1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Encamnameya Konferansa Êzidiyan
Encamnameya Konferansa Êzidiyan,encamnameya,konferansa,êzidiyan

Encamnameya Konferansa Êzidiyan

Encamnameya Konferansa Êzidiyan: Bila Êzidîtî bi fermî bê nasîn

A+ A-

Konferansa Êzîdiyan a ku bi beşdariya nunerên Êzidiyên li her aliyê cîhanê pêk hat bi dawî bû. Konferans du rojan berdewam kir. Encamnameya konferansê vê êvarê hate aşkerekirin û di encamnameyê de hate xwestin ku çanda êzidiyan were parastin, navendek li Amed an jî Mêrdînê bê vekirin, hemû perestgehên Êzidiyan bêne restorekirin û parastin. Her wiha biryar hate dayin ku herî kêm du sal carekê konferansek wiha bê lidarxistin û Êzidî bên birêxistinkirin.

Konferansa Êzidiyan li Salona Resepsiyonê ya Sumerpark a Amedê pêk hat. Konferansa bi beşdariya nunerên Êzidiyan ên ji gelek welatên cîhanê pêk hat bi dawî bû. Encamnameya Konferansa ji aliyê Komîsyona Bawerî û Kêmaran ve hate lidarxistin, aşkere bû.

Encamnameya konferansê ji aliyê siyasetmedara Kurd û Parlementera berê ya Parlementoya Ewropa Feleknas Ûca ve hate xwendin. Ûca bal kişand ser têkoşîna Kurdan a di asta navneteweyî de û diyar kir ku divê gelê Kurd yekitiya xwe xurt û bilind bike.

Ûca destnîşan kir ku bo parastina çand û zimanê Kurdan Êzîdî têkoşîneke bi rûmet dimeşînin û diyar kir ku Êzidiyan bedelek li hemberî zilm û êrîşên li ser gelê Kurd pêktên daye.

Ûca biryarên di encanameyê de cih girtin wiha rêz kir:

-Konferansa me ji bo Kongreya Êzidiyên Cîhanê, ji Konferansa Neteweyî ya Kurdanû Yekitiya kurdan, di heman demê de ji bo çareseriya pirsgirêên civakî yên civaka Êzidiyan pêwîstî bi “Rêveberiya Civaka Êzidiyên Kurdistanê” heye.

-Kesê weke berdevk bê hilbiartin di heman demê de dê ji boxebatan 3 komîsyon ava bike; Pêkhatina Kongreyê, Yekitî û Konferansa Netewyî ya Kurdan, û Komîsyona Çareseriya Pirsgirêkên civaka êzidî..

- Konferansa me bang li hemû siyasetmedar û pêşengên Kurdan dike ku Kongreya Neteweyî di demek herî zû de bê kirin.

- Divê konferansa me Lijneya Jinên Êzidî ku dê îrade û rêxistinbûna jinên Êzîdî xurt bike bê avakirin.

-Di konferansa me tengasî û pirsgirêkên ku jin di nava civakê de dijîn aniye ziman, kuştinên di bin navê namûsê de, zewaca pirjinî, zewacên bê îrade, zewicandinên di temenê biçûk de û pereyê next hatine mehkûmkirin.

- Em daxwaz dikin ku hemû malên Êzidiyan bibin cihên ku hişmendî û yekitiya neteweyî lê pêş ketiye.

-Delegeyên konferansê pêşniyar dikeku divê komîsyonên ji civaknas û dîrokzanan pêk tê baweriya ola Êzîdîtiyê lêkolîn bikin.

- Divê ev konferans hertim berdewam bike û herî kêm du sal carekê bê lidarxistin.

-Li hin parçeyên Kurdistanê desthilatî baweriya Êzidiyan nas nakin û li hemberî Êzidiyan polîtîkayên înkar û îmhayê dimeşînin. Em bang li hemû rayedar û peywendîdaran dikin ku divê li hemberî van polîtîkayan têkoşîn hebe û divê nasname û vîna van bawerî û olan bênasîn.

- Divê ji bo xebatên parastina çanda Êzidiyan li Amed an jî Mêrdînê cihek ji bo Êzidian bê vekirin.

- Divê li hemû parçeyên Kurdistanê cihên pîroz ên Êzidiyan bêne restorekirin û nûkirin û divê bêne parastin.

- Divê li dewletên ku ola Êzidî bi fermî qebûl nakin û nas nakin têkoşîn bê meşandin û divê were tesbîtkirin ka çend Êzidî li vanwelatan dijîn.

- Delegeyên konferansa me pêşniyar dikeku Iraq madeya 140’emîn a Makeqanûnê bicih bîne.

Hate zanîn ku dê encamnameya konferasê ji hemû saziyên Kurdan ên li Ewropa, Rojhilata nNavîn, Hukûmeta Herêma Kurdistanê û hemû parlementerên Kurd re bê şandin.

ANF NEWS AGENCY