"Em ê bi çalak tev li boykota dibistanê bibin"
Meclîsa Ciwanan a BDP'ê: Emê bi çalak tev li boykota dibistanê bibin
ENQERE 15.09.2013 11:59:02 Meclîsa Ciwanan a BDP'ê da xuyakirin ku ew piştgiriyê didin çalakiya "Ji bo perwerdeya zimanê dayikê, hefteyekê dibistanê boykot bike" ya bi pêşengiya TZP-Kurdî ve hatiye destpêkirin. Meclîsê bang li tevahiya ciwanên welatparêz, sosyalîst, şoreşger û demokrat kir ku li her qadê bi çalakiyan beşdarî çalakiya boykotê bibin.
Meclîsa Ciwanan a BDP'ê bi daxuyaniyeke nivîskî got, "Serdema nû ya perwerde û hîndekariyê destpê dike. Îsal jî, dê gelê me bêyî perwerdeya zimanê dayikê bi sondeke nîjadperest a ji sedsala bihurî maye, dest bi serdema perwerde û hîndekariyê bike."
Meclîsa Ciwanan da xuyakirin ku dema dema jîndarkirin û bikaranîna çand û zimanên her gelî yên li her qada jiyanê ye û destnîşan kir ku piştî têkoşîneke ewçend salan, ewê mafê perwerdeya zimanê dayikê nekin mijara nîqaşan.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku ji vê kêliyê û pê ve êdî ti wateya gotina "perwerdeya bi zimanê dayikê nabe" nîne û wiha hat gotin, "Emê biryardariya xwe ya ji bo perwerdeya zimanê dayikê zêde bikin. Di vê çarçoveyê de, emê çalakiyên xwe yên li dijî polîtîkayên asîmîlasyonê yên bi pêngava "Mêtîngeriyê nejî û nede jiyîn" destpê kirin, hîn bêtir têxin rojevê û van pêkanînan xera bikin. Rizgariya Demokratîk û Jiyana Azad, bi têkbirina van pêkanînan, gengaz e."
Meclîsa Ciwanan a BDP'ê diyar kir ku divê astengiyên li pêşiya perwerdeya zimanê dayikê, azadiya çandê û rêveberiya xwe bi xwe, êdî bên rakirin û destnîşan kir ku ew piştgiriyê didin kampanya TZP-Kurdî ya bi navê "Ji bo perwerdeya zimanê dayikê, hefteyekê dibistanê boykot bike.
Meclîsê bang li tevahiya ciwanên welatparêz, sosyalîst, şoreşger û demokrat kir ku li her qadê bi çalakiyan beşdarî çalakiya boykotê bibin.
Di dawiya daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku ewê hebûna xwe gorî hebûna Tirkan nekin.