1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. 'Em ne li îşkencê li hevalên xwe yên grevê difikirin'
'Em ne li îşkencê li hevalên xwe yên grevê difikirin',em,ne,li,îşkencê,li,hevalên,xwe,yên,grevê,difikirin

'Em ne li îşkencê li hevalên xwe yên grevê difikirin'

A+ A-

ÎBRAHÎM ÇOŞKUN Dayika bi navê Şukriye Kizildag, diyar kir ku kurê wê Ramazan Kizildag ligel 11 hevalên wî dema sirgûnî Girtîgeha Tîpa T a Tekîrdagê kirin, ji ber ku lêgerîna tazî qebûl nekir, rasti lêdana gardiyanan hatiye. Dayika Kizilidag Şukriye Kizildag, ani ziman ku kurê wê gotiye ji bo wan lêdan û neheqî zêde ne xem e, lê greva birçîbûnê ya hevlên wî zêde wan difikirine û wiha got: "Kurê min got 'Ji bo me, berî her tiştî hevalên me yên bedena xwe dane ber mirinê ye.' û xwest her kes bi hestyar tev bigerin."

Di 18'ê Cotmehê de 12 girtî ji Girtîgeha Tîpa E ya Semsûrê sirgûnî Girtigeha tîpa T a Tekîrgahê hate kirin. Yek ji van girtîyan Ramazan Kizildag e. Kizildag, serpêhatiyên xwe ji dayika xwe Şukriye Kizildag re vegotin. Dayik Şukriye Kizildag, der barê pêkanînên li dijî girtiyên hatine sirgûnkirin de agahî da ajansa me DÎHA'yê. Dayik Kizildag, diyar kir ku dema kurê wê û 11 hevalên xwe hatin sirgûnkirin, gardiyanan xwestin wan di lêgerina tazî re derbas bikin û wiha got: "Ji ber ku kurê min û hevalên wî ev yek qebûl nekirin rastî lêdana gardiyanan hatin. 2 rojan di yek hucreyê de hatin hiştin. Kurê min dema ji hucreyê derxistin dîsa rastî lêdana gardiyanan hat."

'Ji bo me jiyan û daxwazên çalakgerên grevê muhîm e'

Dayik Kizildag, anî ziman ku kurê wê û hevalên wî gotine lêdan û neheqiyên li hemberî wan ne zêde girîng in û ya herî girîng jiyan û daxwaza hevalên wan e û wiha berdewam kir: "Kurê min xwest her kes li hemberî daxwazên girtiyan bi hestewar tev bigerin û got 'Gelek hevalên me yên di sînorê mirinê de hene. Tenê daxwaza me ji hemû mirovan heye ku li hevalên me yên ketine grevê û di sînorê mirinê dene piştgiriyê bidin wan. Ji bo me li vir lêdan û neheqî ne xem e. Ya herî xem jiyan û daxwaza hevalên me ye. Em dixazin her kes baldar e.' Xuya ye ku rewşa gelek girtiyan krîtîk e. Lê li hemberî vê yekê Serokwezir Erdogan dibêje 'Greva birçîbûnê tune' Ez weki dayikekê bang li Serokwezîr Erdogan dikim û dibêjim ev çawa wîjdan e. Ma gelo qet mirovahî li cem te nemaye. Xwînê rawestînin û rê li pêş mirinê bigirin."

(mae)