1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Encamnameya civîn MGRK’yê aşkere bû
Encamnameya civîn MGRK’yê aşkere bû,encamnameya,civîn,mgrk,yê,aşkere,bû

Encamnameya civîn MGRK’yê aşkere bû

A+ A-

Meclîsa Gel a Rojavayê Kurdistanê (MGRK) ku ji gelek sazî û rêxistinên sivîl, sazî û rêxistinên jinan û ciwanan pêk tê, encamnameya duwemîn ya Meclîsa Daîmî li dar xist. Di encamnameyê de hate destnîşankirin ku tevî hemû hewldanan jî, gelê Kurd rêya sêyemîn hilbijart ji têkoşîna xwe ya aştiyane dûr neket û hat gotin: “Her weha meclîsa me projeya çareseriya siyasî ya ku Desteya Bilind a Kurd destnîşan dike weke rêya çareseriyê dipejirîne.”

Meclîsa Gel a Rojavayê Kurdistanê di navbera 28 û 29'ê Kanûnê de, civîna rêveberiya xwe ya daîmî li bajarê Amûdê lidar xist. Piştî nirxandinên rojan, encamnameya civînê ji raya giştî re hat aşkerekirin. Di civînê de biryarên girîng ên di warê civakî û bi taybet mafên jinan de hatin girtin.

Di encamnameyê de derbarê rewşa dawî ya Sûriyeyê de weha tê gotin:"Ji ber zêdebûna şer û tûndiyê, rewşa li Sûriyeyê derbasî qonaxeke xeter bûye. Bi taybet aliyên radîkal yên selefî ku derbasî gelek bajaran bûn, ji bilî wênarî û kuştinê tiştekî din bi xwe neanîn. Vê yekê bi demê re hiştî ku şoreşa Sûriyeyê rastiya daxwazên xwe dûr bikeve."

PLANÊN DAGIRKIRINÊ HATIN PÛÇKIRIN

Meclîsê destnîşan kir ku tevî hemû hewldanan jî, gelê Kurd yê rêya sêyemîn hilbijart ji têkoşîna xwe ya aştiyane dûr neket û wiha berdewam kir:

"Hêzên ku nekarîn gelê me ji têkoşîna wî ya siyasî û aştiyane dûr bixe, herî dawî bi rêya komên çekdar êrîşî Serêkaniyê kirin û xwestin ku Rojavayê Kurdistanê dagir bikin. Lê ev komên ku rastî berxwedana Yekîneyên Parastina Gel hatin têk çûn. Li aliyê din avakirina meclîsên herêmî û komîteyên parastina sivîl jî, di serî de rêjîma Tirk hemû planên dagirkirina Rojavayê Kurdistanê pûç kirin."

MECLÎSA GEL BI BIRYAR E KU PEYMANA HEWLÊRÊ BI CIH BÎNE

Derbarê rewşa siyaseta Kurdî jî ev nirxandin hatin kirin: "Meclîsa Gel a Rojavayê Kurdistanê peymana hevkariya netewî ya ku li Hewlêrê hat mohrkirin weke vîna siyasî û rewa ya gelê Kurd dibîne û bi biryare ku hemû pêwîstiyên peymanê bicih bîne. Her weha meclîsa me projeya çareseriya siyasî ya ku Desteya Bilind a Kurd destnîşan dike weke rêya çareseriyê dipejirîne."

KOMÎTEYA LIHEVHATIN Û EDALETÊ TÊ ÇALAKKIRIN

Meclîsa Gel ragihand ku ji bo berferehkirin û pêşxistina têkiliyên derve re, biryar dane ku komîteya pêwendiya bi hêz bikin. Her weha hat gotin, li gorî peymana hevkariya netewî dê komîteya edalet û lihevhatinê were çalakkirin.

JI BO JINAN BIRYARÊN GIRÎNG

Her wiha, beşek girîng a civînê jî li ser mafên jinan û pirsgirêkên civakî yên li Rojavayê Kurdistanê bû. Hate diyarkirin ku azadiya jinan misogerkirina azadiya civakê ye, Malbata Demokratîk a ku desthiladariya napejirîne, nûnertiya civaka azad dike û cîgirtina jinan di ciyê xwe yê rewa de di civînê de hate nîqaşkirin û ev biryar derbarê jinan de hatin standin ev in:

-Nabe ku keçên biçûk, beriya temenê 18 salan were zewcandin.

-Mafê jinan heye ku hevserê xwe hilbejêre, nabe bi darê zorê were zewicandin.

-Zewicandina berdêlî hate qedexekirin.

- Qedexekirina zewaca pirjinî

-Nextê (qelen) wek nirxê jinan hate rakirin. Li şûna wê her dû alî bi hevbeşî pêdiviyên jiyanê temîn bikin.

-Di parvekirin mîras de tu cudahî di navbera zayendan de tune ye

-Mafê jinan heye ku di hemû beşên jiyanê de cihê xwe bigire.

ANF NEWS AGENCY