"Em qet teslîm nabin"
Rêveberên Herêmî yên BDP'î: Em qet teslîm nabin
Encamnameya 2'emîn Konferansa Rêveberiyên Herêmî ya BDP'ê hate diyarkirin. Reveberên BDP'î di encamnameya konferansê de diyar kirin ku ji bo pergala modernîyeta kapîtalist bizîvirinin moderniteya demokratîk di nava hewldanan dene û wekî din şensa wan tune ye. Rêveberên BDP'ê da zanîn ku hikûmet û dewlet ji xebatên BDP'ê aciz dibe û wiha got: "Heta ku Birêz Ocalan azad nebe, em tu kes xwe azad nabînin. Em tu carî teslîm nabin."
2'yemîn Konferansa Rêveberiyên Herêmî ya bi şîara "Em bi hêza rêveberiyên herêmî xweseriya demokratîk bi serkeftinê pêk bînin" li navenda Çand û Ciwanan a Cegerxwîn bi dawî bû. Piştî konferans bi dawî bû encamnameya konferansê bi daxuyaniyê ji cemaweriyê re hate parvekirin. Reveberên Herêmî yên BDP'î encamnameya konferansê bi daxuyaniyek nivîskî bi cemaweriyê re parve kir. Di encamnameyê konferasa ku 360 delege beşdar bûn de hate diyarkirin ku jê 190 hilbijêr bi tevahî zêdeyî 8 hezar siyasetmedarên kurd hatine girtin û wiha hate gotin. "Em di pêvajoyek ku 190 hilbijêrên me girtî de konferansê pêk tînin. Em konferansê diyarî endamê Meclîsa Giştî ya Bajar ê Wanê yê BDP'î Yildirim Ayhan dikin. Em dê ji nûve xwe li gorî modela Xweseriya Demokratîk bi rêxistin bikin. Konferansê 3 rojan berdewam kir û li ser pêvajoya siyasî, xebatên şaredariyan niqaş hatin meşandin. Papadîgmaya demokrasî û azadiya gelan diyar dike ku jiyanek din û nû pêkan e."
Di daxuyaniyê de hate zanîn ku li gel polîtîkayên înkar û îmhayê li ser bingehê wekhevî, edalet û azadiyê dê têkoşîna xwe berdewam bikin. Di daxuyaniyê de hate zanîn ku dê li dijî polîtîkayan dewletparêz, kevneperest û kapîtalîst modernîteya demokratik pêş bixin. Dê rêveberî û xizmeta civakî dîsa di qada aborî, civakî û siyasî de li ser bingehê demokrasiyê pêş bixin.
‘Ekolojiya demokratîk û civaka zayenda azad'
Di berdewama encamnameyê de hate zanîn ku modernîteya Kapitalist de netew-dewlet pêş xistiye û vê yekê li şûna pirsgirêkan çareser bike pirsgirêk zêde kirine. Di encamnameyê de hate destnîşankirin ku modernîyeta kapîtalîst jiyan li ber ciwan, jin, zarok û hemû beşên civakê herimandiye û her tişt ji cihwerê xwe dûr xistiye û wiha hate gotin: "Ji bo ku her tişt dîsa li cehwerê xwe û ruhê xwe vegere divê feraseta ekolojiya demokratik û civaka azadiya zayendê pêş bikeve. Li dijî kedkar, jin û civakê şerekî taybet hatiye destpêkirin. Li dijî polîtîkayên înkar û îmhayê yên li Sûriye, Îran, Iraq û Tirkiyeyê ku li hemberî gelê kurd tên meşandin rêya çareseriyê xweseriya demokratîk e. Di operasyonên siyasî de 8 hezar siyasetmedar hatin girtin. Disa parêzer, rojnameger û nivîskar jî hatin girtin. Li dijî gelê kurd şerekî taybet û fireh hatiye meşandin. Komkujiya Roboskiyê mînaka vê yekê ye."
'Heta Brêz Ocalan azad nebe çareserî pêk nayê'
Rêveberên Herêmî yên BDP'î di dirêjahiya encamnameyê bal kişandin ser rewşa Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û wiha pêde çû: "Encama polîtikayên înkar û îmhayê ya herî şênber tecrîda giran a li ser Brêz Abdullah Ocalan tê meşandin e. Heta ku Rêberê Gelê Kurd Brêz Abdullah Ocalan azad nebe û tecrîda li ser Ocalan bi dawî nebe, pirsgirêka kurd çareser nabe. Gelê kurd jî vê yekê qebûl nake. Em wekî hilbijêrên gel heta ku tecrîd û îzolasyona li Îmraliyê bi dawî bibe û Brêz Ocalan azad bibe em dê bê navber xizmeta xwe bertewam bikin. Heta ku Brêz Ocalan azad nebe em kes xwe azad nabînin."
'Xizmeta me hikûmet aciz kir'
Rêveberiya herêmî di domahiya encamnameyê de wiha got: "Xweseriya Demokratîk ku di 14'ê Tîrmeha 2011’an de hate îlankirin û xizmetên me yên şaredariyê hikûmet aciz kir. Ji ber vê yekê êrîş û operasyonên li ser hilbijêran zêdetir bû. Me di niqaşên konferansê yên 3 rojan de li ser aliyê bajarvanî, civakî, jin, ciwan, çand, perwerdehi, tenduristî, spor û ekolojiyê niqaş meşand. Ceribandinên me yên 13 salan diyar kiriye ku xizmetên ku bingeha xwe ji gel digire serkeftinê bi xwe re tîne. Li dijî polîtîkayên hikûmeta AKP'ê xebata civakî ku bingehê xwe ji gel digire a tevahî hatiye stendin. Em li dijî şerê topyekun qet teslîm nabin."
(mae)