1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Encamnameya kongreya PEN'a Kurd hate aşkerakirin
Encamnameya kongreya PEN'a Kurd hate aşkerakirin,encamnameya,kongreya,pen,a,kurd,hate,aşkerakirin

Encamnameya kongreya PEN'a Kurd hate aşkerakirin

A+ A-

Navenda Pena Kurd encamnameya 8'emîn kongreya xwe ya ku li Amedê pêk anî bi daxuyaniyekê aşkere kir. Pena Kurd di kongreyê de biryar da ku li ser bicihkirina xalên manefestoya Gironayê ya ku Navenda Pena Navneteweyî wek bingeha azadiya ziman dibîne û dibêje “Her civakeke xwedî ziman, mafdar e ku zimane xwe bi awayeke fermî bikar bîne. Pirengiyaziman, dewlemendiya mîrateya cîhane ye, divê bê pejirandin û parastin. Hurmeta ji bo tevahiya çand û zimanan, ji bo tekuzkirin û pêkanîna aştî ûdiyalogê bingeh e."

8'emîn kongireya Navenda Pena Kurd, di bin dirûşima "Em bi cîkirina bendên manîfestoya Gironayê li ser mafê ziman, li welatê xwe dixwazin" di rojên 18 û 19'ê Gulanê de li Amedê hat lidarxistin. Komîteya Birêveber a Giştî ya Navenda Pena Kurd encamnameya kongreyê bi daxuyaniyekê aşkere kir. Di encama kongreyê da komîteya birêveber a nû ku ji heft endamên sereke û du endamênyedek pêk tên, hate hilbijartin. Endamên hilbijartî: Şêxmûs Sefer serokê Navenda Pena Kurd, Bêrîvan Doskî cîgira serok, Kakşar Oremar sekreter, Mem Mîrxan berpirsê darayî û Dilşa Yusif, Perî Şêx Salih û Salih Kevirbirî wekî rêvebir hatin peywirdarkirin. Omer Fîdan û Irfan Babaoglû jî wekî endamên yedek yên rêveberiya giştî hatin diyar kirin. Cihê şanazî û dilxweşiyê ye ku di komîta nûhilbijartî da nûnertiya her çar perçeyên welêt ûzaravên zimanê Kurdî tê de reng girtin. Herwiha sê jin di Komiteya Birêveber a Giştî de cihgirtin.

Lidarxistina 8'emîn kongreya Pena Kurd ku xwedî giringîyek taybet e, piştî 23 salan ji damezirandina xwe karî vê carê pêngaveke wiha dîrokî li ser axa welatê xwe biavêje. Bi taybet di vê pêvajoya dîrokî û nû de ku hêviyên" aştî û çareseriya doza Kurd" tên binavkirin. Ji ber wê jî karekî wiha ji hêla rewşenbîrû civaka Kurdistanê ve bi germî hate pêşwazîkirin. Di kongreyêde Serokê Navenda Pena Navneteweyî birêz John Ralston Saul jî bi peyama xwepiştgîrî da kongreyê ûkesayetiyên naskirî yên Kurdistanê, Tirkiyê û cihanê jî bi peyamên xweyên watedar piştgîrî dan kongrê. Bi tevlîbuna Civaknas Îsmaîl Beşikçî, Cîgira Serokê Navenda Pena Navnetewî Lucina Kathmanu Serokê Pena Çek Jîrî Dedeçek , her yekî bipeyamên xwe ev pêvajoya nû pîroz kirin. Bi qasî du rojan gengeşe û niqaşên girîng di kongirê da hatin kirin û di encamê da her çarkomîteyên heyî yên di Navenda Pena Navnetewî de ji bo Navenda Pena Kurd hatin çalakkirin. Her wisa gelek biryar hatin standin ku dinav de; kongreyê biryar da ku Navendeke Pena Kurd hebe û ew jî bikaribe li gorî pîvanên Pena Navneteweyî kar û barên xwe bimeşîne. Di kongreyê de biryara herî girîng ew bû ku li ser bicihkirina xalên manefestoya Gironayê ya ku Navenda Pena Navneteweyî wek bingeha azadiya ziman dibîne û dibêje “Her civakeke xwedî ziman, mafdar e ku zimane xwe bi awayeke fermî bikar bîne. Pirengiya ziman, dewlemendiya mîrateya cîhane ye, divê bê pejirandin û parastin. Hurmeta ji bo tevahiya çand û zimanan, ji bo tekuzkirin û pêkanîna aştî û diyalogê bingeh e."

Ji ber wê jî kongira 8'emîn a Navenda Pena Kurd bang li Navenda Pena Navneteweyî û komîteya Mafê Ziman û Wergerê dike ku xebatan, ji bo bicihkirina xalên manîfestoya Gironali Kurdistanê bike. Di dawiyê de Navenda Pena Kurd daxwaz kir ku hemû nivîskar û rewşenbîrên Kurdistanê ji bo bihêzkirina wêje û zimanê Kurdî li dora PEN a KURD kom bibin û têbikoşin.