1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. 'Em tu caran vê bêbextiyê ji bîrnakin'
'Em tu caran vê bêbextiyê ji bîrnakin',em,tu,caran,vê,bêbextiyê,ji,bîrnakin

'Em tu caran vê bêbextiyê ji bîrnakin'

Saziyên jinan ên Amedê bertek nîşanî suîkasta li Parîsê ya li hemberî 3 siyasetmedarên kurd ên jin pêk hat dan

A+ A-

Saziyên jinan ên Amedê bertek nîşanî suîkasta li Parîsê ya li hemberî 3 siyasetmedarên kurd ên jin pêk hat dan û diyar kirin ku Sazumankara PKK'ê Sakîne Cansiz ji bo wan keseke gelek girîng bû û wiha gotin: "Weke her jinekê bi rêxistinî keseke îdol û pêşeng bû ji bo me. Keseke bi evîna azadiyê berê xwe dida cîhanê ji me girtin. Ev tiştekî hêsan nîn e. Em vê yekê bi tu awayî hezm nakin. Em vê bêbextiyê tu caran ji bîr nakin."

Saziyên jinan ên Amedê û Endên Înîsiyatîfa Dayîkên Aştiyê bertek nîşnaî qetilkirina 3 siyasetmedarên kurd ên jin ên li paytexta Parîsê ya Fransayê dan û diyarkirin heta berpirsiyarên komkujiyê tên dîtin dê têkoşîna xwe berdewam bikin. Koordînatora EPÎDEM'ê Neslîhan Başak, diyar kir ku têkoşîna jina kurd ji hemû kesî re bûye mînak û wiha got: "Bila li hemberî bûyera pêk hat bi gotinên 'hesapgirtina navxweyî' ber bi tu aliyan ve nebin. Ji bo kiryaran peyda bikin kedê bidin. Heke em bêdeng bimînin em dê di bin vebalê bûyerê de bimînin. Başak, anî ziman ku 3 siyasetmedarên kurd ên jin ên gelek bi qîmet windakirin û wiha axivî: "Me Heval Sakîne winda kir. Ev êrîşekî ji rêzê nîn e. Ev suîkastek nîn e. Ji bo têkoşîna jina kurd û tevgera siyasî ya kurd tiştekî hêsan nîn e. Bi awayekî hêsan nayê hazmkirin." Başak, da zanîn ku Sakîne Cansiz ya ku jiyana xwe ji bo têkoşîna azadiyê fida kir ji bo wan şexsiyetekî gelek girîngbû û wiha pê de çû: "Weke her jinekî bi rêxistînî kesekî ji bo me îdol û pêşengbû. Hem di aliyê siyasî hem jî di aliyê sekna bîrdozî de kesekî bi evîna azadiyê berê xwe dida cîhanê. Tiştekî hêsan nîn e. Em tu caran vê yekê hazmnakin. Em dê bertekên xwe li qadan bîbînin ziman. Hûn me bêdengnakin."

'Heta kujer neyên dîtin em dest ji we bernadin'

Başak, bilêv kir ku suîkast bi awayekî organîzeyî û bi pergalî hate kirin û ev yek jî nîşaneya keskî an jî tenê dewletê pêk anî nîn e. Başak, destnîşan kir ku di pêvajoya di navbera Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û dewletê de hevdîtin pêk tên kesa ji bo tevgera kurd û jinên kurd hedef hate girtin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Ev li hemberî tevgera kurd bêrûmetiyek e. Li hemberî Birêz Ocalan bêrûmetiyek e. Li hemberî jinên kurd bêrûmetiyek e. Em dê berxwedana xwe bilind bikin. Em dê her tim dengê xwe bilind bikin. Em kesên ev komkujî pêk anîn rehet bernadin. Heta kiryar û ramana ev komkujî pêk anî neyê dîtin em dest ji we bernadin. Em we rehet bernadin."

'Êrîşekî li hemberî vîna jinê ya hate qezenckirin e'

Xebatkara Navenda Pêkanîn û Lêkolîna Pirsgirêkên Jinê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê (DÎKASUM) Hulya Kanat jî wiha got: "Dema ku li Îmraliyê hevdîtinên dest pê dikin gumana dê tiştek çêbibe zêde dibe. Lê komkujiya vê carê li hemberî jinan pêk hat gelek bifirkar e. Di pêvajoya aştî tê axivîn de 3 jin hatin qetilkirin nayê qebûlkirin. Em vê yekê weke êrîşekî li dijî hemû jinan pêk hat dibînin." Kanat, diyar kir ku divê hikûmeta Fransa demildest berpirsiyarên vê komkujiyê peyda bike û heta kiryar tên dîtin em deê li her qadê bertekên xwe bînin ziman.

Civaknasa Navenda Jinê ya Ceren Ayşe Çaçan, diyar kir ku ew pêvajoyê paşguh nakin û komkujiya 3 jinên kurd komkujiyekî "hov" e. Çaçan, anî ziman ku ji bo kiryar bên dîtin dê li her derê têkoşîna xwe bidomînin. Xebatkara Mala Jinê ya Kardelen Gulîstan Zengîn jî wiha got: "Ev êrîşekî bêbext e. Di şexsê 3 hevalê jin de êrîşekî li hemberî hemû mafên bi vîna jinê hatin qezenckirin bişkênin e. Em bang li hemû saziyên jinan ên Tirkiyeyê dikin ku vê komkujiyê şermezar bikin û seknekê bi hêz nîşan bidin."

'Kevokên Aştiyê qetilkirin'

Endama Înîsiyatîfa Dayîkên Aştiyê ya Amedê Nevriye Kaçar jî diyar kir ku bûyerekî wisa li Ewropayê pêk hat gelek bifikar e û wiha got: "Di navbera Tirkiye û welatên Ewropayê çi heye?" Kaçar, xwest ku berpirsiyarên komkujiyê bên dîtin û wiha axivî: "Komloya navneteweyî ya li hemberî Serokê me pêk anîn îro li hemberî 3 siyasetmedarên jin ên kurd pêk anîn. Dewletek bi tena serê xwe nikare wisa bike. Hevkariyek di nav vî karî de heye. Erdogan jî ajanê Emerîkan e. Em wî weke serokwezîrekî nabînin û qebûl nakin."

Endama Dayîkên Aştiyê ya Stenbolê Dondu Ergîn jî wiha got: "Dema ku hevdîtina careke din li Îmraliyê dest pê kir fikra 'komkujiyî din piştî vê hevdîtinê heye' difikirin. Ji ber ku kengî rewşekî erenî pêk bê komkujî bêtir pêktên. Di dema gumanên me zêdebûn komkujiyekî wisa pêk hat. Berê li Lîceyê 10 zarokên me qetilkirin. Di nava 10 rojan de bi dehan kesan jiyana xwe ji dest da. Qaşo li welatê herî demokratîk kevokên aştiyê hatin qetilkirin. Ev zilmekî gelek mezin e. Van ji mirovahiyê nesîbê xwe negirt. Li cihê jin lê heyî aştî çêdibe. Ez gelek xemgîn im. Em teqez tu caran vê bêbextiyê ji bîrnakin. Ez bang li hemû kesên dibêjin ez mirov in dikim. Ev xwîn wisa ranawestê. Em dest bidin hev û vê xwînê rawestînin."

(bd/mae)