1. Hemû Nûçe

  2. Jiyan

  3. "Em koçeriyê nekin jiyana me nîvçe dimîne"
"Em koçeriyê nekin jiyana me nîvçe dimîne",em,koçeriyê,nekin,jiyana,me,nîvçe,dimîne

"Em koçeriyê nekin jiyana me nîvçe dimîne"

"Heke em koçeriyê nekin jiyana me nîvçe dimîne"

A+ A-

JIHAT AKÇA/CENGİZ OGLAGI Jinên ku li zozanê çiyayê Şirnex û Botonê sewalkariyê dikin, debara xwe û jiyana xwe bi herhemên pez ên wekî şîr, mast, penêr û qatixên din derbas dikin. Jinên koçer diyar kirin ku koçerî êdî bûye perçeyekî çand û jiyanawan û dest ji jiyana serbest û xwezayî bernadin û wiha got: "Heke em koçeriyê nekin em dê tamê ji jiyanê nekin."

Koçerên li Şirnexê dijîn bi helîna berfê re sewalên xwe derxistin zozanan. Gundiyên gundê Deşta Darêya Hezexê jî ketin ser riya zozanan. Gundî ji bo sewalên xwe biçêrînin 4-5 meh li zozanan dimînin. Barê jin li zozan û gundan hildigirin jî mala mirovan dikêşe. Jinên ku li hemberî zor û zehmetiyên jiyana koçeriyê têdikoşin, ji şîrê ku ji sewalan digirin, penîr û mast çêdikin. Jinên koçer van berheman li bajar û navçeyan difiroşin û debara mala xwe dikin. Fatma Kuşmata 50 salî ya li gundê Deşta Darê dijî û 150 bizinan xwedî dike diyar kir ku dema ew derdikevin zozanan ji sewalan hê zêdetir şîr peyda dibe.

'Qedexe şert û mercên me zehmet dikin'

Kuşmet anî ziman ku koçerî parçeyek ji jiyana wan e û got; "Ev demeke dirêj e em bi koçeriyê debara mala xwe dikin. Ji zarokatiya xwe heta niha em derdikevin zozanan. Em sewalên xwe dibin zozanên Feraşîn û herêma Serhedê. Li vê derê hin caran leşker zozanan li me qedexe dikin. Nahêlin em sewalên xwe biçêrînin. Me dixin nava zehmetiyên mezin. Gelek caran zozanên herî berhemdar li me tên qedexekirin. Tevî vana hemûyan jî em derdikevin zozanan. Ji ber ku derketina zozanan bû parçeyek ji jiyana koçeriyê. Heke em koçeriyê nekin em ê jiyana xwe kêm bihesibînin."

'Em dixebitin, difiroşin û dijîn'

Kuşmat destnîşan kir ku ev 40 sal in ew bi sewalkariyê dikin û wiha axivî: "Em rojane 15-20 kg penîr difiroşin. Şîrê ku em ji sewalênx we digirin, em dikin penîr û mast û difiroşin. Berhemên ku me amade kirine hefteyek şûn de em dibin Cizîrê û difiroşin dikanan. Bi pereyê ku em difiroşin re pêdiviyên xwe yên rojane pêk bînin. Yanî di bingeh de em lihev diguherin. Bi wan pereyan em pêdiviyên cil û bergên zarokên xwe û pêdiviyên xwe yên xwarinê pêk tînin."

Ji jinên Koçer Kumrî Balciya 45 salî jî diyar kir ku tevî berhemê ji sewalan bidest dixin giyayên wekî kereng, lorik û sîrikên ku ji zozanan berhev dikin li navçe û bajaran difiroşin. Balci got; "Li zozan û deştan sewalkarî kirin hêsan e. Lê zivistanan sewal xwedîkirin gelekî zehmet e. Barê herî giran jî li ser pişta me jinan e. Rasterast em bi sewalan re eleqeder dibin. Em didoşin, bi berhemên wan re mijûl dibin û difiroşin."

Penîrê ku difiroşin bi destê xwe çêdikin

Leyla Kuşmata 40 salî jî anî ziman ku bi salan e ew koçeriyê dike û jiyana koçeriyê wekî çandekê binav kir. Kuşmat destnîşan kir ku ew ji jiyana xwezayî hes dikin û ji bo wan şêwazeke jiyana jêneveger e. Kuşmat got; "Em li zozanan di nav şert û mercên xwezayî de dijîn. Bi temamî ji amûrên elektronîk dûr dijîn. Ez ji van deran hes dikim. Ji bo me ev jiyan gelekî watedar û girîng e. Li vê derê her tişt xwezayî ye."

Jinên koçer ji bo xwe kargeh vekirin

Dikandarê bi navê Haci Botan ku li sûka penîrfiroşan dikandariyê dike jî dikar kir ku ez berhemên difiroşe ji koçeran dikire û got; "Jinên koçer penîr, mast û şîrê ku tînin vê derê difiroşin me. Berhemên wan gelekî paqij in. Kirekên van berheman pir in. Em li vê derê alîkarî bi wan dikin û berhemên wan dikirin. Bi saya wan em jî kar dikin. Ev demeke dirêj e ez bi wan re dixebitim. Bi rastî jî ji wan gelekî keyfxweş im."

(ak/mea)