'Em ê destûrê nedin faşîzma AKP'ê'
Li Qada Batikentê ku Walîtiya Amedê qedexe kir, bi hezaran kesan got; "Em destûrê nadin faşîzma AKP'ê." Hevseroka Rêxistina BDP'ê ya Amedê Zubeyde Zumrut, diyar kir ku tu kes nikara çokê BDP'ê bişkîne û wiha got: "Çi dibe bila bibe û çiqas bi ser me de bên bila bên em dê her tim têkoşîna xwe berdevam bikin. Dê her maleke me wekî partiyê bi xebite."
Rêxistina BDP'ê ya Amedê, operasyonên duh li 17 bajaran bi hemwext pêkhatin bi daxuyaniyekî girseyî şermezar kir. Rêxistinên sivîl û ÎHD û xizmên windayan piştî çalakiya rûniştinê li Qada Batikentê hatin cem hev. Berî daxuyaniyê kolanên Batikent, koşuyolu, Bayindirlik û riyên din ên ber bi avahiya BDP'ê ve diçin hemû ji aliyê polîsan ve hatin kontrolkirin. Polîs li gelek cihan bi wesayîtên zirxî tedbîr hatin girtin û bi helîkopteran jî qada hate şopandin. Polîsan li ber avahiya AKP'ê ya navçeyê tedbîrên gelek berfireh girtin. Welatiyên ji bo daxuyaniyê li qadê dixwastin bên cem hev bi hinceta "ewlehiyê" û daxuyanî hate qedexekirin destûr nehate dan û bi anonsan xwestin belav bikin.
Qad hate qedexekirin!
Li gel hemû tedbîrên dijwar Parlementera BDP'ê ya Amedê Nursel Aydogan, Alîkara Hevserokên Giştî ya BDP'ê Meral Daniş Beştaş, Endamê Meclîsa BDP'ê Mehdî Perînçek, rêveberên BDP'ê yên bajar û navçeyan, şaredar, nûnerên rêxistinên sivîl ên civak û sendîkayan û bi hezaran kes li aliyê Parqa Koşuyoluya Batikentê hatin cem hev. Piştî girse kombû polîsan bi wesayîtên zirxî kolan dorpêçkiri. Di daxuyaniya di bin dorpêçkirina polîsan de hate de pankrata "Em destûrê nadin faşîzma AKP'ê" hate vekirin û sloganên "zext me bêzar nakin", "Bijî serok Apo", "Cîhana bêyî Ocalan em dê bi serê we de hilweşînin" û "Artêşa mela ji Kurdistanê bi cehineme" berz kirin.
Zumrut: Tu kes nikare çokê BDP'ê bişkê ne
Hevseroka Rêxistina BDP'ê ya Amedê Zubeyde Zumrut daxuyanî xwend û bal kişand ser operasyona piştî zirveya ewlehiyê ya li Enqere pêkhat. Zumrut, anî ziman ku operasyon bi biryara dadê na bi biryara hikûmeta AKP'ê pêkhat. Zumrut, bertek nîşan serdagirtina mala Parlementera serbixwe ya Amedê Leyla Zana jî da û wiha got: "Ev yekê nîşaneya li Tirkiyeyê hiqûq çiqas tê binpêkirin e. Pêkutiya li dijî parlementerekî ji gelê me re peyamek e." Zumrut, da zanîn ku armanca operasyonan ew e ku milyonan teslîm bigirin û wiha axivî: "Raman bi balafiran li Roboskiyê komkujî li dar xistin û raman siyasetmedaran digire heman tişt in. Tu kes nikare nûnerên gel teslîm bigire. Tu kes nikare çokê BDP'ê bişkêne. Bedêlê çi be bila bibe û çiqas bi ser me de bên em dest ji têkoşîna xwe bernadin. Dê her malekî me wekî partiyê bi xebite. 6 hezar însanê me hatin girtin. 6 hezar kesên din jî bên girtin dê têkoşîna me berdevam bike. Em bang li hemû gelê xwe dikin ku xwedî li partiya xwe derbikevin. Divê hemû hêzên demokratîk ên Tirkiyeyê li dijî vê yekê bêdeng ne mîn in.
Aydogan: Hûn nikarin bi me gav paşve bidin avêtin
Parlementera BDP'ê ya Amedê Nursel Aydogan jî diyar kir ku dimenên duh ji darbeya 12'ê Îlonê wêvetir bûn û wiha got: "Hikûmeta AKP'ê dixwaze pêşiya muxalefeta kurd a demokratîk bigir e. Dixwazin têkoşîna kurdan tasfiye bikin. Operasyon hiqûqî nîn in siyasî ne. Zarokên gelê kurd di demekî gelek giran de berxwedana 15'ê Tebaxê dan destpêkirin. Hûn nikarin bi gelê kurd gavê paşve bidin avêtin." DÎHA (ft/mae)