1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. 'Em ê di 14'ê Tîrmehê de li qadên Amedê bin'
'Em ê di 14'ê Tîrmehê de li qadên Amedê bin',em,ê,di,14,ê,tîrmehê,de,li,qadên,amedê,bin

'Em ê di 14'ê Tîrmehê de li qadên Amedê bin'

A+ A-

Serokê TUAD'ê Mahmut Taşdan, ji bo mîtînga BDP û KCD ku di 14'ê Tîrmehê de bi dirûşmeya "Ji Ocalan re Azadî, ji Pirsgireka Kurd re Çareseriya Demokratîk" li Îstasyona Amedê pêk bîne bang li her kesî kir ku di 14'ê Tîrmehê de li Qadên Amedê bin. Taşdan, anî ziman ku ew ji bo Ocalan ku 3 milyon mirovan gotiye vîna min a siyasî ye tenê hevdîtina bi parêzeran re naxwazin û wiha got: "Em di heman demê de ji bo Brêz Ocalan Azadiyê dixwazin. Em ji bo rê li pêşiya vê pêvajoya xerab bigirin emê di 14'ê Tîrmehê de li Qada Amedê bin.

Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji 27'ê tîrmeha 2011'an heta niha 343 rojin bi tu awayî nikare têkiliyê bi derdorê re dîne têkiliya wî ji her kesî hatiy qetkirin. Heta hina gelek caran parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi hinceta "keştî xerabe ye" û "muxalhava muhalefeti" hatin astengkirin. BDP û KCD dê di 14'ê Tîrmehê de bi dirûşmeya "Ji Ocalan re Azadî, ji Pirsgireka Kurd re Çareseriya Demokratîk" li qada Îstasyonê ji bo tecrîda li ser Ocalan şerezar bike mîtingê pêk bîne. Reveberê YAKAY-DER'ê Aydin Nas û Serokê TUAD'ê Mahmut Taşdan, der barê xebatên xwe û girîngiya mîtîngê ji ajansa me DÎHA'yê re axivîn.

Tecrîd bi qasî li qada mayinan lîstina gogê talûke ye

Reveberê YAKAY-DER'ê Aydin Nas, anî ziman ku dê beşdarî mîtînga ku li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bê li Amedê bê lidarxistin bibin. Nas, da zanin ku tecrîda li ser Ocalan li dijî gelê kurd pêk tê û wiha got: "Tecrîd ji bo pirsgirêkên Tirkiyeyê nabe çareserî. Divê ev diyaloga ku hatiye qutkirin ji nûve dest pê bike. Em dê di 14'ê Tîrmehê de li Amedê bin. Li pêş çareseriya pirsgireka kurd astengiyên mezin hene. Ji bo dowî li tecrîdê bê û wîjdanên hatine xetibandin vebin em dê li Amedê bin."

Nas bang li her kesî kir û xwest hemû kesên ku dixwazin piştgiriyê bidin aştî û çareseriyê di 14' Tîrmehê de li Amede tev li mîtîngê bibin û wiha got: "Pêkanîna li dijî Brêz Ocalan nayê qebû kirin. Bi tecrîdê pirsgirêk çareser nabe. Divê dawî li vê pêvajoyê bê. Tecrîd wkî lîstika gogê ya di nava mayinan de ye."

'Ji bo em dawî li vê pêkanînê bînin em dê li Amedê bin

Serokê TUAD'ê Mahmut Taşdan, jî anî ziman ku ji bo dawî li van geşedanên neyînî bînin dê di 14'ê tîrmehê de li Amedê bin û wiha got: "Hemû kesên dibêjin em demokrat û şoreşger in divê tev li vê mîtîngê bibin. 32 salin têkoşînek tê meşandin. Birêz Ocalan, 13 salin di yek hucreyê de tê hiştin. Salek e tu agahî jê nayê girtin. Ji bo em balê bikşînin ser tecrîdê û rê li pêşiya çareseriyê vekin em dê biçim Amedê. Li Tirkiyeyê Serokwezîr û Serokomar me muhatap bagire. Dewlet her tim bi kuştin û înkarê nêzîk dibe.

'3 milyon mirov got vîna me ya siyasî ye'

Taşdan, destnişan kir ku 3 mîlyon mirov ji bo Ocalan got Ocalan vina me ya siyasî ye û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Em êdî tenê ji bo Brêz Ocalan hevditina bi parêzeran re naxwazin. Em êdî Azadiya Ocalan jî dixwazin. Em dê ji bo azadiya Brêz Ocalan li qadan bin. Dexlet Ocalan li hemberû kurdan wekî mertal bikar tîne. Em vê yekê qebûl nakin û em dê tcrîdê şermezar bikin. Em dê di 14'ê Tîrmehê de li kolanên Amedê bin."

(mae)