"Em ê êdî xeyalên gelê Kurd bikin rastî"
ANF / 29 Gulan 2011 BRÛKSEL - Serokê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûrat Karayilan di peyama nivîskî ya ji 11. Cıvata Giştî ya Kongreya Netewî ya Kurdistanê (KNK) re şand de diyar kir ku êdî ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd demh hatiye û destnîşan kir ku ji her demê zêdetir niha pêwîstî bi yekitiya netewî heye.
Serokê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûrat Karayilan di peyam ji 11. Civata Giştî ya KNK’ê re şand de got; “Em êdî dixwazin di vê dema dîrokî de xeyalên gelê Kurd ên sedsalan bikin rastî. Kurdistan êdî azad bibe. Di sererastkirina herêma Rojhilata Navîn de cihekê ji bo gelê Kurd jî ava bikin. Ji bo vê yekê hêvî û baweriya me niha ji her demekê bêhtir xurt e.”
Karayilan di peyama ji Civata Giştî ya KNK’ê re şand wiha got;
“Di serî de ji bo hemû endamên Civatê û tevahî beşdarvanan rêz û silavên germ pêşkêş dikim, di xebata we de, ji bo we hemûyan serkeftinê dixwazim.
11. Civata Giştî ya KNK’ê di pêvajoyeke pir girîng de dicive û dest bi xebata xwe dike. Ez hêvîdarim guftûgo û biryarên ku Civata KNK’ê pêşbixe wê ji bo bihêzbûna têkoşîna azadiya Kurd û ji bo pêşxistina yekîtiya netewî wê roleke girîng bileyîze.
Roja îro têkoşîna azadiya Kurdistanê gihiştiye qonaxeke pir girîng. Ev qonax, ji bo dahatûya gelê me pir stratejîk e. Wekî tê zanîn niha di herêma Rojhilata Navîn de pêşveçûnên nû hene. Di serî de gelên Ereb û bi esasî tevahî gelên herêma Rojhilata Navîn li hemberî sîstema modernîteya kapîtalîst û statukoparêz serê xwe hildane. Gelên herêmê vê sîstema niha napejirînin û li ser vî esasî ketine nav lêgereke têkoşîn û berxwedanê. Ev pêvajoya nû wê di herêma Rojhilata Navîn de guhertineke bingehîn pêşbixe. Hêzên modernîteya kapîtalîst-sermayedar dixwazin vê rewşê ji bo berjewendiyên xwe bikin bingehê guhertina sîstema xwe. Ji bo ku ev rabûna gelan nebe şoreş, bifertile restorasyonê, ango bifertile guhertina sîstema heyî û herêm cardin bikeve bin kontrolê hewldaneke mezin heye. Di serî de Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê û tevahî hêzên Rojava dixwazin herêmê ji nû ve dîzayn bikin. Di vê dîzaynê de rola sereke didin dewleta Tirkiyê û hikûmeta AKP’ê. Dixwazin ji bo xeta Îslama nerm di bin pêşengiya AKP’ê de Tirkiyê ji bo herêmê bikin modêl. Li ser vî esasî Dewletên Yekbûyî yên Emerîka bi Tirkiyê re hevpeymanî çêkiriye. Ji Tirkiyê re gotine “tu di guhertina Rojhilata Navîn de bi min re be, pirsgirêka Kurd jî wekî tu dixwazî emê rêve bibin”.
Ev mijar, mijarek pir girîng e. Eger em Kurd xwe bi lez nekin hêz û vînek xurt, cardin xeteriya qurbankirina Kurdan di rojevê de ye. Hêzên Rojava ji bo berjewendiyên xwe yên stratejîk dikarin cardin Kurdan bikin qurban. Ev xeterî heye. Ji bo ku di sererastkirina nû de cihê Kurdan jî hebe, ne wekî berê Kurdan tune bikin, an nas nekin, na! Ji bo cihê Kurdan jî hebe û ji bo ku em xeteriyên li pêş biborînin, di vê dema dîrokî de tişta herî girîng yekîtiya gelê Kurd e. Ji ber ku Rêber APO van xeteriyên li ser Kurdan dibîne pir zêde girîngiyê dide mijara yekîtiya gelê Kurd. Û heta niha gelek caran ji bo yekîtiyeke netewî ya demokratîk ava bibe peyam dan. Çima? Ji ber ku eger em wekî Kurd di vê dema dîrokê de xwe bikin yek, stratejiyeke hevbeş ava bikin û em wekî îradeyeke xurt di rojevê de xwedan helwest bin, emê bixwe cihekî xwe ava bikin. Emê bi hêza xwe ji bo xwe cihekê ava bikin. Dema ku hêzên navnetewî û hêzên herêmî binêrin ku em wekî hêzek in, heta ku cihekî ji me re ava nekin wê sîstem di herêmê de bicih nebe û aramî çênebe, wê çaxê mecbûr in ji bo me cihekê diyar bikin, statuya Kurdan diyar bikin. Kurd heya niha bê statu ne. Li Başûrê Kurdistanê statuyek ava bûye. Jêre dibêjin federasyon, lê yek ji hêzên herêmê jî ev hezm nekiriye. Kengî derfet bibînin wê vê statuyê jî li Başûrê Kurdistanê ji holê rakin. Ji ber wê yekê divê kes xwe nexapîne. Ger em niha li ser esasê stratejiyeke hevbeş hêzên xwe bikin yek, xwe bikin îrade û bixwe cihê xwe ava bikin, wê çaxê wê hemû hêz bibînin ku ne mimkune me mijûl bikin, me bixapînin, neçar in ew jî siyaseta xwe ya li ser welatê me Kurdistanê jinûve li ber çavan re derbas bikin. Ji bo wê yekê em wekî tevger di vê demê de mijara yekîtiya netewî mijara herî girîng dibînin.
Berî vê du hefteyan me 8.Civata Giştî ya Kongra-Gel li dar xist û qedand. 8.Civata Giştî ya Kongra-Gel jî di derheqê yekîtiya netewî de biryar girt û ji bo tevahî hêzan bang kir. Di vê çarçoveyê de serdana heyeta KCD’ê ya Başûrê Kurdistanê me guncaw dît. Divê êdî gavên yekîtiya netewî bi lezgînî bikeve rojevê û neyê taloqkirin. Ji ber vê, ez hem wekî şexsekî endamê Civata KNK’ê û hem jî bi navê KCK’ê dibêjim ku em heta dawî bi kar û barên yekîtiya netewî re ne. Di vê çarçoveyê de xebata ku KNK bimeşîne, em heta dawî li pişt vê xebatê ne. Ji ber ku em bi taybetî di vê demê de yekîtiya gelê Kurd mijareke pir girîng dibînin, mijareke stratejîk dibînin. Eger em wekî gelê Kurd di vê demê de xwe bikin yek, emê biser bikevin. Yekbûn nebe wê çi bibe? Em wekî KCK bi xwe bawer in. Cardin emê ji bo parastina mafê gelê Kurd li her çar parçeyan çi bikeve ser me, emê pêk bînin û em bi serkeftinê bawer in. Lê belê ji bo ku em bi zirarek kêm biser bikevin, ji bo ku em serkeftinê misoger bikin, ji bo ku em di demek kurt de gelê xwe bigihînin qonaxa azadî û demokrasiyê divê em yek bin. Divê her kes bi berpirsiyarî nêzîkî vê pêvajoyê bibe. Ji bo wê em di yekîtiyê de xwedan israr in. Lê wekî tê zanîn, di çarçoveya sîstema KCK’ê de jî îro li Kurdistanê perspektîfeke yekîtiyê heye û emê bimeşin. Di vê qonaxa girîng de çi dikeve ser me, emê wê pêk bînin.
Ji ber vê fikir û ramanê me niha li Bakurê Kurdistanê pêvajoyeke yekîtiya siyaseta Kurd pêşxistiye. Di vê çarçoveyê de me bi gelek rêxistinan re hevdîtin çêkiriye û wekî hûn dizanin li ser esasê lîsteya hilbijartina di Tirkiyê de wekî namzetên Eniya Ked, Azadî û Demokrasiyê yekbûnek çêbû. Hîn ne temam e, lê ez bawer dikim ku ev gava yekîtiyê wê li Bakurê Kurdistanê bibe bingehê yekîtiya netewî. Heman tişt ji bo ku li Rojavayê Kurdistanê jî pêşbikeve di aliyê me de hewldan çêbûn û ez bawerim gavên li wir jî hatin avêtin gavên hêja ne. Li wir jî wê yekîtiya di navbera siyaseta gelê Kurd de pêşbikeve. Heman tişt divê li Rojhilatê Kurdistanê jî çêbibe, li Başûrê Kurdistanê jî çêbibe. Ji bo li van beşan jî yekîtiya netewî pêşbikeve cardin hewldanên me hene. Û ya esasî di nav her çar parçeyan de li ser esasê platformên konferans an jî kongreya netewî yekbûna gelê Kurd a netewî ye. Ji bo vê jî hewldanên di aliyê KCD’ê de, hewldanên di aliyê KNK’ê de dikevin rojevê em li pişt wan in. Kî ji bo yekîtiya netewî ya demokratîk bixebite em bi wan re ne. Ji ber ku em dixwazin di vê demê de êdî biser bikevin. Em êdî dixwazin di vê dema dîrokî de xeyalên gelê Kurd ên sedsalan bikin rastî. Kurdistan êdî azad bibe. Di sererastkirina herêma Rojhilata Navîn de cihekê ji bo gelê Kurd jî ava bikin. Ji bo vê yekê hêvî û baweriya me niha ji her demekê bêhtir xurt e.
Bi taybetî li Bakurê Kurdistanê, eger piştî hilbijartinê dewleta Tirkiye gavên çareseriyê bi şêwazekî zelal û berçav neavêje, di vê xisûsê de helwesta xwe zelal neke û pêvajoyeke nû pêşnexe, em nêzîkbûnên taloqkirinê, li ser wext belavkirinê qet û qet qebûl nakin, emê li hemberî wê bi perspektîfa Şerê Gel ê Şoreşgerî bersiv bidin. Ji ber ku em vê dizanin a niha dem hatiye. Divê pirsgirêka Kurd a niha çareser bibe. Nêzîkbûnên taloqkirinê, li ser wext belavkirinê nêzîkbûnên tasfiyekirinê ne. Em dizanin ku eger em derfetê heyî bikar neynin û di vê dema dîrokê de çareseriya pirsgirêka Kurd pêşnexin, wê dagirkerî li hemberî me derfetên heyî bikar bîne û li dijî me cardin êrîşên qirkirinê bike rojevê. Ji bo wisa nebe, ji bo ku ev derfetê heyî bibe bingehê azadî û demokrasiyê emê erkên dikevin ser me pêk bînin. Lê em dixwazin di bin banê KNK’ê de tevahî siyasetmedarên Kurd jî bi berpirsiyarî nêzîk bibin û erkên xwe pêk bînin. Li ser vî esasî em KNK’ê mezin bikin, bikin meclîsa tevahî gelê Kurd.
Bi vê hêviyê û bi van hestan ez cardin di xebata we de ji bo we hemûyan serkeftinê dixwazim, silav û rêzên xwe pêşkêş dikim.”
ANF NEWS AGENCY