1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Em kuştina rojnamegerê Kurd Kadri Bağdu şermezar dikin!
Em kuştina rojnamegerê Kurd Kadri Bağdu şermezar dikin!,em,kuştina,rojnamegerê,kurd,kadri,bağdu,şermezar,dikin

Em kuştina rojnamegerê Kurd Kadri Bağdu şermezar dikin!

A+ A-

Ev demeke gelê Kurd bi bobelatên mezin re rû bi rû ne. Rêxistina terorîstî ya DAİŞ ê piştî li Şengalê komkujiyek bi ser gelê me yê Êzidî anî û paşre bi hemû heza xwe êrîşî ser Kobanê kir û bi sedan Kurd kuştin,bi deh hezaran derbider kirin û bûn sedema têkdana demografiya Kurdistanê. Wisa tê xuyakirin ku tenê ji bo Kurd nebin xwedî tu maf û statu ev rêxistina terorîstî hatiye ava kirin û alî û rêxistinên piştgiriyê didin DAİŞ ê jî bêtir dijberiya Kurdan dikin.

Ev meheke ku gelê Kurd bi qehremaniyeke mezin li Kobanê li ber xwe dide û Kurdên her çar perçeyên Kurdistanê jî li her derê cihanê rabûne ser piya û bi yek dengî xwedî li berxwedana Kobanê derketine û ev jî bû sedem ku dinya jî mecbûr bibe bête deng.

Li bakurê Kurdistanê jî, li hemû bajaran gelê Kurd qêriya, ji bo hewara Kobanê bang kir û wekî lehiyekê ber bi sînor ve herikî. Mixabin wekî hercar dijberên Kurdan bi hemû hêza xwe hewil dan rê liber Kurda bigrin ku di hewara Kobanê de neçin û bi rêxistineke mîna DAİŞ ê xwestin destkeftên Kurdan tune bikin û ji bo ku Kurd li ber wan çok deynin politikayên qirêj meşandin. Tiştên ku xwestin li başûr û li rojava bi destê DAİŞ ê bînin serê Kurdan li bakur jî bi destê hizbûl-kontrayên berê pêk bînin. Wisa tê xuyakirin ku destê desthilatdariya Tirkiyê dinava vê plana qirêj de heye ku di encama vê yekê de 45 kes jî li bakur hatin kuştin. Kuştina du polîsên li Çewlikê jî hin mînakên salê 1990 î tîne bîra me ku paşre eşkere bû dewleta Tirkiyê ‘ya veşarî’ bi xwe kiribû.

Herî dawî li Edenê kedkarê rojnameya Azadiya Welat hate qetilkirin. Ev yek me dixe nav hin gumanan ku dîsa li Bakurê welêt wekî salên 1990 î Kurdên welatparêz bi organizasyona dewletê û bi destê kontraya bêne kuştin. Eger di demeke pir nêz de kûjerên vê bûyerê neyên girtin û eşkerekirin wisa wê bê famkirin ku li pêşiya gelê me xetereyeke mezin heye.

Di vê hefteya borî de wekî PEN a Kurd me li Kirgizîstanê di kongreya PENa Navneteweyî de bala hemû PEN ên cihanê da ser rewşa Şengalê û Kobanê û me xwest ku li hember hovitiya DAİŞ ê û hevkarên wê bêdeng nemînin.

Em heman daxwazê îroj jî ji gelê Kurd û hemû mirovên bi xwedî helwest dikin ku li hember kuştina rojnameger Kadri Bağdu bêdeng nemînin. Mafê her kesî ye ku karibe kar û xebata xwe di nav şert û mercên azad de pêk bîne. Bi taybet jî di karê ragihandin û nivîsandinê de.

NAVENDA PEN a KURD