêj e. Xwendekarên me jî ji vê perwerdehiyê hez dikin û pir serkeftî ne. Ev gavên yekemin lê dê ji bo pêşerojê em ê dibistanên navîn û amadekariyê jî bifikirin.”
(ra/bg/sa)