1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. 'Em qet destûr nadin li Nisêbînê dîwar bê lêkirin'
'Em qet destûr nadin li Nisêbînê dîwar bê lêkirin',em,qet,destûr,nadin,li,nisêbînê,dîwar,bê,lêkirin

'Em qet destûr nadin li Nisêbînê dîwar bê lêkirin'

A+ A-

09:04 16.10.2013 1 / 9 MÊRDÎN (DÎHA) - Li hember dîwarê bi îdîaya "astengkirina qeçaxçîtiyê" tê lêkirin û di nav gel de wek "dîwarê şermê" tê binavkirin hemwelatiyên Nisêbînê nerazîbûn nîşan dan. Yek ji niştecihên Nisêbînê Meyaser Tokay diyar kir ku wê qet destûr nedin lêkirina dîwar û bi bîr xist ku heta roja îro bi hezaran mirovan ji ber mayînan jiyana xwe ji dest dane û birîndar bûne. Li hemberî "dîwarê şermê" yê li navçeya Nisêbînê di navbera sînorê Tirkiye-Rojava de bi îdîaya "astengkirina qeçaxçîtiyê" tê lêkirin, nerazîbûn berdewam dikin. Ji aliyê rayedarên dewletê ve ku tê diyarkirin wê dîwar li hin deverên diyar bê çêkirin jî, di nav gel de tê gotin ku wê dîwar 7 hezar metre be. Gelê Nisêbînê jî li hemberî dîwar nerazîbûneke tund nîşan dide. Hemwelatiyê bi navê Hasan Duman da xuyakirin ku ew naxwazin di navbera kurdan de dîwar bê lêkirin. Duman got ku li gelek welatên cîhanê sînor êdî bêwate bûne, lê li Trkiyeyê tevî ku sînor hene jî hewl didin dîwaran lêbikin.

'Mayîn bûn sedem ku bi hezaran mirov jiyana xwe ji dest bidin'

Meyaser Tokay jî anî ziman ku bi girtina deriyê sînor re li Nisêbînê gelek malbat mexdûr bûn, bi hezaran mirov jî ji ber mayînên li ser sînor jiyana xwe ji dest dan û birîndar bûn. Tokay destnîşan kir ku lêkirina dîwar hêrseke zêde bi wan re çêkiriye û wiha dewam kir, "Mîna ku ew ne bes bin, li ser vê jî niha hewl didin dîwaran lêbikin. Tirkiye bi lêkirina dîwar gelo çi difikire? Em ê qet vê qebûl nekin. Jixwe li wir şerek heye. Tiştek bê serê xizmên me yên li aliyê din ên xetê, ji ber dîwar em ê tiştekî nebînin."

'Lêkirina dîwar wê qeçaxçîtiyê zêdetir bike'

Serokê Odeya Esnaf û Senatkaran a Nisêbînê Abdulganî Bîlge diyar kir ku bi pêvajoya çareseriyê re ligel ku hêvî bûn mayîn û têl bên rakirin, lê belê tu wateyê nadin lêkirina dîwar. Bîlge anî ziman ku wê qet destûr nedin lêkirina dîwar û axaftina xwe wiha dewam kir, "Her çi qasî bêjin ku ji bo ewlekariyê û astengkirina qeçaxçîtiyê jî ew dîwar tê lêkirin jî qeçaxçîtiyê bi vî awayî nikarin asteng bikin. Rêbazên bi vî rengî mirovan hîn zêdetir dewqî qeçaxçîtî û derbaskirina sînoran dikin. Em dixwazin demldest dest ji van rêbazan berdin."

(yş/mae)