Encamnameya kongreya Ciwanên Rojava
Qamişlo - Encamnameya Kongreya Asayî ya Tevgera Ciwanên Şoreşger ku 28’ê Îlonê hatibû lidarxistin, hate aşkerakirin. Di encamnameyê de hat diyarkirin ku li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê yekane hêza bi ser dikeve kurd in, li hemberî vê yekê hêzên mêtinger êrîş dikin, lê ciwan desturê nadin ku li hemberî destkeftiyan destdirêjî çêbibin.
2'yemîn Kongreya Asayî ya Tevgera Ciwanên Rojavayê Kurdistanê li Salona Dawetê ya Qamişlo bi beşdariya 265 deleyên ji bajarên Rojavayê Kurdistanê û bajarên Sûriye yên Kurd lê dijîn beşdar bûn. Bi giranî li ser rola ciwanan a di şoreşa Rojavayê Kurdistanê de nîqaş hatine kirin.
Di encamnameyê de hate diyarkirin ku di kongeryê de li ser rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî hatiye rawestîn ev tişt hatin gotin: "Êdî dijmin nikare gelê kurd tune bihesibîne. Li herêmê şerê cîhanê yê sêyemîn tê meşandin û hemû aliyên vî şerî jî heta niha winda kirine. Tenê yê ku di vî şerîde biserketî Rojavayê Kurdistanê ye. Şoreşa Rojava wê bibe şoreşa tevayî Kurdistanê, şoreşa Kurdistanê wê bibe şoreşa Rojhilata Navîn, a Rojhilata Navîn jî wê bibe şoreşa cîhanê.
Divê hemû alî girîngiya vê şoreşê bizanin û hemû şoreşgerên cîhanê ji vê şoreşê moral û îlham bigirin û li hemberî modernîteya kapîtalîst bi ruhekî komînal têkevin nava şoreşê. Agir wexta bitefe pir duman derdixe. Rewşa dewletên dagirker jî wisa ye. Acizbuna wan ne ji ber xurtbûna wan e, ji ber bêçaretî û lawaziya wan e. Niha li hemberî Rêber Apo tecrîdek girankirî tê meşandin. Sedemeke girîng a vê tecrîde jî pêşketinên li Rojavayê Kurdistanê ne. Dijmin naxwaze Rêber Apo mudaxilî vê pêvajoyê bibe. Çawa ku berî mudaxeleya Iraqê li hember rêberê me komplo kirin, niha jî ji bo ku mudaxeleyî Sûriyeyê bikin dîsa êrîşî Rêber Apo dikin."
'EM Ê LI DIJÎ LÎSTIKAN BI SER BIKEVIN'
Di berdewama encamnameyê de hate destnîşankirin ku li dijî kurdan û ciwanan şerekî taybet tê meşandin û navenda vî şerî jî hêzên dagirker û mêtînger in. Hate diyarkirin ku ev hêz fesadiyê derdixînin û wiha hat gotin: "Em wekî Ciwanên Şoreşger lîstok û hesabên qirêj ên li ser me dibînin û ji bo ku em van teva vala derxin em ê ji tişta ku ji destê me bê zêdetir xwe tevlî şoreşê bikin û em ê di vê şoreşê de bi ser kevin. Ciwan hêza pêşeng a civakê ne, ji ber vê yekê divê ciwanên şorêşger di nava sîstema xweseriya demokratîk de bi rengekî aktîf cîh bigirin û ji bo ku ev sîstem bê runîştandin pêşengî û têkoşîna pêwîst bikin."
'YPG HÊZA REWA YE'
Di encamnameyê de hate destnîşankirin ku Ciwanên Şoreşger di warê ewlehiya civakê de parastina rewa esas digirin û ev tişt hatin gotin: "Ji bo hêza rewa ya Rojavayê Kurdistanê em YPG'ê rewa dibînin û esas digirin. Em aşkere tînin ziman ku em ji bilî YPG'ê rê nadin tu hêzên çekdarî û em ê wekî Ciwanên Şoreşger li hemberî rewşeke wisa di asta herî jor de helwesteke tund nîşan bidin. Her ciwanekî kurd ê ji Rojava dikare di nava YPG'ê de cîh bigire, lê hêzeke parastinê ya din nabe mijara gotinê jî."
Di encamnameyê de hate diyarkirin ku Ciwanên Şoreşger li hember nexweşiyên civakî bi rengekî çalak tevbigerin û li hemberî haşîş, madeyên hoşberiyê, fuhuşê, şîdeta li dijî jinê ,sîxurî û hwd. Bêdeng namînin û bi rengekî çalak têkoşîna pêwîst bidin.Têkildarî peymannaya tevgerê jî hate gotin ku di kongreyê hevpeymaneke nû hatiye qebûlkirin, aleke nû hatiye pejirandin û navê tevgerê wekî "TEVGERA CIWANÊN ŞOREŞGER (CIWANÊN ŞOREŞGER) hatiye guhertin.
Her wiha di mijarên siyasî, civakî, îdeolojîk, rêxistinî, jinên ciwan, xwendekar û hemû beşên ciwanan, ragihandin, çand, parastin û hwd. de biryarên girîng hatine girtin. Ji bo rêveberiyê jî 9 kes hatine hilbijartin.
ANF NEWS AGENCY