1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. ‘Em ê tu carî rê nedin Lozaneke duyemîn’
‘Em ê tu carî rê nedin Lozaneke duyemîn’,em,ê,tu,carî,rê,nedin,lozaneke,duyemîn

‘Em ê tu carî rê nedin Lozaneke duyemîn’

A+ A-

SERKAN DEMÎREL - LOZAN 27.07.2014 07:25:28 Bi sedan Kurd û dostên wan ên bi wesîleya 92. salvegera peymana Lozanê de hatin cem hev, peyman protesto kirin. Kurdên ku ji Lozanê bang li hêzên navneteweyî kirin, dan xuyakirin ku ew e destûrê nedin ev peymana sînorên wê bi şoreşa Rojava re bêwate bûne, careke din bê dûbarekirin.

Bi pêşengiya Navenden Civaka Kurd a Demokratîk li Swîsreyê, bi wesîleya 92. salvegera peyaman Lozanê bi beşdariya bi sedan Kurdistaniyan li Lozanê meş û mîtîngek protestoyî hat lidarxistin. Meşê ji meydana Riponne'yê destpê kir û heta kolana Ouchy a lê peyman hat morkirin, dewam kir. Dûre li ber cihê peyman lê hat morkirin mîtîng hat lidarxistin û pankartên bi nivîsa "Ji Lozana 2. re Na", "Lozan bê hikum e", "40 mîlyon Kurd statu û edaletê dixwazin" hatin vekirin, dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Bijî Berxwedana Rojava" û "Emê tu carî rê nedin Lozaneke duyemîn" hatin qîrîn.

Di meşa ku Federasyona Karkerên Koçber a Swîsreyê (IGIF) destek da de, li ser wateya vê peymanê ji bo Kurdan broşur hatin belavkirin. Endamê Meclîsên Civaka Kurd a Demokratîk Hanîfî Hoca li mîtîngê axivî û destnîşan kir û bi şoreşa Rojava re peyman ji aliyê Kurdan ve bi temamî bê hikum bûye.

Hoca ragihand ku zîhniyeta beriya 92 salan parçebûyîn li Lozanê li ser Kurdan ferz kir niha hatiye tunekirin û destnîşan kir ku bi têkoşîna Têkoşîna Azadiyê ya Kurd û Rêbertiya wê re, planên hêzên navneteweyî û xulamên wan, hatine pûçkirin.

Hoca bal kişand ser girîngiya şoreşa Rojava ji bo Kurdan û gelên din û ragihand ku li pişt êrîşên DAIŞ'ê yên li hemberî Rojava, hêzên peyaman Lozanê mor kirin û Kurd kirin çar parçe hene. Hoca êrîşên DAIŞ'ê yên li hemberî Kobanê bibîr xist û got, "Ev êrîşên li hemberî destketiyên Kurdan nayên qebûlkirin. Yên ku bi van êrÎşan re Lozaneke duyemîn li ser Kurdan ferz dikin divê baş zanibin ku emê tu carî destûr nedin vê yekê. Me bi şoreşa Rojava re sînorên di nava me de hatin destnîşankirin rakirin û bi vê re me mejiyê bêstatuyî li ser me ferz dikir jî ji tune kirin. Û ji bo hemû gelan em bi felsefeya Rêber Apo re jiyan û sîstemeke nû ava dikin."

Li dû axaftina Hoca bi zimanê Fransî metnek hat xwendin û dûre li ser navê PYD'ê axaftin hat kirin. Di vê axaftinê de jî banga destekkirina şoreşa Rojava hat kirin.