'Em ji bo serokê xwe dimeşin'
RIHA (DÎHA) - Ji Rihayê bi sedan kes bi dirûşmeya "Ji Rêber Apo re azadî" dest bi meşê kirin û di riyê de Parlementerê HDP'ê yê Rihayê Îbrahîm Ayhan jî tevlî meşê bû û xwest ku guh bidin daxwaza gel a azadiya Ocalan.
Bi sedan welatî serê sibê ji Rihayê bi armanca pîrozkirina rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ber bi gundê Amarayê ves bi meşê kirin û meşvanan li Herêma Organîze Sanayiyê bêhna xwe dan. Welatiyên bi çepik û dirûşemeyan bi coş dimeşin. Di meşê de posterên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û alên YPJ'ê tên hilgirtin û dirûşmeyên "Bijî berxwedana Kobanê" dirûşme tê bezkirin. Ajokarên wesayîtan jî bi qorneyan piştgiriyê didin meşê. Welatiyan li cihê bêhna xwe dan xwarin xwarin û pişt re govend girtin.
'Ji bo Ocalan ji her nifşî welatî dimeşin'
Hevserokê Rêxistina DBP'ê yê Rihayê Îsmaîl Kaplan ê ku dimeşe wiha got: "Em ji bo serokatiyê meşa xwe didomînin. Eleqeya gel zêde ye. Ligel gelek kes tevlî bûn û me pêşengî da ciwanan di meşê de kesên 80 salî jî cih digirin û zarok jî digirtin. Ji 7 saliyê heya 70 saliyê welatî ji bo serokê xwe dimeşin." Kaplan anî ziman ku ji bo Ocalan du nifş bi hev re digerin û dê 4 rojan bimeşin û cihê yekemîn ê lê rawestin Alîgor e û pişt re dê bi ser Bêrecûkê re ber bi Amarayê ve meşa xwe bidomînin û bi dawî bikin.
'Ev meş dest pêk e'
Parlementerê HDP'ê yê Rihayê Îbrahîm Ayhan jî diyar kir ku gelê Rihayê bi coş xwedî li "Serokê xwe" derdikeve. Ayhan anî ziman ku hemû kes bi heman armancê derketin rê û wiha got: "Kesên dimeşin tenê tiştekî dixwazin. Daxwaza wan azadiya Serokatiyê ye. Em jî dê bi gelê xwe re bimeşin Amarayê. Ev meş tenê destpêkek e. Ji bo gelê kurd Birêz Ocalan gelek bi wate ye. Em dixwazin daxwazên gelê me bên dîtin."
Meş bi coşekî mezin berdewam dike û çalakvan dê îşev li bajaroka Alîgorê bin.
(bd)