1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. "Em ê di her platformê de Azadiya Ocalan bixwazin"
"Em ê di her platformê de Azadiya Ocalan bixwazin",em,ê,di,her,platformê,de,azadiya,ocalan,bixwazin

"Em ê di her platformê de Azadiya Ocalan bixwazin"

A+ A-

09:13 27.02.2014 1 / 2 ÎSMAÎL ESKÎN

AMED (DÎHA) - Berdevkê kordînasyona Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Ozdal Uçer diyar kir ku piştgirî didin kampanyaya 'Ji Ocalan re Azadî' û wiha got: "Em ê di her platforme de azadiya Rêberê Gelê Kurd birêz Abdullah Ocalan bixwazin."

Di 15'ê Sibatê de ji aliyê 127 rewşenbîran ve kampanyaya îmzeyan ya 'Ji Ocalan re Azadî' hat destpêkirin û kampanya di rojeva gelan û saziyên civakî de ye. Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di nav gelên Rojhilata Navîn de bûye sembola aştiyê û dê Kongreya Civaka Demokratîk jî wekî rojeva yekem di her platformê de azadiya Ocalan bîne ziman. Der barê mijarê berdevkê kordînasyona KCD'ê û parlamenterê BDP'ê yê Wanê Ozdal Uçer axivî û bi bîrxist ku 40 sal in li hember gelê kurd şerekî qirêj tê meşandin û wiha got: "Her çiqas dewletê polîtîkayên şîdet, zext esas girtibe jî Rêberê Tevgera Azadiya Kurd her tim çareseriyên aştiyane û demokratîk esas girt. PKK'ê gelek caran agirbest îlan kir, lê dewlet samîmî nêz nebû û ji bêr nêzîkatiyên dewletê yên bêsamîmî careke din şer destpêkir." Uçer anî ziman ku Ocalan di peyama xwe ya Newroza 2013'an de got bila çek bêdeng bin, siyaseta demokratîk bikeve dewreyê û wiha axivî: "Destpêkirina muzakereyên aştiyê û li ser esasê demokrasiyê çareserkirina pirsgirêkan, bicihanîna daxwazên gelê kurd yên demokratîk û demokratîkbûyîna dewletê pêşkeşkirina paradîgmayê bû."

'Bi fedakariya yek alî pêvajo tê meşandin'

Uçer destnîşan kir ku deklarasyona Ocalan bandoreke mezin li hemû kesî kiriye û ev wekî destpêkekî bû û wiha got: "Gerîla Rêbertiya xwe esas girt, çek bêdeng bûn û paşvekişiyan. Gelê kurd ji bo aştiyê samimiyeta xwe nîşan dan. Bendewariya civakê ew bû ku dewlet gav bavêje lê helweste mijûlkirinê nîşan da. Ev yek jî nîşan dide ku hikûmeta AKP'ê çawa polîtîk nêzî çareseriya aştiyane û demokratîk dibe. Uçer diyar kir ku bi fedakariya yek alî pêvajo tê meşandin, balkişand ser kampanyaya 'Ji Ocalan re Azadî' û wiha got: "Ji aliyê insiyatîfên sivîl ve platforma 'Ji Ocalan re Azadî' hat avakirin. Derdorên cuda piştgirî dan vê kampanyayê. Çima lîderekî siyasî ku têkoşîna gelekî temsîl dike, çima dîl tê girtin? Çima girtî ye? Divê Rêberê Gelê Kurd birêz Abdullah Ocalan ku îradeya gelekî ye, bêyî şert serbest bê berdan."

'Ji bo aramiya Rojhilata Navîn em ji birêz Ocalan re azadî dixwazin'

Ozdal Uçer anî ziman ku divê Ocalan û 10 hezar girtiyên siyasî demildest serbest bên berdan û wiha pê de çû: "Eger ji bo aştiyê samîmî bin, em wekî KCD bang li hemû rayedarên dewletê dikin ku bi berpirsyarî tevbigerin. Em ê di her platformê de azadiya Rêberê Gelê Kurd birêz Abdullah Ocalan bixwazin. Ji bo aramiya Rojhilata Navîn em ji birêz Ocalan re azadî dixwazin."

Uçer balkişand ser pêvajoya diyalogê û diyar kir ku divê teqez hevdîtin li ser esasê hiqûqî bê meşandin û wiha got: "Ger bingeheke hiqûqî nebe, tu tiştek di jiyana civakî de nabe bersiv. Ger ji bo diyaloga li Îmraliyê tê meşandin qanûn neyê derxistin dê tenê di asta hevdîtinan de bimîne. Divê hevdîtinên bi nûnerê kurdan birêz Ocalan re tên meşandin fermî bin."

(ça)

Hemû mafên wê mîsogerkirî ye. DIHA © 2014