1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. "Em ji gelê xwe lêborînê dixwazin!"
"Em ji gelê xwe lêborînê dixwazin!",em,ji,gelê,xwe,lêborînê,dixwazin

"Em ji gelê xwe lêborînê dixwazin!"

Cerdevanên çek berdan: Em ji gelê Kurdistanê lêborîna xwe dixwazin

A+ A-

Li herêma Şirnexê, piştî şerê li Bêşebabê ji ber ku leşkeran xwest bi zorê cerdevan biçin operasyonan di demê dawî de gelek cerdevanan çek berdan û lêborina xwe ji gel xwestin. Cerdevanên ku nexwest navê xwe bidin bang li hemû cerdevanên din kirin û xwest ji ser şaşiyê vegerin. Cerdevanan diyar kirin ku ew ji gelê Kurdistanê lêborîna xwe dixwazin.

Li navçeya Bêşebabê ji 2'ê Îlonê heta niha şer bênavber didome. Piştî ku di 2'ê Îlonêde endamên HPG'ê li dijî avahiyên polîs, cendirme û qeymeqamiyê êrîş pêk anîn, operasyon hatin destpêkirin û şer derket. Şerê ku li herêma Kato, Marunîs, laleşîn û Germavê dest pê kiribû berdewam dike. Leşkerên ku dixwazin biçin operasyonê nikarin dakevin qadê çiyayê û zêdetir li derdorê rêyan operasyonan pêk tînin. Li herêmê herî zêde balafirên şer û helîkopterên kobra çiya û newalan bombebaran dikin. Di şerê ku nêzî 23 rojin berdewam dike de bi dehan leşker, tîmên taybet û çawîşên pispor jiyana xwe ji dest dan. Gelek maşîneyên zirxî rastî teqînê hatin û perçe bûn. Di operasyonan de leşker ji cerdevanan dixwazin ku biçin operasyonê û tev li operasyonê bibin. Lê cerdevanên ku 30 salin di nava şer de dijîn û heta niha ji ber zexta leşkeriyê çekên dewletê rakirin û bûn cerdevan, êdî dixwazin dest ji cerdevaniyê û çekên dewlete berdin. Cerdevanê ku nexwest navê xwe bidne diyar kir ku dewletê bi salan e cerdevan û PKK anî hemberî hev û kurd bi kurdan dan kuştin. Cerdevan, anî ziman ku ji ber zexta dewletê û tirsa dewletê ketin nava vê şaşiyê û êdî dixwazin ji vê şaşiyê vegerin. Cerdevanê ku xwest şer raweste wiha axivî: "Divê êdî cerdevan tev dest ji çekan berdin û bira bira nekujin. Divê ev şer raweste. Em êdî dernakevin operasyonan. Em dê piştgiriyê bidin têkoşîna azadiyê."

'Divê hemû cerdevan îstîfa bikin'

Cerdevan, anî ziman ku heta niha li herêma Şirnexê gelek cerdevanan îstifa kir û dê ji niha û şûnde jî îstîfa zêde bibin. Cerdevan bang li hemû cerdevanan kir ku êdî dest ji çekan berdin û îstîfa bikin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Li vir şerekî pir qirêj tê meşandin. Divê êdî em ji vî şerî re bêjin rawestin. Divê em nebin lîstika vî şerî. Ji ber ku tu xêra vî şerî li kesekî nabe. Tenê xwîn, hêsirê çavan û êşê li pey xwe dihêle. Em bi zora dewletê bûn cerdevan, lê êdî em nabin çerdevan. Ji ber ku 30 salin me li hemberî gelê xwe çek rakir, em ji hemû gelê xwe yê Kurdistanê lêborînê dixwazin. 30 salin me bi artêşa tirk re li dijî tevgera azadiyê ya kurd şer dikir. Me digot em kurdin û me bi kurdan re şer dikir. Em ji gelê xwe lêborînê dixwazin."

(mae)