‘Em ê mal û taxên xwe bikin dibistan’
ÎZMÎR (DÎHA) – KURDÎ-DER’a Îzmîrê di 25’ê cotmehê de dê bi 24 mamoste û 135 xwendekaran ve dest bi xebatên xwe yên serdema nû bike. Serokê KURDÎ-DER’ê ya Îzmîrê Ramazan Kaygisiz destnîşan kir ku dê mal, kolan û taxên xwe veguherînin dibistanan.
Li Tirkiyeyê pêkûtiyên li ser zimanê kurdî bi her awayî didome lê gelê kurd jî ji bo hînbûna zimanê xwe û hiştina ji bo nifşên nû modela xwe ya perwerdehiyê ya nû pêş dixe. KURDÎ DER a ku perwerdehiya zimanê kurdî dide dest bi xebatên xwe yên dema nû dike. KURDÎ DER a Îzmîrê ku ji 2009’an heta niha xebatên xwe dimeşîne her sal 8 mehan perwerdehiya zimanê kurdî dide. Îsal jî di 25’ê cotlehê de bi 24 mamoste û 135 xwendekaran ve dest bi serdema nû ya perwerdehiyê dike. Di pola yekemîn de 60, pola duyemîn de 64 û di pola sêyemîn de jî 29 xwendekar dê perwendehiyê bibînin. Tê armanckirin ku îsal dersên ku tên dayîn bi deng û dîmenan bigirin bin qeydan.
Der barê xebatên serdema nû de Serokê KURDÎ DER a Îzmîrê Ramazan Kaygisiz agahî da û diyar kir ku ew ji 2009’an heta niha li Îzmîrê bi awayeke rêk û pêk perwerdehiyê didin û sertîfîka dane bisedan xwendekarin. Kaygisiz bilêv kir kul i metropolan gel nikare tam xwedî li zimanê xwe derkeve û ev jî barê wan giran dike û wiha berdewam kir: “Taxên ku zêdetir gelê me dijîn tirkî diaxivin li her tax û kolanan bi tirkî tê axaftin. Ev jî dibe sedem ku zarok zimanê xwe yê dayikê hîn nebin. Em dikarin mal, kolan û taxên xwe bikin dibistanekî.”
Kaygisiz bang li kurdên li Îzmîrê dijîn kir û xwest li hemû qadên jiyanê de kurdî biaxivin û wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Gelê kurd bi salan e ji bo zimanê dayikê têdikoşe. Dewleta tirk her çiqas îdia bike ku zimanê kurdî neqedexe ye jî navên kurî û tîpên kurdî Hê jî qedexe ne. Ji ber vê yekê jî divê kurd li metropolan xwedî li zimanê xwe derkevin û kurdî pêş bixin.
(sa/