'Em xwedî li penaberên Şêxmeqsûdê derbikevin'
Bi armanca nirxandina rewşa dawî ya li taxên kurdan ên Helebê û nîqaşa li ser peyama Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan a di Newroza Amedê de hate xwendin, meclîsên gel ên Efrîn û navçeyên wê civînek berfireh li dar xistin.
Civîn bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Piştre Endamê Tevegera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Rêzan Efrîn li ser geşedanên dawî yên li taxên kurdan ên Helebê û bandora koçberiya şêniyên wan taxan ya ber bi Efrînê û navçeyên wê ji milê aborî û civakî de axivî. Efrîn, diyar kir ku pêwîste hemû kes alîkariya koçberên ku ji ber şer û topbarana ji Şêxmeqsûd koçî Efrîn û navçeyên wê kirine û bi hemû derfetên xwe xwedî li xwîşk û birayên xwe derkevin.
Efrîn, bal kişand ser peyama Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan a di Newroza Amedê de hate destnîşan kirin û naveroka wê ji beşdaran re şîrove kir.
Di civînê de nûnerên Meclîsên Efrîn û Navçeyên wê Şera, Şêx Elhedîd, Mebetlî, Bilbilê, Raco, Cindêris û Şerawa beşdar bûn.