1. Hemû Nûçe

  2. Nirxandin

  3. Encamên Hilbijartinên Herêmî
Encamên Hilbijartinên Herêmî,encamên,hilbijartinên,herêmî

Encamên Hilbijartinên Herêmî

Nirxandina Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê derbarê hilbijartinan de

A+ A-

Hilbijartinên rêveberiyên herêmî yên 30'ê adara 2014 qediyan û encamek derket holê. Encameke ku mirov pê şaş û metel bibe nîn e. Li Kurdistanê serkeftinek heye, li metropolan rewş zêde neguheriye. HDP’ê tu deng li dengên kurdan zêde nekirin. Ev yek ji bo gelek mirovan hêvîkuj bû. Piştî hilbijartinê me wekî Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê bi endamên xwe civînek li dar xist, di wê civînê de hinek nirxandin li ser encamên hilbijartinê jî hatin kirin.Em ê li vir çend xalan ji wan li vir pêşkêş bikin.

Em di van hilbijartinan de zêde ne serkeftî ne. Me HDP zêde di nav xwe de nedît, dîsa kurd hebûn. Beşdarbûna bi navê HDP’ê hê zû bû. Polîtîkaya beresaziyê (kamplaşma) ya di navbera AKP û CHP/ Cemeatê de bandor li girseya HDP’ê jî kir.

Li Stenbolê li ser sandoqan tu çavdêr û peywirdarên me tune bûn, ew ê hebûn jî bê xwedî, tî û birçî hatin hiştin.

Li Kurdistanê serkeftin qismî bû. Gel ji berendaman ne razî bû. Hinek kes li ser gel hatin ferzkirin, li hin cihan gel li hemberî vê yekê helwesta xwe nîşan da; hinek neçûn ser sandoqan, hinekan jî dengê xwe da AKP’ê.

Me nekarî rastiya pêvajoya çareseriyê bi gel bidin fehmkirin. AKP’ê xwe wekî temînata pêvajoya çareseriyê nîşan da û vê yekê kir ku li hin cihan dengê wê zêde bibin.

Der barê HDP’ê de bi tenê hinceteke me hebû; “Ev projeya serokatiyê ye” lê ev proje ji gel re nehat ravekirin. HDP dê HDK'ê bi goşt û hestî bibe, heke HDK bi ser pêş nekeve, HDP bi pêş nakeve.

Di diyarkirina namzedan de taybetiyên civakî, çandî yên herêmî li ber çavan nehatine girtin. Bo nimûne, li hinek herêman ji ber nakokiyên eşîrî, hin eşîran dengê xwe neda me.

Çavdêr û peywirdarê me jî, hilbijêrên me jî baş nehatibûn perwerdekirin. Lewma jî gelek dengên me şewitîn û gelek jî ji hinekên din re çûn.

Li gelek cihan berendamên baş derneketin, ew jî bû sedem ku yên berê werin nîşandan, lê gel ji wan ne razî bû, lewma jî me li wan deran hilbijartin ji dest da.

Li gelek cihên ku şaredarî ev çend serdem in di destê me de ye, xebateke serkeftî nehatiye kirin. Lewma jî dengên me kêm bûne.

Di warê kadroyan de qelsî heye, têkiliya kadroyan bi gel re zêde hiyerarşîk e û hin tiştan li ser mirovan ferz dikin. Ji bo vê yekê jî divê akademiyên siyasetê bi rê û rêbazeke nûjen û piralî kadroyan perwerde bikin.

Xebata BDP’ê bi tenê li ser siyasetê ye, aliyê çandî, aborî û civakî kêm e. Her wiha vê hilbijartinê xebat jî kêm bû.

Belê, di civîna me de ev nirxandin û raman derketin holê.. Li gorî baweriya me divê nirxandinên berfireh werin kirin, divê bi tenê rewşenbîrên tirk me rewşa me nenirxînin, divê em bi xwe jî karibin rewşa xwe binirxînin û li gorî wê reng û rûçikên xebata xwe biguhêrin.


Çavkanî: http://www.enstituyakurdi-stenbol.com/2014/04/encamen-hilbijartinen-heremi.html