1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. ´Em ê roja pênçşemê bi aqilmendan re bicivin´
´Em ê roja pênçşemê bi aqilmendan re bicivin´,em,ê,roja,pênçşemê,bi,aqilmendan,re,bicivin

´Em ê roja pênçşemê bi aqilmendan re bicivin´

Erdogan: Em ê roja pênçşemê bi aqilmendan re bicivin

A+ A-

Serokwezîrê Tirk Recep Tayyip Erdogan di civîna koma Partiya xwe de axivî û diyar kir ku lîsteya koma aqilmendan hatiye amadekirin û dê roja pênçşemê bi wan re bicive. Erdogan diyar kir ku dê xebatên “heyetan” bi qasî mehekê bidomin.

Serokwezîrê Tirk Recep Tayyip Erdogan di civîna koma partiya xwe ya Meclîsê de derbarê lîsteya komîsyona aqilmendan de daxuyanî da.

Erdogan da zanîn ku dê îro lîsteya aqilmendan bi temamî diyar bibe û dê roja pênçşemê bi wan re bicivive û diyar kir ku dê xebatên “heyetan” bi qasî mehekê bidomin.

Erdogan got: “Me heyetek a aqilmendan ku dê bikarin desteka civakî bigire û pêvajoyê bişopînin tesbît kir. Me heyetek ji nivîskar, hunermend, akademîsyen û nunerên saziyên sivîl ên ku bawerî bi gotinên wan hene diyar kiriye.”

Erdogan got: “Em ê li gorî heft herêmên cografî plansaziya xwe çêbikin. Em ê roja pênçşemê bi heyetê re bicivin û bi hev re bişêwirin. Em guhdarî nêrîn û pêşniyarên wan bikin û em ê ji bo wan hin çalakiyan li dar bixin û bi gel re bînin cem hev.”

Erdogan da zanîn ku ev heyet dikare konferans pêk bîne û hevdîtinan bi çapemeniyê re pêk bîne û got: “Tenê bikarin di mehekê de xebata xwe biqedînin û raporê pêşkêşê me bikin. Di vê demê de çiqas çalak bin baş e, pêwîstî bi hemû hunermend û nivîskarên Tirkiyeyê heye. Li vir kadroyeke temsîlî heye.”