'Em wesîyeta Fîdan tînin cih'
Apê Nûnera KNK'ê ya Parîsê Fîdan Dogan Alî Dogan, qetilkirina 3 jinên siyasetmedar ên kurd şermezar kir û diyar kir ku qetilkirina Fîdan a bi pênûs û fikra xwe têkoşîna azadiyê dimeşand hovîtî ye û nayê qebûlkirin.
Apê Nûnera KNK'ê ya Parîsê Fîdan Dogan Alî Dogan, qetilkirina 3 jinên siyasetmedar ên kurd şermezar kir û diyar kir ku qetilkirina Fîdan a bi pênûs û fikra xwe têkoşîna azadiyê dimeşand hovîtî ye û nayê qebûlkirin. Alî Dogan, anî ziman ku Fidan xwest beşdarî Newroza Amedê bibe, lê ji ber ku destûr nehat dayîn, lê ew dê niha cenazeyê wê li Amedê bi girseyî pêşwazi bikin û wesîyeta wê bicih bînin.
Li Paytextê Firansa Parîsê di 9'ê Çile de 3 jinên siyasetmedar ên kurd Sazûmankara PKK'ê Sakine Cansiz, Nûnera KNK'ê ya Parîsê Fîdan Dogan û endama Tevgera Ciwanan Leyla Şaylemez bi sûîkastê hatin qetilkirin. Li bendê ye ku cenazeyên 3 jinên siyasetmedar ên kurd sibê êvarî (Çarşemê) bînin Amedê û roja Pecnşemê li Qada Batikentê bi girseyî merasimekê pêk bînin. Apê Fîdan Dogan Alî Dogan û pismamê Ayhan Dogan der barê qetilkirina Fîdan Dogan de ji ajansa me DÎHA'yê re axivîn. Apê Fidan Alî Dogan diyar kir ku biraziya wî Fidan li Fransayê perwerde dît û li wir tercûmanî dikir. Alî Dogan, anî ziman ku piştî perwerdehiya xwe xelas kir tevgera azadiya kurd nas kir û tev li karê dîplomasiyê bû û wiha got: "Heta niha Fîdan çi kir bi raman û pênûsa xwe kir. Fîdan li dervê welat hem karê dîplomasiyê û hem jî karê tercûmaniyê dikir. Fîdan ji dîmen û wêneyan jî xuya dike ku her tim rû li ken û bi moral e. Qetilkirina Fidan gelê kurd şok kir. Qetilkirin ji aliyê hêzên navneteweyî ve pêk hatiye."
'Ji ber ji têkoşîna azadiyê ditirse ev qetilkirin pêk anî'
Dogan, da zanîn ku biraziya wî Fidan bi pênîsa xwe şer dikir û wiha got: "Di destê wê de çek tune bû. Pênus hebû. Ji ber ku pergal ji têkoşîna jina kurd a azadiyê ditirse 3 jinên kurd qetil kirin. Ger ku ji jinên kurd qetil nekin dê ev hovîtî nekiribûn. Li navenda Ewropa ku wekî dergûşa demokrasiyê tê nasîn, hovîtî pêk hat. Dewlet her çend dibêje ew li dijî kesên çekdar şer dike jî kesên bêçek qetil dike. Ev yek nayê pebûlkirin.
'Ewil me bawer nekir'
Pismamê Fîdan Dogan Ayhan Dogan jî anî ziman ku wan her tim bi Fidan re hevditin pêk dianî û wiha got: "Dema me bihîst ku Fîdan hat qetilkirin me bawer nekir. Fîdan her tim rû li ken bû. Me ewil got li Firansayê tiştekî wisa ne pêkan e. Di nava 30 salên têkoşînê de heta niha tiştekî wisa li Ewropa û Firansayê pêk nehatiye. Dibêjin pêvajo proveke kirine. Dema aliyê din tên kuştin dibêjin proveke. Lê dema gelê kurt tên qetilkirin kes dengê xwe dernaxe."
'Zimanê hikûmetê ne yê aştiyê ye'
Ayhan Dogan, ani ziman ku ev êşek pir mezin û giran e û wiha axivî: "Hikûmet li aliyekî dibêje aştî û diyalog. Li aliyê din zimanê hikûmetê bi fikar e. Mirovan kêm dixe û dixapîne. Baweriya mirovan a li hemberî aştiyê tek dibe. Dîsa dibêijin Mazlum Doğan û Mahsum Korkmaz jî bi înfaza navxweşî hatin qetilkirin. Ev derûniya hikûmetê dide nîşan. Dixwazin pêvajoyê aloz bikin û tevliheviyê bikin."
'Hikûmet berpirsiyarê vê komkujiyê ye'
Dogan, da zanin ku komkujî ji aliyê hikûmeta ku 10 salin li ser îxdîtarê ye û hêj çareserî pêk neaniye ve hatiye kirin û wiha got: "Ger ku hikûmetê ev komkujî pêk neanîbe jî ji ber ku gavên çareseriyê neavêt ev komkujî pêk hat.
'Îsal dê tev li Newroza Amedê bûba'
Dogan, anî ziman ku dê îsal Fîdan beşdarî Newroza Amedê bûbûya, lê ji ber ku destûr derneket nekaribû bihata. Dogan, destnîşan kir ku ew dê daxwazên xwe yên aştiyê berdewam bikin. Dogan, bang li her kesi kir û xwest hemnû kesên dixwazin pirsgirêk bi aştî, demokrasî û aramiyê çareser bibe tev li merasima cenaze bibin. Dogan, da zanîn ku ew dê wesiyata Fidan Dogan niha pêk bînin û li Amedê bi girseya herî mezin pêşwazî bikin û oxir bikin. Dogan, da zanîn ku Fidan dixwest di 2013'an de gelek tişt bike, yek ji vana beşdariya Newroza Amedê bû. Anîna cenazeyê Fidan dê bibe wesiyeta wê
DİHA