"Em ê birînên xwe bi xwe bikewînin"
Hevserokê Giştî yê BDP'ê Selahattîn Demîrtaş di axaftina xwe ya civîna Meclîsa Partiyê ya BDP'ê de li dijî gotina Serokwezîr Tayyîp Erdogan a "hûn zivistanê derbas bikin" nerazîbûn nîşan da. Demîrtaş pirsa "Dema ku hûn F-16, bombeyan dikirin û amûrên leşkerî dikirin ma qet dibêjin em vê zivistanê van tank û topan nekirin?" kir û wiha got: "Zivistanê derbaskirin tê wateya Wanê nabînin. Em ê wekî gel birînên xwe bi xwe bikewînin."
Civîna Meclîsa Partiyê ya BDP'ê dest pê kir. Hevserokên Giştî yên BDP'ê Selahattîn Demîrtaş û Gultan Kişanak serokatiyê ji civîna li Sumerparka Amedê hate lidarxistin kirin. Demîrtaş axaftina vekirinê ya civîne kir û pêşketinên siyasî, rojevên civînê û erdheja Wanê nirxand.
'AKP LI WANÊ SIYASETÊ DIKE'
Demîrtaş bilêv kir ku divê xebatên wan ên li Wanê divê tu caran wekî xebatekî siyasî neyê dîtin û wan alîkariya mirovî û sekneke wijdanî derxistine pêş. Demîrtaş nêzîkatiya AKP'ê ya erdhejê rexne kir û got ku AKP xwest li erdheja Wanê ranta siyasî bi dest bixe. Demîrtaş destnîşan kir ku AKP'ê mexdûrên erdhejê yên ku dengên xwe nedane AKP'ê ceza kiriye û li hin deveran alîkariyên dewletê û yên sivîl xwestiye ranta siyasî bi dest bixe. Demîrtaş got ku beriya erdheja duyemîn li gel hemû hişyariyan tedbîr nehatiye girtin û ji ber vê yekê evqas êş hatine jiyîn.
'PATRONÊN ÇAPAMENIYÊ ŞIRÎKÊN KOMKUJIYÊ NE'
Demîrtaş rojnamegerên bi navên Cem Emîr û Sebahattîn Yilmaz ên ku di erdhejê de jiyana xwe ji dest dan jî bi bîr anî û ji bo malbat û kedkarên çapameniyê sersaxî xwest. Demîrtaş destnîşan kir ku li Wanê xebat kêm bûn û xebatkarên çapemeniyê ev kêmasî hemû nivîsandin lê ev rastî ji aliyê gerînendeyê giştî yên weşanan ve nahetan weşandin û wiha berdewam kir: "Ji bo ku AKP tengav nebe, xwestin Wanê wekî gul û gulistan nîşan bidin. Ez bang li wan gerînendeyê giştî yên weşanan dikim, peywira we pak nîşandana AKP'ê nîn e. Kêmasî, şaşitî li kû ye divê hûn vê nîşanî raya giştî bidin. Ger kêmasiyên me hebin an jî ya hikûmeta navendî hebe divê hûn vê nîşan bidin. We ser wan nixumand û ji bo ku BDP'ê li ekranan nîşan nedin, rastî ji gel veşart û bibînin hûn bûn sedema çi. Qasî hikûmeta AKP'ê patronên çapameniyê yên alîgirê AKP'ê ye jî vê berpirsyar e. Hemû şirîkên komkujiyê ne. Em dixwazin hemû bi wijdan bin."
'PÊWÎSTIYA GELÊ WANÊ BI 5-6 WEZÎRAN NÎN E'
Demîrtaş got ku pêwîstiya gelê Wanê bi 5-6 wezîran nîne û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Pêwîstiya wan bi avahî û alîkariyê heye. Pêwîstiya wan bi dîtina Serokwezîr nîne, ew ne hesretê rûye Serokwezîr in. Pêwîstiya gelê Wanê bi serokwezîrê ku dibêje biçin zivistanê li vir bimînin nîn e. Ma bêcidiyetiyeke wisa, bêrêziyeke wisa dibe? Wan bû bajarake xeyalet, mirovan koç kirin, heta mirov nikare bibêje koçberî, hatin sirgunkirin. Neçar man koçber bûn. Niha ew bi xwe li şûna ku çareseriyê biafirîne dibêje biçin di bin befê de van zor û zehmetiyan bikêşin. Dema ku tu dikevî îhaleya tankê û bi milyon dolaran didî Îsraîlê, qet got ez ê vê zivistanê vî pereyî nedim. Dema ku hûn F-16, bombeyan dikirin û amûrên leşkerî dikirin ma qet dibêjin em vê zivistanê van tant û topan nekirin? Di butçeyê de pereyê herî zêde ji bo leşkeriyê veqetand, wê demê qet destên te lerizîn? Ji bo welatiyan çima konteynirekî pir dibînî? Gotina zivistanê derbas bikin, Wan ji bîr kirin e."
JI BO KOMELEYÊN ALÎKARIYÊ BANGAWAZÎ
Demîrtaş bang li komeleyên alîkariyê kir û wiha axivî: "Divê alîkariyên sivîl berdewam bikin. Ger ev alîkarî nebana, wê rewşa gelê Wanê girantir bibûya. Banga min ji bo komeleyên alîkariyê ev e. Di serî de jî ji bo yên Amedê heye. Qet nebe ji bo zivistanê derbas bikin gelek mal û avahiyên vala hene bi vî rengî dikarin alîkariya kirê bê kirin. Em ê jî piştgiriyê bidin kampanyayeke wisa."
'EM Ê WEKÎ GEL BIRÎNÊN XWE BI XWE BIKEWÎNIN, BILA COP, GAZ BİKARNEYNİN BES E'
Demîrtaş li hemberî êrîşa li dijî mexdûrên erdhejê jî nerazîbûn nîşan da û wiha got: "Gelê Wanê Wezîr û Walî şermezar dikin. Malên wan hilweşiyane, cenazeyên xwe jî bê şîn definkirine. Gel bi du gotinan şermezar dike lê wezîr tehamulî vê yekê nake û wan didin ber copan. Bombeyên gazê davêjin enqazê. Navê vê faşîzm e. Waliyê ku faşîzmê ji bo gelê Wanê rewa dibîne li wir naxwaze. Divê her kes hedê xwe bizanibe. Em ê wekî gel birînên xwe bikewînin. Kesek tiştekî ji hikûmetê hêvî nake. Bila astengî nekin, gaz neavêjin, cop bi kar neynin bes e. Bila neçin Wanê jî."
ANF NEWS AGENCY