1. Hemû Nûçe

  2. Çand û Huner

  3. 'Em ji bo pêşxistina çanda defê hewl didin'
'Em ji bo pêşxistina çanda defê hewl didin',em,ji,bo,pêşxistina,çanda,defê,hewl,didin

'Em ji bo pêşxistina çanda defê hewl didin'

A+ A-

10:32 01.11.2013 1 / 4 AMED (DÎHA) - Fêrkara yek ji enstrumanên girîng a çanda kurd def (erbaneyê), Menîce Kuday got ku def yek ji enstrumanên kurdan a dest jê nabe.

Def (Erbane) ya di çanda kurdan de xwedî cihekî girîng e bi dengê xwe tesîreke cuda li ser mirovan çêdike. Fêrkara Erbaneyê ya Komeleya Çandê ya Dîcle Firat Menîce Kuday anî ziman ku erbane yek ji entrumanên girîng a çanda kurd e ku dest jê nabe. Kuday diyar kir ku erbane di dîrokê de bi gelek navan hatiye terîfkirin û wiha berdewam kir, "Erbane bi îbranî wek, 'tef', bi sûmerî wek 'dup', bi aramî wek 'doff, daff'; li herêmên Şirnex û Serhedê wek 'def', li Xerzan û Amedê wek jî wek erbane tê binavkirin." Kuday da xuyakirin ku dengê erbaneyê bandorê li ruhê mirovan dike û got, "Dengê erbaneyê yê xwezayê ye. Berî Zayînê (B.Z.) bi hezar salan erbane ji aliyê jinan ve tê çêkirin. Li Amedê ku pir tê bikaranîn li Rojhilata Navîn û Asyayê jî belav bû."

'Em ê timî vê çandê bidin jiyandin'

Kuday destnîşan kir ku abdalên li gundan jî eleqeyeke zêde nîşanî erbaneyê didin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Di roja me de di meş, teziye, mitîng û dawetan de jî tê bikaranîn. Bi taybet serîlêdanên zarokan ji bo kursên erbaneyê zêde bûne. Em ê çanda kurdan bi erbaneyê pêş bixin. Erbane di mirovan de hestekî cuda ava dike. Em ê timî vê çandê bidin jiyandin."

'Em ê koman ava dikin '

Kuday got ku li Komeleya Çanda Dîcle Firat ji zarokên 8 salî komê çêdikin û saleke din wê ew kom derkeve ser dikê. Kuday wiha dirêjî da axaftina xwe: "Di komeleya me de zarok bi 4 koman perwerdeyê dibînin. Koma yekemîn ji 9 kesan pêk tê û piştî 2 mehên din derkeve ser dikê, koma duyemîn ji jî ji 9 kesan pêk tê. Koma sêyemîn jî 4 meh in xebatên xwe berdewam dike."

(yş/mae)