1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. "Em ê li Til Temir berxwedanê mezin bikin"
"Em ê li Til Temir berxwedanê mezin bikin",em,ê,li,til,temir,berxwedanê,mezin,bikin

"Em ê li Til Temir berxwedanê mezin bikin"

Hêzên parastina hevbeş: Em ê li Til Temir berxwedanê mezin bikin

A+ A-

MEHMET NURÎ EKÎNCÎ

TIL TEMIR – Li Til Temir şer û pevçûn ji nû ve dijwar bûn. Hêzên parastina hevbeş ên li Til Temirê ku ji YPG, Meclîsa Leşkerî ya Suryanî, Meclîsa Leşkerî ya Asurî, Sotoro, Zêrevanên Xabur pêk tên, diyar kirin ku ew ê li Til Temir berxwedanê mezin bikin û herêmê ji çeteyan paqij bikin.

Piştî êrîşên 23’ê Sibatê çeteyên DAIŞ’ê şevê din dîsa êrîşî gundên Xabûrê kirin. Li hemberî van êrîşan hêzên parastina hevbeş ên li Til Temirê ku ji YPG, Meclîsa Leşkerî ya Suryanî, Meclîsa Leşkerî ya Asurî, Sotoro, Zêrevanên Xabur pêk tên, di hefteya duyemîn de xeta parastinê xurt dikin.

Hêzên parastina hevbeş ku li ser nirxên hevpar ên gelan têkoşînê dimeşînin diyar kirin ku ew bi tu awayî rê nadin çeteyan. Şervanan diyar kirin ku di demeke kurt de wekî Kobanê, Til Hemîs û Til Birakê wê çeteyên DAIŞ’ê li Til Temir têk biçin.

Şervanan gotin ku çeteyên DAIŞ’ê bi alîkariya hin hêzên wekî Tirkiyê êrîşî Rojava û gelê Asurî dikin. Şervanên Asûrî û Suryanî bang li gelên Suryanî û Asurî kirin ku vegerin xaka xwe û tevlî parastinê bibin.

Endamê Asayîşê yê Asurî Selibo, diyar kir ku heta roja îro bi gelên herêma Til Temirê re li ser esasê nirxên hevpar jiyana xwe domandine û got: “Hinek nokerên xwecihî îxanet li me kir û çeteyan êrîş kirin. Lê em ji bo parastina bajar û axa xwe 24 saetan ranazên. Emê heyfa gelê asûrî yên hatine revandin û qetilkirin, hilînin.”

‘Yên ku axa xwe terk kiriye bila vegerin’

Şervanê YPG’ê Serhat jî diyar kir ku ew ê wekî Kobanê, Til Hemîs û Til Birakê çeteyan li Til Temir jî têk bibin û got ku ewê li gel hêzên parastina Asurî-Suryanî di bin her şertan de parastinê mezin bikin. Serhat got ku ew li hemberî dijminên mirovahiyê xaka xwe bernadin û bang li kesên ku ji bajar derketine kir ku vegerin û tevlî têkoşîna rûmetê bibin.

‘Li serê vê xakê dîrok û pêşeroja me heye’

Endamê Zêrevanên Xabûrê yê bi navê Nînebo jî da zanîn ku çeteyên DAIŞ’ê virûsên ku li serê mirovahiyê bûne bela ne û got ku ew ê li gel YPG’ê berxwedana Til Temir bihêz bikin. Nînebo anî ziman ku çete tu nirxên mirovî û exelaqî li ber çavan nagirin û wiha dom kir: “Li Til Temir dîroka me û pêşeroja nifşên nû heye. Çi dibe bila bile em ê van çeteyan li van deran nedin jiyandin. Lewre em bang li hemû Asurî-Suryaniyan dikin ku li ku dera cîhanê bin bila bibin vegerin û tevlî berxwedanê bibin.”

(aq)

ANHA