1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. "Em nikarin ji PKKê re bêjin çekan deyne"
"Em nikarin ji PKKê re bêjin çekan deyne",em,nikarin,ji,pkkê,re,bêjin,çekan,deyne

"Em nikarin ji PKKê re bêjin çekan deyne"

Parlementerê Iraqê Osman: Ger ku em xwedî çek bin em nikarin ji PKK'ê re bêjin çekê deyne

A+ A-

MURAT KOLCA/ÊFKAR XEBATKAR Parlamenterê kurd ye Meclîsa Iraqê Mahmûd Osman, der barê konferansa neteweyî û çekberdana PKK'ê de nerînê xwe anî ziman. Osman, anî ziman ku ger ew xwedî çek bin nikarin ji PKK'ê re bêjin çekan berde û encamê jî nagre. Osman, destnîşan kir ku PKK beşdarî konferansa neteweyî nebe konferas encamek rast nagire.

Parlamenterê Kurd Mahmûd Osman pirsên li ser amadekariyên konferansa neteweyî ku di rojên pêş de pêk bê û rewşa PKK'ê de nerînên xwe ji ajansa me DÎHA'yê anî ziman. Osman, anî ziman ku heta Tirkîye şer nede sekinandin ew nikarin qala çekdanîna PKK bikin û wiha got: "Konferansa Netewî gelek caran hatîye niqaşkirin. Di salên 1980'an de PKK'ê gelek caran hewl da û di encama wan hewldanan de me gelek konferansan ji bo yekitîya netewî lidarxist. Lê mixabin heta niha negihîşt encamek xûrt. Niha behsa Konferansa Netewî heyê ku 2'ê Îlona îsal de bê lidarxistin dikin. Ger ku em bixwazin bo berjêwendîya netewa kurd konferansek ava bikin, dibe hesabê kurd bikin û lijne û komîteyek fireh ava bikin ku kê beşdarê konferansê bibe kê nebe be dîyarkirin. Divê lijne li dewleta Tirkîye, Îran, Sûrîye û Iraqê bikin ku reya aştî û mafê kurdan vekin. Niha dibêjin biryara ku bila PKK çek dayne bigirin. Ev ne pêkan e. Çawa dibe ku dema Tirkîye şer bike em bejin dîyalog û aştî bikin? Tirkkiye dixwazin ji bo PKK çekan berdin biryar bê girtin. Yekîtiya kurdan naxwezin. Hertim di rojnamê û televîzyonên xwe de wiha dibejîn. Ev nêzîkatiyek şaş e û encame nagire.

'Tirkîye dixwazê kurdan bike 3 perçe û li dijî PKK biryar bê girtin'

Osman, destnîşan kir ku Tirkîye û Îran dixwazin kurdan bikin 3 perçe û kurdên li dijî PKK'ê ava bikin û wiha berdewam kir: "Lê bi raya min divê kurd li gorî xwe konferansa xwe bikin. Dûrê daxwazê wan dewletan bisekine û berjewendiya neteweyî esas bigire. Ger ku PKK beşdarî konferasê nebe, konfrans encamê nagire. Ji ber ku şêre heyî di navbera PKK û Tirkîye de ye. Divê Partîya Demokrat û Komêleya Îran, PJAK û hezên Surîye jî di nava konfransê de cih bigirin. Ji ber wê jî divê wisa be pek anîn ku hemû ev hez amadekirina konferansê û sitratejîya konferansê de fikre wê hebê." Osman, bang kurdan kir ku konferansa xwe bi bêşdarbûna hemû parçêyan bi serê xwe li dar bixin û wiha pêde çû: "Dava dewletên Rojhilata Navîn bikin ku bo çareserîya pirsgeraka kurd bikevin reya rast û bi giftûgo û aştî tevbigerin. Dîsa dewletên navnetewiyî jî bo mafê kurdan xwedî helwest bin.

'Şaşîtî li Enqereyê ye, ne li Qandilê ye'

Osman, helwesta Enqereyê jî rexne kir û da zanîn ku li gorî wî; "Ev pirsgerek ne şerê PKK'ê ye. Pirsgerek neqebûlkirina mafê kuran e. Hikûmet naxwaze mafê kurdan qebûl bikin. Şaşî li Enqereyê ye, ne li Qandîl, Iraq û Hewlêrê ye. Divê berî her tiştî Enqere makeqanûna xwe biguherîne û makeqanûna demokratîk ava bike. Divê Tirkiye siyaseta demokratik bimeşîne." Osman, anî ziman ku Tirkiye dixwaze kurdan perçe bike û hin bejên kurdan li dijî PKK'ê bide şerkirin û xwest kurd neyên vê lîstikê.

'Êdî şerê navxewşî xête me ye sor e'

Osman, destnişan kir ku divê êdî kurd yekîtî û tifaqa xwe kurd bikin û şerê navxeyî nekin. Osman da zanîn ku şerê navxweyî yê kurdan ji bo wan xeta sor e û teqez li dijî şerê navweşî derdievin.

KAMÊRA Û WÊNE: ÊFKAR XEBATKAR

(mk/mae)