1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. 'Em meşa we slav dikin'
'Em meşa we slav dikin',em,meşa,we,slav,dikin

'Em meşa we slav dikin'

Li Cizîrê şahiya 'Em meşa we slav dikin' pêk hat

A+ A-

Li navçeya Cizîrê beriya mîtînga "Em meşa we ya azadiyê slav dikin" şahiyek hate lidarxistin. Di şahiyê de Endamê Koordînasyona KCD'ê û Parlementerê BDP'ê yê Bêdlîsê Husamettin Zenderlioglu, bang li tevlêbûna mîtîngê kir û diyar kir ku ew bawer dikin ku Gelê Botanê dê di mîtînga li Cizîrê de agirê Azadiyê geş bike.

Li navçeya Cizîrê şevê din ji bo mîtînga "Em meşa we ya azadiyê slav dikin" ku îro pêk bê, şahiyek hate lidarxistin. Di şahiyê de Endamê Koordînasyona KCD'ê û Parlementerê BDP'ê yê Bêdlîsê Husamettin Zenderlioglu, Serokê Rêxistina BDP'a Şirnexê Bakî Katar, rêveberên BDP'ê û bi hezaran welatî amade bûn. Di şahiyê de stran hatin gotin û govend hate gerandin. Girsê bê navber diruşmeyên "Bijî Serok Apo", "Qatil Erdogan" û "Ocalan" berz kirin. Ciwanên ku ruyê xwe rûpoş kirin alên PKK û KCK'ê û posterên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan vekirin. Endamê Koordînasyona KCD'ê û Parlementerê BDP'ê yê Bêdlîsê Husamettin Zenderlioglu, bang li tevlêbûna mîtîngê kir û diyar kir ku ew bawer dikin ku Gelê Botanê dê di mîtînga li Cizîrê de agirê Azadiyê geş bike. Zenderlîoglu, anî ziman ku ew makeqanûna ku mafê gelê kurd qebûl neke û neparêze qebûl nakin."

Şahiyê heta derengê şevê bi govendê berdewam kir.

(mae)


Bêjeyên Miftehî