1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. ‘Em zarokin, çima êrîşî me kirin?’
‘Em zarokin, çima êrîşî me kirin?’,em,zarokin,çima,êrîşî,me,kirin

‘Em zarokin, çima êrîşî me kirin?’

"Êrîşên çeteyan wê nikaribe vê yekitiya me xera bikin. Ti eleqeya çeteyan bi ola Îslamê re nîne. Em li vir li dijî hişmendiyeke qirêt şer dikin."

A+ A-

MEDYA DÊRSIM - SERÊKANIYÊ 29.04.2014 09:41:47 Birîndar û xizmên qurbaniyên êrîşên xwekujî yên li Serêkaniyê dan xuyakirin ku ew weke pêkhateyên herêmê di nava aramiyê de bi hev re dijîn û gotin, "Êrîşên çeteyan wê nikaribe vê yekitiya me xera bikin. Ti eleqeya çeteyan bi ola Îslamê re nîne. Em li vir li dijî hişmendiyeke qirêt şer dikin."

Di 24'ê Nîsana 2014'an de li Rojavayê Kurdistanê bajarê Serêkaniyê du teqînên bombeyî a hemwext ji aliyê komên çete ve pêk hatin. Teqîna yekem di ketina bajarê Serêkaniyê li ser navenda YPG’ê di seat 12:30’an de pêk tê û di encamê de şervanekî YPG’ê jiyana xwe ji dest dide. Teqîna duyem piştî wê bi deqeyekê li gundê Til Xelef li ser benda kontrolê ya asayîşa Til Xelef a ku nêzî bazara Pêncşemêye pêk tê. Û di encamê de 4 ji endamên asayîşê ku yek jê, ji pêkhateya erebe jiyana xwe ji dest didin. Her wiha di teqînê de 6 kesên medenî yek jê zarok di teqînê de jiyana xwe ji dest didin û bi dehan kesên medenî birîndar dibin.

Di teqîna duyem ya li Til Xelef a ku bi qasî 4 km dûrî bajarê Serêkaniyê ye, di dema ku endamên asayîşê erkên xwe yên kontrolê pêk tînin de xwediyê kamyona bombe barkirî, rexmî ku endamê asayîşê guleya hişyarkirinê jî berdide, lê guhdar nake û yekser derbas dibe. Di vê navberê de li ser rê, li pêş û paş kanyona bombe barkirî maşînên din jî hebûne. Kesên medenî yên ku di van maşînan de bûn bi teqînê re yekser maşînên hewirdor jî diteqin û welatiyên di nava maşînan de agir digire cesedê wan û ji ber şewata zêde êdî cesed nedihatin naskirin. Du kesên bi navê Mistafa Mihemed Elzahêr yê xwendevan û Xelef Mihemed Xelef ê dirûnkariyê dike, li motoskilêtê siwar bibûn û vedigeriyan gundê xwe Ezîziyê, Elî Xidir Elgisêr yê ji gundê Mescêd û kesê ji gundê Til

Ceneb yên bi navê Ehmed Ezîz Elşiîr cesedê wan bi temamî dişewitin.

Her wiha di heman teqînê de zarokê 7 salî yê bi navê Izedîn Mihemed Elhelom jiyana xwe ji dest da û birayê wî Îsmaîl yê 6 salî tevî bavê xwe birîndar bû.

Navê kesên medenî yên ku di teqîna Til Xelef de jiyana xwe ji dest dane hemû ji pêkhateya erebin û navê wan jî wiha ne: -Nav: Mistafa Mihemed Elzahêr Dîroka ji dayîkbûnê: 1993 ji gundê Ezîziyê ye, xwendevane û ji pêkhateya ereb e.

-Nave Xelef Mimed Xelef, Dîroka ji dayîkbûnê: 1964 gundê Ezîziyê dirûnkariyê dike. Bavê 8 zarokane ji pêkhateya ereb e.

-Nav: Izdîn Eldîn Mihemed Ibêd Elhelom. Dîroka ji dayîkbûnê 2008 gundê Til Xelef

-Nav: : Elî Xidir Elgisêr. Dîroka ji dayîkbûnê: 1956 Gundê Mescêd (cotkar e)

-Nav: Riyad Elhemd Mehmûd Dîroka ji dayîkbûnê: 20-5-1972 gundê Keşto girêdayî Til Xelef di şaredariya Til Xelef de kar dikir. -Nav: Ehmed Ezîz Elşiîr Dîroka ji dayîkbûnê: 1985 Gundê Til Cenib Ev kes ji pêkhateya erebe birayê 7 xwîşkane, bavê 6 zarokane û gundê wan bi qasî 5 km dûrî rojhelatê Mebrûka ye.

Ji ber ku gelek birîndar yekser tên rakirin nexweşxaneya bajarê Qamişlo û hinek malbat jî yekser birîndarên xwe derbasî bakûrê Kurdistanê dikin, ji ber vê navê birîndarên hatin tespîtkirin ev in: Ehmed Remedan haco Elî Cuma Ebıd Elezîz Ebdulah Cuma Ebıdelezîz Ebıd Hemîd Ebid Elxefor Ebid Elezîz Mihemed Selob

Malbata hemû kesên medenî yên ku di teqîna Til Xelefê de jiyana xwe ji dest dane, derveyî du kesên bi navê Ehmed Ezîz û Elî Xidir Elgisêr ku me nekarî em xwe bighînin wan, ji ajansa me ya ANF ê re axivîn û der barê kiryarên bi vê rengî de nêrîna xwe anîn ziman û gotin; ‘ ev teqînên di herêmên me de pêk tên ne li gorî çanda îslamê ye û karên derveyî mirovahiyê ye’

‘TEQÎNÊN PÊK TÊN NE KARÊ MIROVATIYÊ NE’

Bavê Mistafa Elzahêr, Ehmed Elzahêr di derbarê êrîşên xwekujî û di derbarê kurê xwe de wiha dest bi gotinê dike; “ kurê min diçû li Sêrêkaniyê diranên xwe çêbike, di wê demê de cîranê me yê ku dukana wî ya dirûnê heye ew jî diçû bajêr. Herdu bi hev re derketin rê. Dema ku teqîn pêk tê ew di wê demê de gihane cihê navenda asayîşê. Dema ku teqîn pêk tê kurê min û cîranê me herdu jî jiyana xwe ji dest didin. Dema ku cenaze giha me tiştek jê nemabû ji ber hatibûn şewitandin.”

Ehemd Elzahêr her wiha bal dikşîne ser kesên ku bi karên wiha radibin û wiha domand; “Karê ku komên çete pê radibin ne karekê mirovatiyê ye û têkiliya wê bi mirovahî, exlaq û îslamê re nîne. Kurê min mirovekî medenî bû ma çi suçê wî heye? Ji ber bazara pêncşenê bû, ji ber vê her kes wê rojê li bazarê bû. Armanca komên çete kesên medenî ne, ji ber vê wan ev roj hilbijartin ji bo bikarin hejmareke mezin a mirovên medenî hedef bigirin. Teqandinên ku di herêma me de tên kirin ne li gorî pîvanên mirovahiyê û îslamê ye. Ger hûnê şer bikin biçin di eniyên şer de şer bikin, çima hûn tên zarokên me dikujin. Ji ber kesên ku di vê teqînê de jiyana xwe ji dest dane bê tewanin. Her wiha kesên îro tên li vir teqînan dikin di bin navê îslamê de tevdigerin, lê em jî erebin û ola me îslam e. Lê wê tol ji kesên ku zirarê didin gel û xwediyê vî welatî, wê were girtin. Kesên ku dilê me şewitandine xwedê dilê wan bişewitîne. Tenê du kurê min hebûn, yek 8 saliye û kurê min yê ku jiyana xwe ji dest daye jî 21 salî bû û xwendevane. Û ez li vir dibêjim nakokî di navbera me û gelê kurd de nîne, lê komên çete dixwazin van nakokiyan di nava me de biçînin. Hevalekî min ê êzîdî heye, ez ji birayê xwe zêdetir jê hez dikim. Em her roj bi hev re dijîn. Ger rastî hûn bi hêz in çima hûn di eniyên şer de şer nakin hûn hatine di nava gelê bê suc de xwe diteqînin.”

Dayîka Mistafa ya bi navê Fiida Casim jî di derbarê kuştina kurê xwe de wiha dibêje; “tenê ez dibêjim dilê kesên ku dilê min şewitandine bişewitîne. Kurê min weke gulekê bû û di despêka temenê xwe de bû. 7 keçên min hene tenê du kurê min hebûn, kurekî min çû tenê yek ma. Lê tu kesê xwedî tewan bê hesab namîne.”

‘TU TÊKILIYA KOMÊN ÇETE BI ÎSLAMÊ RE NÎNE’

Di derbarê Xelef Mihemde Xelef yê ku bavê 8 zarokan bû, apê wî wiha dest bi gotinê dike; “Birazê min bi karê dirûnê re mijûl dibû û tu tewana wî nîne. Her wiha têkiliya wî bi tu aliyên siyasî re jî nîne bû. Tenê li malbata xwe dinêrî. Tiştê me ji dînê îslamê fêm kiriye ku em hemû birane, lê karê ku îro tê kirin tu têkiliya wê bi îslamê re nîne. Ev kesên wiha tenê xizmeta hêzên desthilatdar dikin û berjewendiya gelê vê herêmê tê de nîne. Ji ber vê îro hêzên desthilatdar tenê runiştine ji xwe re li şerê me bi hev re temaşe dikin. Kesê ku îro dibêjin kurd û ereb neyarên hevin şaşin, em weke bira bi hev re dijîn û kes nikare me ji hev cûda bike. Ji ber xwedayê me jî dibêje ferq û cûdahî di navabera mirovan de nîne, divê em jî guhdarî gotinên şaş nekin.”

Hevsera Xelef Mihemed Xelef jî di derbarê hevserê xwe de wiha rave dike û dibêje; “ Saet di 10:30’an de hevserê min ji bo kar ji malê derket û çû Serêkaniyê. Bi rastî tenê wî debara malê dikir û tu têkiliyan wî bi kesên din re nîn bû. Niha 4 keç û 4 kurê min hene û ev rewş ji bo me gelek zehmet tê. Tenê em dibêjin ku êdî bese ewqas mirovên me dikujin, em mirovên bê tewanin, bila di bin navê îslamê de me nekujin, bila êdî hew mirovên, kes û karên me zindî ji mal derkevin biçin û mirî li me vegerin.”

‘EM DIXWEZIN ARAMÎ WERE WELATÊ ME’

Pismamê Riyad Elhemed, Mûsa Mihemed di derbarê pismamê xwe de û di derheqê êrîşên li ser mirovên medenî de wiha nêrînên xwe wiha anî ziman; “Pismamê di şaredariya Til Xelef de kar dikir û wê rojê jî karê wan ê paqijkirinê hebû. Her wiha ew di warê tendurustî de rewşa wî zêde ne baş bû, bi xwe nîv şehtîbû dest û lingekî wî kar nedikir. Lê ji bo zarokên xwe têr bike dîsa jî debara xwe kar dikir. Temenê wî jî 40 salî bû û niha jî 5 zarok li pey xwe hiştin. Em bi xwe li hember hemû teqînên ku tê de mirovên bê suc diçin xwedî helwestin. Ji ber em kuştinê û bi taybet jî kuştinên bi vê rengî qebûl nakin. Her wiha em kurd, ereb û turkman bi hev re di gundê xwe de dijîn û em weke malbatekê ne. Çemkê kesên ku bi ser me de tên ji me gelek biyaniye û em jî fêrî neyartiyeke wiha nebûne. Em û kurdan bi hev re weke kuşt neyînokê ne û bi hezarê salan em bi hev re dijîn. Kesên ku ji derveyî Sûrî tên û şerê me dikin hişmendiya biratiya gelan bi wan re nîne. Lê ya girîng eve ger ev kesen dibêjin em bi van çalakiyên întîharî diçin bihûştê, ma ew ne di ferqê de ne ku birayê xwe yê misliman dikujin, kurd û ereb jî musliman in.”

Kurê Riyad Ehmed di derbarê komên çete yên ku di nava welatiyên medenî de teqînan pêk tînin de wiha dibêje; “ bavê min her roj ji malê derdiket û diçû karê xwe dikir, lê ez ji van kesên ku wiha teqînan dikin re dibêjim, tu têkiliya we bi olê îslamê re nîne. Hemû tiştê hûn dikin tewanên li hember mirovahiyê ne. Heyanî hêza me hebe emê xwe fedayî welatê xwe bikin û parastina gelê xwe bikin.”

Hevsera Riyad Ehemed ya bi navê Sabah jî di derbarê şerê di herêmê de bi rêve diçe de nêrînên xwe wiha bi lêv dike; “ ev kesên wiha mirovên misliman nînin, hevserê min mirovekî asayî bû û tenê bi karê xwe re mijûl dibû. Tenê em dixwazin ev şer bi dawî bibe û welatê me ava bibe. Lê hinek hatine û aramiya welatê me tevlî hev dikin, lê em dixwezin careke din vegerin aramiya xwe ji ber em fêr bûne em û netewên din bi hev re bijîn û em ferqê naxin nava hev. Belkî em erebin lê diya min kurd e û me jin dane hev û ji hev birine. Kesekî ku niha di malê de ji me re kar bike nîne, kurê min yên herî mezin 17 saliye. Ji xwe niha kar nîne, ka emê di rewşeke wiha de çi bikin.”

‘EM ŞERÊ NETEWEYAN NAKIN EM ŞERÊ HIŞMENDIYEKE KIRÊT DIKIN’

Bavê kurê biçûk yê 7 salî bi navê Mihemed Ibêd Elhelom yê ku di teqînê de kurekî wî jiyana xwe ji dest dide, kurekî wî yê 6 salî û ew bi xwe jî birîndar dibin jî, nêrînên xwe wiha parve dike; “ kurê min yê ku jiyana xwe ji dest daye temenê wî 7 salî bû, lê yê ku birîndar bûye 6 saliye. Ez bi xwe jî ji serê xwe ve birîndar bûme. Kurê min ji lingê xwe û pişta xwe ve birîndar bûye û hîn jî di pişta wî de perçeyên hesin mane. Dr. got ger em perçeyên hesin derxin belkî şehît bibe. Ez bi xwe jî ji serê xwe birîndar bûme. Dukana min di bazarê de ye, li rex navenada asayîşê ye. Ez dixwazim ji van kesên ku tên û di bin navê ol de xwe diteqînin re bêjim, di olê îslamê de nehatiye gotin ku mirovan bikujin, olê me olê aştiyê ye. Olê îslamê ne olê cenaze û kuştinê ye. Ez ji hemû kesên ku mirovên wiha hov dişînin ser me re dibêjim, êdî bes e mejiyê we hatiye şuştin û hûn jî mejiyê hineke din dişun. Ji ber vê ez dibêjim hûn ne li ser hişê xwe ne, ji ber hûn bi çanda ola me tevnagerin, hûn tenê hovin bi ser me de tên. Îro em li vir şerê hişmendiyeke kirêt dikin em şerê neteweyan nakin. Kurê min yê 6 salî yê birîndar bûye dibêje em zarokin çima li me didin ma guneha me çiye? Me tiştek nekiriye. Ji dema bûyerê û heyanî niha digirî û bûyer çawa pêk hatiye hemû bi bîr tîne û dibêje ew kesê teqîn pêk aniyê dît ku em zarokin çima teqîn pêk anî.”