‘Em hêza xwe fikrê Rêber Ocalan digirin’
SEÊKANIYÊ – Endamên Asayîşê yên di pêngava ˮFermandar Rûbarˮ de cihê xwe digirin diyar kirin ku wan hêza xwe ji firkê Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan girtine û destnîşan kirin ku ew amade di hemû cebheyan de şerê komên çete bikin û parastina herêmê bikin.
Hêzên Asayîşê jî cihê xwe di Pêngava Fermdar Fûbar a ji bo parastina herêmê hatibû destpêkirin cih ê xwe girtin. Endamên Asayîşê diyar kirin ku jî li kêleka hêzên YPG/YPJ’ê sekinînin û çete ji herêmê derxistin. Hin endamên Asayîşê derbarê pêngavê de ji ANHA’yê re axivîn. Endamên Asayîşê bang li hemû ciwanên kirin ku cihê xwe di nava qadên parastinê de bigirin.
Endamê Asayîşê Mezher Ismaîl diyar kir ku wan hêza xwe ji Fikr û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan girtiye û bi vê yekê karîbûn çeteyan di zûtirîn dem de têk bibin. Îsmaîl Bang li hemû ciwanan kir ku tevlî nava qadên parastinê bibin û di dûrxistina çeteyan a ji herêmê de cihê xwe bigirin.
Endamê Asayîşê Ebdulhenan Hesen El-Xelef da zanîn ku pêwîste hemû kes cihê xwe di parastina herêmê de bigirin û got: ˮParastina herêmê ji erka hemû pêkhatyên herênê ye. Pêwîste hemû ciwan cihê xwe di parastina herêmê de bigirin.ˮ
Endamê Asayîşê Nîdal Şahîn jî got ku di wan hêz û vîna xwe ji fikir û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan girtiye û ev tişt anî ziman: ˮVîna me ji çeteyan xurtire, em ji êrîşên bombarkirî yên çeteyan û hemû tang û topên wan bi hêztirin. Em ê hemû pêkhateyên herênê ji xeteriya çeteyan xilas bikin.ˮ
Endamê Asayîşê Enter Ibrehîm bang li hemû ciwanên Rojava kir ku cihê xwe di xebatên parastinê de bigirin û li dijî çeteyan şer bikin.
(dc)
ANHA