1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Encamnameya 14. Civata Giştî ya KNK'ê
Encamnameya 14. Civata Giştî ya KNK'ê,encamnameya,14,civata,giştî,ya,knk,ê

Encamnameya 14. Civata Giştî ya KNK'ê

A+ A-

BRUKSEL 03.06.2014 07:46:43 Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê bi danezanekê encamên 14. Civata Giştî ya ku di navbera 31'ê Gulan û 1'ê Hezîranê de li Brukselê lidar xist, ji raya giştî re aşkera kir.

14. Civata Giştî ya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) ku di navbera 31'ê Gulan û 1'ê Hezîranê de li paytexta Belçîka Brukselê di 31'ê Gulan û 1'ê Hezîranê de, bi beşdariya zêdetirî 200 nûnerên ji 36 dezgeh, partî, saziyên civakî, kesayetiyên her çar parçeyên Kurdistanê û dîasporayê pêk hat.

Di encamnameya civata giştî de hat ragihandin ku di karnameya rojeva civînê de, rewşa siyasî û pêşhatiyên dawî yên li Kurdistan, Rojhilata Navîn û Cîhanê, bi berfirehî hatin gotûbêjkirin.

Hat diyarkirin ku di heman demê de mesajên partiyên siyasî, rêxistinên siv^l ên Kurdistan û dîasporayê hatin pêşkêşkirin û hat gotin, "Di peyaman da xurtkirna rol û misyona KNK'ê û xebat û tekoşîna Neteweyî û Niştîmanî û parastina destketiyên gelê kurd û kurdistanê derketin pêş. Di tevahiya axaftin, gotûbêj û peyaman da xwedî derketin li sistema xweserîya demokratîk ya rojavayê Kurdistanê, parastina destketiyên herêma kurdistanê, geryan li pey vedîtina çareseriyên nakokîyên di nav hêzên Kurdistanî, herweha ew qeyrana di navbera hukumeta herêma kurdistanê û Bexdayê, prosesa çareseriya demokratik li bakur, ji bo serketin û çareseriya doza Kurd ya bi azadiya birêz Abdulah Ocalan tê misogerkirin. Li gel van teva, ew siyaseta taybet ya komara îslamiya Îranê ya li dijî gelê kurd û gelên îranê, ji dardekirin a keç û xortên kurd û binpêkirina hemû cûre mafên mirovan û xurtkirina bizava rizgarîxwaza kurdistanê di rêya yeketî û hemahengiyê di navbera hêzên siyasiyên kurdistanê bi cih tê."

Di encamnameyê de hat ragihandin ku pirsa azdiya jinê û pirsgirêkên civakî yên li Kurdistanê bi girîngiyeke mzin di nava gotûbêjan de cih girtine û hat destnîşankirin ku Peyman û Rêziknameya KNK'ê jî ji ber sedema pêvajoyên nû hatiye nûkirin.

Di encamnameya 14. Civata Giştî ya KNK'ê de pêşniyar û daxwazên hatin kirin bi vî rengî hatin destnîşankirin:

"⦁ KNK wek mezintirîn sazîya neteweyî komker, berdewamî bi karûxebata xwe bi pêwîst dizane. Di Civata 14. diyar bû ku pêwîstî bi hêzkirina rola KNKê heye, ji bo ku Gelê Kurd bigihê mafê çarenivîsê xwe li hemû beşên kurdistanê yên jêrdest. ⦁ KNK, piştgiriyê li desteketiyên hemû beşên Kurdistanê dike û her desetketek li her beşekî Kurdistanê hebe, serketineke bo hemû Gelê Kurdistanê dibîne. Ji bo vê yekê em bang li hemû partî û rêxstinên Kurdistanî dikin ku rolek erênî ji bo piştgîrî û parastina wan destketan bibînin. ⦁ KNK piştgîriyê li pêvajoya aştî û demokrasiyê ya li Bakurê Kurdistanê dike û daxwaz dike ku ev diyaloga han, bi bingehekî yasayî bibe danûstandineke fermî di navbera hikumeta Tirkiyê û Bizava Azadiyaxwaza Kurdistanê. Ji bo serketina vê pêvajoyê pêwîste Birêz Abdullah Ocalan bê azadkirin, ji bo ku rola xwe ya siruşti bilize. ⦁ KNK, piştgîriyê li destketên siyasî û kultûrî û bidestxistina şaredarî û parlameterî yên kurd dike û diparêze. ⦁ KNK, piştgîriya Xweseriya Demokratik li Rojavayê Kurdistanê dike û ji hemû rexistin û partiyên siyasî daxwaz dike ku piştgîriya wê bikin. Herwiha dixwaze hemû kêşeyên navxweyî bi diyalog û gotûbêjan bên çareserkirin. ⦁ KNK, piştgîriyê li destketên Herêma Başurê Kurdistanê dike û pedagiriyê li ser vegerandina deverên veqetandî dike. Û daxwaz dike ku ew kêşe û pirsgrêkên li hember Hikumeta Federal a Iraqê ji bo berjewendyên gelê me çareser bike. ⦁ KNK, Siyaseta Rejîma Cumhurî Îslamî ya Îranê ya li dijî Gelê Kurd û gelên din yên li Rojhilatê Kurdistanê mahkum dike û siyaseta zindanîkirin, êşkencedan, helawîstin û kuştina siyasetmedar, çalakvanên sivîl û kasibkarên debara rojane şermezar dike. Bo çareseriya pirsgirêka Kurdî li Rojhilata Kurdistanê li ser bingehê bidestxistina mafên çarenivisê, tekoşîna rizgariyê di domîne û pêş dixe. ⦁ KNK muameleya nemaqûl a li ser Buroya KNKê ya li Hewlerê qebûl nake. Van cure reftarên wiha ne di xizmet û ne di berjewendiya neteweyî de ye. ⦁ KNK, kuştin û zulma li ser jinê, weke kuştin û qetilkirina mirovahiyê dibîne û şermezar dike. Ji hemû partî û rêxistinên civakî û sivîl daxwaz dike, ku li dijî kuştina jinan rawestin û ji bo her cure mafên jinê tekoşîneke bê bêhndan û xurt bikin. ⦁ Pêşeroj di destê ciwanan de ye, ciwan pêşeroja gela ne. KNK, di avakirina civaka nûjen de roleke girig dide ciwanên Kurdistanê û daxwaz ji hemû demûdezgehên Kurdistanî dike ku vê rola ciwanan bibînin û xwedî li ciwanan derkevin. ⦁ KNK bi pêdivî dizane, ku divê bi berpirsiyariyek mezin çand û zimanê Kurdî bê parastin û pêşdebirin. Li ser vê bang li gelê Kurd dike, ku xwedî li çand û zimanê xwe derkeve û bi israr biparêze. ⦁ Rola medya Kurdistanî bi girîngî dizane û her destdirejî û zoriyek li ser medya û medyakarên Kurdistanî qebûl nake. Herwiha daxwaziyê ji medya û medyakarên Kurdistanî dike ku rola erênî û erkên xwe yên neteweyî u niştimanî pêk bînin. ⦁ Girîngîdan bi dîaspora (revenda) Kurdistanî li cîhanê, ji bo aktîfkirina rola wan a ji bo peşxistina doza Gelê Kurd û Kurdistanê di warên diplomasî û dostaniya ligel gelan de. ⦁ KNK daxwaza parastina mafên rewa yên neteweyên din li Kurdistanê dike. Herweha KNK, xelkê Asûrî-Suryanî-Kildanî xwecihî û xudanê hevbeş ê Kurdistanê dibîne û êrişên li ser xelkê me yê Asûrî-Suryanî-Kildanî qebûl nake û piştevaniya xwe ya digel xelkê Asûrî-Suryanî-Kildanî beyan dike. ⦁ KNK bi şiddet, kuştin û zulmûzoriya liser Êzidiyan şermezar dike. Bang li hemû partî, saziyên siyasî û civakî yên sivîl û herwesa her du rêveberiyên Başur û Rojava dike ku destek, alîkarî û parêzgareyeke ciddî ya civaka Êzidiyan bike. ⦁ KNK, ferq, cudahî û çewsandina li ser xelkê me yê Yarsan ku ji aliyê rejîma Îranê ve tê kirin, qebûl nake û daxwaz ji hemû hêzên Kurdistanî dike ku piştevaniya xelkê me yê Yarsan bi xurtî bête kirin. ⦁ KNK, ferq û cudahiya li ser gelê me yê Elewî tê meşandin ku di dema hukumeta AKPê da zêdebûye, şermezar dike û daxwaz ji hemû hêzên Kurdistanî dike ku piştevaniya bi bawermendên Elewî re bi xurttir bê kirin."