'Em li wargeha AFAD'ê li xwe heyirîn'
RIHA (DÎHA) - Welatiyên Kobanê yên ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ'ê neçarman cih û warê xwe terikirin û li konbajarên AFAD'ê dimînin ji ber konên AFAD'ê û helwesta dewletê bi gazinc in û dixwazin demildest ji konên AFAD'ê derkevin. Dewlet dixwaze ku welatiyan bibin wargeha AFAD'ê. Welatiyên li wargeha AFAD'ê dimînin anîn ziman ku naxwazin biçin wargeha dewletê û wiha gotin: "Em li wargeha AFAD'ê li xwe heyirîne. Eger em bimirin li welatê xwe bimirin. Rewşa em têde ne tu rewş e."
Nêzî 200 hezar welatiyên Kobanê di destpêka şerê Kobanê ji welatê xwe koçber bûn û nêzî 60 hezar kes li Pirsûsê bi cih bûne. Bi pêşengiya şaredariyên DBP'ê û welatiyan 6 konbajar hatine avakirin. Her wiha dewletê jî 2 konê AFAD'ê çêkirin û welatiyên Kobanê yên cih di konbajarên şaredariyên de nedîtinin jî nêzî 6 hezar kes li AFAD'ê cih bûn. Welatiyên ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ'ê neçar man cih û warê xwe biterikînin û hatin li konbajarên AFAD'ê dimînin ji ber konên AFAD'ê û helwesta dewletê bi gilî û gazincin û dixwazin ku demildest ji konên AFAD'ê derkevin. Dewlet dixwaze ku welatiyan bibin wargeha AFAD'ê. Rayedarên dewletê û leşkerê Konbajarê 6'emîn ê bi navê Şehîd Gelhad ji hêla şaredariya Pirsûsê tên avakirin jî her tim rastî êrîş tên. Welatiyên li kampa AFAD'ê ya li YÎBO'yê dîmînin der barê jiyana konên AFAD'ê û helwesta rayedaran de axivîn.
'Em li wargehên AFAD'ê li xwe heyîrîn'
Welatiya bi navê Medya Mûrad (21) a di kampa AFAD'ê dimîne diyar kir ku ji ber ku neçar maye ew û hevserê xwe û 2 zarokên xwe hatiye konên AFAD'ê. Medya destnîşan kir ku di wargeha AFAD'ê de li xwe heyirîne û zarokên wê her tim nexweş dikevin û her wiha bîjîşkên wan li wan nanerin. Medya da zanîn ku her roj elektrîka wan tê qutkirin û konên wan pir sar in. Medya anî ziman ku dixwaz e bi lez ji van konan derkevin û wiha got: "Ez û zarokên xwe dixwazim biçim welatê xwe. Tiştekî ji wan naxwazim. Hevserê min ker û lal e. Ez nizanim ez ê çibikim. Em li vê derê li xwe heyirîn. Helwesta dewletê ya li vê derê wek hişmendiya DAIŞ'ê ye. Zarokên me dikin ji sermê bimrin."
'Heke em bimirin em li welatê xwe bimirin'
Hevserê Medya, Mahmûd Îbo yê ker û lal bi jest û mîmîkan wiha got: "Ez dixwazim biçim Kobanê. Em nikarin li wargeh dewletê bimînin. Em neçar man hatin vir. Min gelek carî xwest biçim nav YPG'ê ji ber ku zimanê min tine bû, hevalan ez vegerandim. Ez dixwazim biçim Kobanê û çeteyên DAIŞ'ê hemûyan bikujim. Eger ez bimirin bila li welatê xwe bimirim. Ez gelekî ji hevalan hez dikim. Bijî YPG/YPJ'ê. Serkeftinê ji hevalan re dixwazim."
'Ji bo pêdiviyên zarokan em di karên demsalî de dixebitin'
Welatiya bi navê Semra Hemed (35) jî destnîşan kir ku ji ber ku AFAD pêdiviyên wan bicih nayîne di karê demsalî dixebite û wiha axivî: "Ev rewşa em têde ne tu rewş e. Ne cilan didin me, ne xwarina wan ti xwarin e. Dema baran tê av dikeve konê me. Ez her roj digirîm. Bavê zarokên min li xerîbiyê ye. Ji bo zarokên min birçî nemînin cilên dan zarokan jî min firot û xwarin kirî. Dewleta Tirkiyeyê dixwazin me bişînin kampa nû ava kirine. Em qet naxwazin biçin wê derê. Rojek berî rojekê em dixwazin ji vê derê xelas bibin. Bila gelê me tu kes neçe wargehên wan. Me dixapînin. Dibêjin em ê pereyana bidin we, lê bila zanibin ku em ne perê we ne jî konên we dixwazin. Em neçar man em hatin vê derê û em poşman bûn. Em carek din nakevin nava vê xeletiyan."
(kom/bd/wk)