‘Em ê pêvajoyê bidomîn in’
‘Em ê bi azadî û bîrdoziya şehîdên xwe pêvajoyê bidomîn in’
ÊLIH (DÎHA) - Weke her hefteyê li Kolana Gulîstanê ya Êlihê, çalakiya "Bila winda bên dîtin kujer bên darizandin" hat lidarxistin. Vê hefteyê bi minasebata 18’ê Gulanê roja "Şehîdên Gulanê" di pêşengiya MEYA-DER’ê de hemû cangoriyên meha gulanê hatin bibîranîn û meş hate li darxistin.
Weke her hefteyê li Kolana Gulistanê ya Êlihê, çalakiya "Bila winda bên dîtin kujer bên darizandin" hat lidarxistin. Bi minasebata "Şehîdên meha Gulanê" vê hefteyê li gel ÎHD û xizmên wendayan, nûnerên MEYA-DER’ê jî tev li çalekiyêbûn. Çalekî di pêşengiya MEYA-DER’ê de hate li darxistin. Di çalekiyê de pankarta “Bila winda bên dîtin faîlên wan bên darizandin” hat vekirin û malbat û xizmên windahiyan, PKK’î û HPG’î yên di dîrokên cûda de jiyana xwe dest dane wêneyên zarokên xwe hildan. Di çalekiyê de malbat û xizmên windayan, malbatên PKK’î û HPG’yên jiyana xwe ji dest dane, rêveber û endamên ÎHD, rêveberên BDP, KURDÎ-DER, MEYA-DER, KESK, Însiyatîfa Dayikên Aşîtiyê, nûnerên rêxistinên saziyên civakî yên sivîl û bi sedan kes amade bûn.
Serokê MEYA-DER’a Êlihê Ekrem Degîrmencî yê ku demek beriya niha ji doza KCK’ê hate berdan daxuyanî xwend. Degîrmencî, diyar kir ku meha Gulanê meha şehîdên têkoşîna wan in û ev meh bûye meha wan kesên di berxwedana çand, ziman û hûnera gelê kurd de jiyana xwe ji dest dane. Degîrmencî, bal kişand ser pêşengên di şoreşa azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane û wiha got: “Ji Seyîd Riza, Leyla Qasim, Hozan Mizgîn, Îbrahîm Kaypakkaya, Hakî Karer, Halîl Çavgun, Hewler û her wiha her çar hevalên ku sedsala 20’an di zîndana Amedê de bi agirê bedena xwe ronî kirine ji me re bûne mînak. Em di kesayeta van hevalan de di meha Gulanê de bi hezaran şehîdên şoreşê bibîr tînin. Bêguman vê qonax û pêvajoya ku em gihîştinê bi saya fedakariya wan e. Bi ronahiya wan pêşeroja gelê kurd û rojhelata navîn ronî bûye.”
‘Em ê bi bîrdoziya şehîdên xwe pêvajoyê bidomîn in’
Degîrmencî, destnîşan kir ku pêvajoya ji aliyê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ve hatiye destpêkirin ew ê bi azadî û bîrdoziya şehîdên xwe bidomînin û di vê meşa azadiyê de gelek bedelên giran biha hatine dayîn. Degîrmencî, anî ziman ku ew bi hemû hêza xwe alîkarî didin pêvajoya ku ji aliyê rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ve hatiye destpêkirin û ev dem dema çareseriyê ye.
‘Em şehîdên xwe ji bîr nakin’
Piştî Degîrmencî, Parlementera BDP’ê ya Êlihê Ayla Akat Ata jî derbirî ku ew di şexsê şehîdên Gulanê de hemû cangoriyên şoreşê bibîr tînin û kesên wek Hozan Mizgîn, Şîrîn Elmhuyî û Leyla Qasim û bi hezaran kesên di têkoşîna azadiya de jiyana xwe ji dest dane ji bîr nakin. Ata, anî ziman ku dê di riya cangoriyên şoreş û azadiyê de bi meşîn û wiha got: “Em ê her tim paşaroja xwe bibîr bînin. Di têkoşîna 30 salî û beriya wê de me bi hezaran can û şehîdên di vê riyê de dane. Ji niha şûn ve ne mimkûne em ji vê riyê vegerin. Em ê her tim li şehîd û cangoriyên xwe xwedî derbikevin.”
Şehîdên Gulanê bi meşê hatin bi bîranîn
Piştî daxuyanî û axaftinan bi sedan kes li kolana Gulîstanê kom bûn û heta rêxistina BDP’yê ya nevçeya navendî ya Êlihê meşiyan. Di meşê de dayik û malbatan wêneyên kesê jiyana xwe ji dest dane hildan û bê navber slogana “Şehît namirin” berz kirin. Meş li ber avahiya BDP’ê bi dawî bû. Balkêş bû daxuyanî û meş ji aliyên polîsên sivîl ve dihatin qeydkirin.
(bg/mae)