"Em pêvajoyeke nû didin destpêkirin"
Karayilan: Em pêvajoyeke nû didin destpêkirin
Serokê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûrat Karayilan, diyar kir ku wana di civîna xwe ya rêveberiyê de der barê pêvajoyê de biryarên girîng dane û got ku ew ê di rojên pêş de bi raya giştî re parve bikin. Karayilan got; “Em ê di nava çend rojan de bi raya giştî re parve bikin. Dê pêvajoyeke nû bê destpêkirin. Ev pêvajo jî dê di meha sibatê de dest pê bike.”
Karayilan ji ANF’ê re axivî û diyar kir ku ew ê di rojên pêş de der barê rewşa tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de daxuyaniyên girîng bidin û got; “Beriya ku Rêbertiya me dernekeve hevdîtina di 19’ê çile de, me civînek a rêveberiyê li dar xist. Em ê di rojên pêş de agahî û daxuyaniyên girîng der barê vê civînê de bidin. Ji bo vê sala li pêşIya çarçoveyek a biryaran hatiye diyarkirin. Ji ber ku em ê piştre encamên wê bi raya giştî re parve bikin, ez niha li vir tiştek nabêjim. Lê ez vê bêjim ku; Dê li hemberî Komploya Navneteweyî û ji bo azadiya Rêber Apo dê pêvajoyeke nû bê destpêkirin. Ev dê di meha sibatê de dest pê bike. Yanî, nema êdî gelê Kurd dikare qebûl bike ku Rêber Apo bi vî awayî li Îmraliyê bê ragirtin.”
Karayilan got; “Gelê Kurd êdî dixwaze azad bibe, dixwaze bi awayeke azad bi rêbertiya xwe re bijî. Divê pêvajoyeke wiha were destpêkirn” û bal kişand ser rewşa girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê yên dest bi greva birçîbûnê ya bêdor û bêdem kirine û got; “Di vê demê de greva birçîbûnê ya bêdem-bêdor a ku li girtîgehan dane destpêkirin, berê jî hatibû destpêkirin. 15’ê sibatê nêzîk dibe, dê sekna berxwedêr a gelê Kurd li hemberî Komploya Navneteweyî xurt bibe û çalakî belav bibin, gelê me dê çalakiyên cûda yên protestoyî li dar bixe. Bi vî awayî dê ji bo azadiya Rêbertiya me pêngavek nû bê destpêkirin.”
RAPERÎNA SIVÎL
Karayılan got; “Di vê pêvajoyê de kî diakre çi bike, divê bi wî awayî beşdar bibe. Mesele, dikarin li welêt û derveyê welêt, li her derê ku lê ne çalakiyên xurt û cûda li dar bixin. Ev maf û wezîfeyek rewa ya gelê Kurd e. Mafê kurdan heye ku li hemberî vê benda dagirkeriyê ya li pêşiya wan asteng e, têbikoşe.” Karayilan got; “Belkî ne tevahiya gel, lê divê li her derê, ji rojiya demdirêj bigire, çalakiyên rengîn û cûda, yên demdirêj, yên raperîna sivîl û çalakiyên cûda yên civakî êdî li her derê bînin rojevê.”
Karayilan der barê greva birçîbûnê ya ku girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê di girtîgehên Tirkiye û Bakûrê Kurdistanê de dane destpêkirin û got; “Wateyeke pir mezin a van çalakiyan heye. Bawer im ev dê her kesê bigire nava xwe, dê ber bi qonaxeke ku hemû girtiyan digire nava xwe ve biçe.”
Karayilan bal kişand ser Endamê Kordînasyona TEV-DEM’ê yê ku li Rojavayê Kurdistanê jiyana xwe ji dest daye jî û got; “Şehadeta havalê Xebat Dêrik ê, li Rojavayê Kurdistanê di encama komployekê de jiyana xwe ji dest da, di van demên dawiyê de ji bo me wendahiyek mezin bû. Wendahiya Heval Xebat Dêrik, ne tenê ji bo Rojavayê Kurdistanê, ji bo hemû tekoşîna azadiya Kurdan wendahiyek mezin bû.”
Karayilan got; “Ez hevalê Xebat ji nêzîk ve baş nas dikim. Bi gotineke tenê, zilamê roja teng e. Di rojên teng de xwedîlêderketin, ji hevaltiyê baş dizanî û hemû berpirsyartiyên dikeve ser milê xwe bi serkeftî pêk dianî.”
BIRYARA EUTELSATÊ SKANDAL E
Karayilan biryara şîrketa Eutelsat a ku biryara Dadgeha Bajêr a Kopenhagê ya der barê Roj TV de kir hincet û weşana Roj TV weşand jî nirxand û got; “ Ez tenê dikarim bibêjim, ev biryareke skandal e.”
Karayilan bi bîr xist ku Dadgeha Bajêr a Kopenhagê biryara girtina Roj TV’yê nedaye û got; “Li vir jî aşkere ye ku ev ne hiqûq e, rûyê qirêj ê siyasetê heye. Şîrketa Eutelsat a Frensî dirust tevnagere û hiqûqê bin pê dike.” Karayilan got; “Beriya her tiştê, ev yeke xelet e ku yekser vê kanala TV’yê bi me ve girêdidin. Ji bo vê yekê tu dane û delîlên şênber tune ne. Ev biryar di encama zextên navneteweyî de hatiye dayîn.”
Karayilan destnîşan kir ku ev biryarane jî bêhûde ne û got, “Ji ber ku serdema me serdema enformasyonê ye, serdema telekomunîkasyonê ye. Dewleta Tirk nikare di vê serdemê de gelê Kurd bê deng bike. Nikarin bi van rêbazên ne hiqûqî Roj TV’yê bigirin. Êdî rêyên ku dengê gelê Kurd ji raya giştî re radigihînin hene. Tu hêz nikarin pêşiya vê yekê bigirin.”
TEQÎNA LI COLEMÊRGÊ BEŞEK JI KONSEPTA NÛ YE
Karayilan bal kişand li ser teqîna 19’ê mehê ya li Colêmêrgê û tê de ciwanêkî kurd jiyana xwe ji dest da ev tişt anî ziman: “Teqîna li navenda Colemerêgê, li hemberî gelê kurd û li hemberî tevgera me konsepteke nû ye û parçeyekî ji şerê dewletê ye. Di vê zivistanê de, di binê 2-3 metre berf de û li navenda Colemêrgê pêkhatina vê teqînê bi tu awayî mirov nikare bi HPG’ê ve bide girêdan. Aşkere ye ku ev êrişeke dewletê ya terorî ye. Konsepteke berdewama komkujiya Roboskê ye û di vê bingehê de hatiye plankirin. Ez bi taybetî ji malbata ciwanê me Zekî Yeşîl ê di teqînê de jiyana xwe ji dest daye re û hemî gelê Colemêrgê re sersaxiyê dixwazim û hurmeta xwe ji wan re pêşkeş dikim û ji kesên di teqînê de birîndar bûne re, şîfa dixwazim.”
Karayilan doza rojnamevanê ermenî Hrant Dînk a li Dozgeriya Cezayê Giran ya 14’emîn a Stenbolê jî hat dîtin û dewlet têk bir jî nirxand û ev tiş gotin: “Ya Dînk qetil kir dewlet bû, yê ser girt jî dîsa dewlet e. Dewlet AKP ye. Niha cûda diaxivin lê di demê de kesên kujer ji bo derbikevin holê tiştên pêwist kirin. Ev aşkere ye. Dewletê berê darizand û tehşîr kir; dure jî lêdan. Ji bo ku kujer derneyên holê çi ji destê wan hatin kirin.”
Karayilan bi lêv kir ku mirov aqûbete kesên berpirsyarê kuştina Hrant Dînk mêze bike, mirovê nêzîkatiya AKP’ê ya pirsgirêkê jî bi hêsanî bibîne. Midurê polîsan ê Stenbolê yê wê demê wekî walî hat tayînkirin û walî ji li Mêrdînê bi parlementeriyê xelatkirin. Yanî yek kirin walî û yek jî kirin parlementer û yên din jî kariyera wan bilind kirin. Ji bo ku rastî dernekevin holê, qeyd tevahî hatin windakirin. Ev hevî bê darizandin man û tu hesabek jî nehate pirsîn.”
Karayilan aşkere kir ku xwedîderketina kesên demokrat û alîgirên edaletê pir bi wate ye û ev tişt anî ziman: “Gelê kurd jî dê di vê hêlê de bi xwedî derketina Hrant Dînk dê têkoşîna xwe ya li hemberî bê edaletiyê mezin ke. Têkoşîna Tevgera Azadiyê û têkoşîna alîgirên demokrasiyê divê hê bêhtir li hemberî vê bê edaletiyê hê pêhtir bi pêş bikeve. Heke wiha nebe, dê dewleta tirk bi kuştinê, tirsandinê û qetiklkirinê hê bêhtir bi ser gele de were û mirovahiyeke tek tîp avake. Feraseta tek tîp ev e. yanî qetilkirina Dînk feraseta tek tîpî ye, faşîzm e. Kesê li hemberî faşîzmê, ji bo rastiya qetilkirina Hrant Dînk derê holê divê têkoşîneke bêhempa bide.”
ANF NEWS AGENCY