Encama anketa Mêrdînê: BDP sedî 62.4, AKP sedî 29.2
09:05 28.02.2014 1 / 2 NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA) - Navenda Lêkolînên Civakî û Polîtîk (SAMER) encama anketa Mêrdînê aşkera kir. Li gorî anketê BDP sedî 62.4 û AKP sedî 29.2 ye. Kordînatorê Giştî yê SAMER'ê Welat Ay anî ziman ku şoreşa gel ya Rojava bandora xwe li ser Mêrdînê kiriye.
Navenda Lêkolînên Civakî û Polîtîk (SAMER) der barê hilbijartinên herêmî ya 30'ê adarê lêkolînên xwe didomîne û SAMER'ê vê hefteyê anketa Mêrdîn û navçeyên Mêrdînê aşkera kir. Kordînatorê Giştî yê SAMER'ê Welat Ay anî ziman ku li Mêrdînê bi 6 hezar û 500 kesî re hevdîtin pêk anîne û wiha got: "Kesên ku me ji wan re hevdîtin pêk anî sedî 51 mêr û sedî 49 jin in. Malbatên ku me bi wan re hevdîtin pêk anî bi giştî ji 4 kesan pêktên û wekî ku me bi 24 hezar kesan re hevdîtin pêk aniye."
Kesên ku bi wan re anket hatiye çêkirin, di hilbijartinên 2011'an de ji sedî 50,6'ê wan dengê xwe dane BDP'ê û ji sedî 31,7 ji dengê xwe dane AKP'ê. Li gorî anketa SAMER'ê, BDP bi rihetî şaredariyên; Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê, Artuklu, Qoser, Nisêbîn, Dêrik, Şemrex, Kerboran, Stewrê bi dest dixe. Li gorî hilbijartinên 2011'an BDP'ê li navçeyên Mîdyat, Mehsertê û Yeşîllî dengên xwe pir zêde kiriye. Li gorî anketa SAMER'ê ger îro hilbijartin çêbibe dê encam wiha be:
Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê: Namzetên serbixwe Ahmet Turk û Februniye Akyol ku BDP piştgiriyê dide, % 62.4 AKP %29.2, Artuklu: BDP % 42.6, AKP % 41.6, Kerboran: BDP % 64.4, AKP % 24.3, Dêrik: BDP % 70.3, AKP % 21.3, Qoser: BDP % 69.6, AKP % 21.7, Şemrex: BDP % 68.2, AKP % 23.5, Midyat: BDP % 41, AKP % 48, yên bêbiryar % 9, Nisêbîn: BDP % 81.3, AKP % 11.4, Mehsertê: BDP % 39.2, AKP % 45.3, Stewr: BDP % 53.1, AKP % 36.5, Yeşîllî: BDP % 36.6, AKP % 55.
Rojava bandora xwe li ser Mêrdînê kir
Kordînatorê SAMER'ê Welat Ay anî ziman ku heta niha navenda Mêrdînê di destê partiyên pergalê de bû û ev çend serdem in navçeyên Mêrdînê jî di destê BDP'ê de ne. Ay bibîrxist ku di hilbijartinên 2011'an de li navçeya navendî ya Artukluyê dengên BDP'ê sedî 28 bûn lê niha derketiye sedî 42.6'an û li Artukluyê BDP bi ser dikeve. Ay wiha axivî: "Li navenda bajar bêtir ereb dijîn û ev yek jî nîşan dide ku neteweyên din jî dengê xwe didin BDP'ê. Di lêkolînên me de encameke wiha derdikeve holê. Şoreşa Rojava bandora xwe li ser Mêrdînê kiriye. Wekî tê zanîn ku di navbera Mêrdîn û Rojava de sînorekî çêkirî heye. Wekî Rojava li Mêrdînê jî netewên cuda dijîn." Ay balkişand ser namzetiya Ahmet Turk û wiha got: "Ahmet Turk nûnerê Kongreya Civaka Demokratîk e û paradîgmayekê temsîl dike. Ev paradîgma û paradîgmaya li Rojava dişibin hev."
'Mêrdîn mînaka şênber ya Neteweya Demokratîk e'
Welat Ay destnîşan kir ku ji ber ku di nav BDP'ê de çandên cuda bi rihetî dikarin xwe îfade bikin, suryanî, ermenî û ereb dengê xwe didin BDP'ê. Ay diyar kir ku BDP dixwaze bi destxistina Mêrdînê ve li Rojhilata Navîn konfederalîzma demokratîk ava bike û wiha got: "Gotina Ahmet Turk ya 'em ê Mêrdînê bikin paytexta Rojhilata Navîn' girêdayî fikra neteweya demokratîk û konfederalîzma demokratîk e. Mêrdîn mînaka şênber ya Neteweya Demokratîk e." Welat Ay anî ziman ku 3 serdem in navenda Mêrdînê di destê AKP'ê de ye û li gorî anket û lêkolîna wan ji ber ku li bajar xebat nehatine kirin û di xebatan de cudakarî hatiye kirin mêrdînî ji şaredariyê aciz in.
'AKP dengan pir winda dike'
Ay anî ziman ku piştî operasyona 17'ê kanûnê li Mêrdînê dengên AKP'ê kêm bûye û AKP bi Wezîrê Karê Hundir yê berê Muammer Guler ve hesabên bi destxistina şaredariyê dikir û wiha axivî: "Gelek kes ditirsin ku nelirêtî û qirêjî li Mêrdînê jî bên jiyîn. Ji ber vê yekê gelê Mêrdînê BDP'ê wekî alternatîf dibîne. Ji ber ku ev demeke dirêj e, BDP navçeyan rêve dibe û xwedî tecrube ye. AKP dengan pir winda dike.
Ay da zanîn ku tevgera kurd ya siyasî cih dide nasnameyên cuda û ji ber vê yekê netew û nasnameyên cuda tevli BDP'ê dibin. Ay wiha axivî: "BDP xwe tenê wekî nûnerê kurdan nabîne, cih dide hemû rengên kurdistanî. Ereb, mihelmî, suryanî û ermenî berê xwe didin BDP'ê. Di nav BDP'ê de cih girtina neteweyên din, ji fîgureke şeklî bêtir, divê li ser esasê rêveberî û bîrdoziyê bê destgirtin."
(îe-ça)