1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. 'Em û Rojava tev yek in'
'Em û Rojava tev yek in',em,û,rojava,tev,yek,in

'Em û Rojava tev yek in'

A+ A-

MEHMET CURAN

AMED (DÎHA) - Saziyên civakî balkişandin êrîşên li hember Rojava û êrîş şermezar kirin. Serokê Şaxa ÎHD'ê ya Amedê Racî Bîlîcî diyar kir ku êrîşên li ser Kobanê dibin, ne ji rêzê ne û dagirkirina Rojava dagirkirina hemû Kurdistanê yê. Endama Meclisa Dayikên Aştiyê ya Amedê Nevriye Kaçan da zanîn ku zilma çete û dewletê êdî nayê qebûl kirin û wiha got: "Em û Rojava tev yek in û kurd in. Em ê li pişta hev bin û bi hev re bitekoşin."

Çeteyên DAIŞ'ê di rojên dawî de êrîşên ku li ser bajarê Kobanê ya Rojavayê Kurdistanê zêde kir û li her derê gelê kurd êrîşan şermezar dike û piştgiriyê didin berxwedana Rojava. Çeteyên DAIŞ'ê piştî ku bajarê Musulê ya Iraqê bi dest xist, bi çekên giran êrîşî Kantona Kobanê kir. Gelek caran hat ziman ku hêzên navneteweyî piştgiriyê didin çeteyên DAIŞ'ê. Saziyên civakî yên Amedê diyar kirin ku windakirina Kobanê û Rojava winda kirina, çar perçeyê Kurdistanê ye.

'Em û Rojava tev yek in'

Endama Meclisa Dayîkên Aştiyê Nevriye Kaçan diyar kir ku ev zilma çete û dewletê êdî nayê qebûl kirin û bila her kes bi reng û dengê xwe xwedî li Rojava derkeve. Kaçan anî ziman ku li pişt çeteyên DAIŞ'ê hikûmeta AKP'ê heye û heke mirovek misilman be vê zilmê pêk nayne û wiha got: "Çima hun mafên kurdan qebûl nakin? Zarokên kurd ji ber zilma dewletê çûn derve. Ji ber we gundên me hat şewitandin. Me bi zora we koç kir. Dîsa jî dilê we rehet nebû. Hun niha bazdidin Rojava? Em û Rojava tev yek in û kurd in. Em ê li pişta hev bin û bi hev re bitêkoşin."

'Ji heft salî heta 70'ê salî em ê bi temamî rabin'

Kaçan da zanîn ku dixwazin kurdan tune bikin û wiha got: "Îro li ser kurdan sekinîne, dibêjin ku em bi her awahî lêxin. Belkî dikarin zilmê li kurdan bikin, lê nikarin kurdan tune bikin. Kurd êdî zana û li ser piyan e. Kurd dê her tim hebin. Em dixwazin êdî şer çênebe û êdî mirov bila neyên kuştin. Wek dayîkên kurd dilê me êşiya, êdî bila dilê dayîkên din neyşê. Em jî ji heft salî heta 70'ê saliyan em ê bi temamî rabin. Êdî em azadiyê dixwazin."

'Ev çete ji însaniyetiyê derketine'

Serokê Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ya Amedê Racî Bîlîcî jî diyar kir ku gelê Rojava li hember êrîşan xwe diparêze, mafên tu kesî jî binpê nekiriye. Bîlîcî anî ziman ku gelê Rojava siyaseta ku pêşxist ji hemû gelan re bû çareserî, lê dewletên dagirker ji vê yekê aciz bûne û ji ber vê yekê xwestine mûdaxele bikin. Bîlîcî da zanîn ku dewletên dagirker hê jî piştgirî dide çeteyan û wiha domand: "DAIŞ li Rojhilata navîn qetlîama dike û mafên mirovan binpê dike. Ev pêkanîn di tu olê û îdeolojiyê de tune ye. Ev çete ji însaniyetiyê derketine." Bîlîcî destnîşan kir ku dewleta tirk naxwaze li Rojava şer bi dawî bibe û li pişt van êrîş û qetlîaman Tirkiye heye.

'Divê Kurd tev hişyar bibin'

Bîlîcî destnîşan kir ku qetlîamên ku bi destê DAIŞ'ê çêdibin jî ji bo dagirkeriya Kurdistanê ye û wiha axivî: "Hêzên derve û Tirkiye dixwazin li Rojhilata Navîn de her tim alozî û gengeşî hebe ku ew armancên xwe yên emperyal bi cîh bînin. Kurd jî dev ji çand, dîrok û welatê xwe bernade. Heke Rojava hat îşgal kirin û ji dest derket û qetlîam çêbibin ji sedî sed dê Kurdistana Başûr jî biçe. Wê demê dê gelek qetlîam jî pêk bên. Ev gelek aşkera ye."

Bîlîcî, anî ziman ku divê hemû sazî û hêzên kurdan li ser vê bûyera dawiyê bisekine û wiha got: " Erîşên ku îro li ser Kobanê çêdibe, ne bûyera di rêzê de ye. Kobanê gelek cîhekî stratejîk e. Ji ber vê yekê divê kurd tev hişyar bibin."

(mc/ça)


Bêjeyên Miftehî