1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. "Em êrîşê li hemberî xwe dibînin"
"Em êrîşê li hemberî xwe dibînin",em,êrîşê,li,hemberî,xwe,dibînin

"Em êrîşê li hemberî xwe dibînin"

Gundiyên Pirsusê: Em êrîşa Erdogan li hemberî xwe qebûl dikin

A+ A-

Piştî Kurdên Sûriyê bajarên lê dijîn rêveberiya wan kirin bin kontrola xwe, li ser sînorê Tirkiyeyê tevgeriya leşkerî zêde bû. Sewqiyata leşkerî ya li ser sînorê zêde dibe û welatiyên li gundên girêdayî Pirsusê dijîn jî bi guman in. Welatiyê ji gundê Gokan Remezan Altintem, diyar kir ku tiştên dijîn bi fikar temaşe dikin. Altintem, bertek nîşanî daxuyaniyên Serokwezîr Erdogan ên piştî kurdên li Suriyeyê li bajarên li dijîn rêveberên herêmî destser kirin ên "Em dê ya pêvîst bikin" da û wiha got: "Em wê êrîşê li hemberî xwe qebûl dikin."

Piştî kurdên li Suriyê dijîn bajarên lê dijîn xistin bin kontrola xwe tevgeriya leşkerî ya li ser sînorê Tirkiye û Suriyê zêde bûn. Tevgera leşkerî ya li 2'yemîn Fermandariya Tabura Sînor a li gundê Murşîtpinarê ya navçeya Pirsusê ya Rihayê zêde bû û gelek wesayîtên zirxî li herêmê hatin bicîhkirin û herêm ji aliyê wesayîtên kar ve tê sererastkirin. Tevgera leşkerî ya li 11 gundên Pirsusê yên li hemberî bajaroka Ayn-El a navçeya Kobaniyê ya Halepê balê dikêşîn e. Tevgera leşkerî ya li ser sînorê Suriyeyê pêk tê gundiyê diltirs dike.

Gundiyan bertek nîşanî daxuyaniyên Serokwezîr Erdogan ên piştî kurdan li gelek bajarên Suriyeyê rêveberên herêmî destser kirin ên "Em dê yên pêvîst bikin" dan. Welatiyê li gundê Gokan dijî yê bi navê Ramazan Altintem, bal kişand ser sewqiyat leşkerî ya di rojên dewî de zêde bû. Altintem, diyar kir ku hate niha li bajaroka Ayn-El Arap a navçeya Kobaniyê ya Halepê tu dengê pevçûnan nebihîstin tenê dengê çekên ji ber dehwetan tên avêtin bihîstin. Altintem, bertek nîşanî gotinên Serokwezîr Erdoganên têkildarî kurdên SUriyeyê de gotin da û wiha got: "Em êrîşeke li hemberî Kobanî, Afrîn, Kamişlo, Amude, Halep, Derîk, Hasekî, Serê Kaniyê, Dirbesiye û Tirbe Spi yê qebûl nakin. Em dê wê êrîşê weke li hemberî me pêk hat qebûl bikin. Heke êrîşek pêk bê em jî dê gundên xwe vala bikin û mexdur bibin. Ji ber vê yek em wê yekê qebûl nakin."

'Leşker destûrê nadin zeviyan avbidin'

Welatiyê ji gundê Mulahamzayê Ramazan Doganturk jî diyar kir ku her tim leşker û wesayîtên zirxî li gundê wan derbas dibin. Doganturk, anî ziman ku geşedanên li ser sînor û Suriyeyê dijîn bi fikar temaşe dikin û wiha got: "Hêvî dikim ku şer dernakeve." Welatiyê li gundê Bethe yê dijî Mehmet Bozan Otkun jî diyar kir ku di salên 90'an de ji ber şer 2 gund bi tememî hatin valakirin û nifusa 9 gundên din jî piranî koçber bû. Welatiyên li gundên Alîzan û Kopê dijîn jî diyar kirin ku ew geşedanên li Suriyeyê bi fikar temaşe dikin û xwestin ku demildest aştî pêk bê. Gundiyan, anîn ziman ku di demên dawî de sewqiyata leşkerî zêde bû û hinek şevan leşker destûrê nadin ew zeviyên xwe avbidin.

'Em 30 salin weke penaberan dijîn'

Otkun, da zanîn ku gelê Suriyeyê ji ber birçîbûn, xizanî û zilmê serî hilda û wiha axivî: "Em gundiyên li ser sînor 30 salin weke penaberan dijîn. Yek jî heke serokwezîr mudaxeleyê li kurdên Suriyeyê bike dê me jî sirgûnî bajareke din bike. Em dê di nav penaberiyê de penaberiyê dijîn." Otkun, bilêv kir ku ew naxwazin di navbera kurdên li Suriyê û Tirkiyeyê de şer pêk bê û wiha pê de çû: "30 salin şivan nikarin sewalan nêzî qereqolan biçerînîn. Em şevê jî nikarin berê xwe bidin zeviyên xwe. Berê tu hincetên wan tunebûn. Niha jî vê yekê dikin hincet. Dibêjin nêzî sînoran nebin em li hemberî êrîşekê sînor diparêzin. Lê ji min re bi bawerî nayê."

(bd/mae)