Encamên provokasyonên Tendurikê diyar dibin
AGIRÎ (DÎHA) -Piştî ku Serokomar Recep Tayyip Erdogan û hikûmeta AKP'ê li dijî pêvajoya demokrasiyê daxuyanî dan provokasyona Tendurekê ji aliyê leşkeran ve pêk hat. Nûnerên partiyên siyasî û mafparêz der barê provokasyonên dixwazin pêk bînin de nêrînên xwe anîn ziman û gotin ku hikûmeta AKP'ê bi biryar e ku pêvajoyê bike qurbanê hilbijartinê.
Piştî ku Serokomar Recep Tayyip Erdogan û hikûmeta AKP'ê li dijî pêvajoya demokrasiyê daxuyaniyên li dijî pêvajoyê dan Heyeta Îmraliyê der barê pêvajoyê de daxuyaniyekê da. Nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên sivîl ên civakî der barê pêvajoyê û provokasyona Agiriyê de nirxandinan kirin. Di nirxandinan de hat gotin ku piştî provokasyona Agiriyê rûyê AKP'ê yê rast derket holê. Hevserokê DBP'ê yê Agiriyê Necmettîn Efe diyar kir ku ew AKP'ê wek hikûmeta şer dibine û wiha got: "AKP di rêya Çîller û hikûmetên din ên ku şer pêk dianîn de dimeşe. Êdî hêviya gel a aştiyê. Nêzîkatiya AKP'ê ya bêsamîmiyet a li dijî pêvajoyê êdî her kes dibîne."
'AKP ji bo dengekî pêvajoyê qurban dike'
Efe anî ziman ku di siyasetê de AKP êdî hatiye dawiya rê û wiha axivî: "Dema mirov li 13 salên hikûmeta AKP'ê dinêre mirov tenê şer dibîne. AKP heta niha tenê li ser xapandinê siyaset kiriye. Êdî AKP hatiye dawiya rê. Êdî ji vê saetê şûn ve tiştekî ku pêk bînin nemaye. Her tim gelê kurd xapandiye. Lê her ku diçe ev polîtîkayên wê yên qirêj dertê holê. Êdî Rûpoşa AKP'ê ket. Êdî AKP ne di asteke ku pirsgirêkan çareser bike de ye. Ji xwe êdî kadroyeke wî ya wisa nema ye."
Efe da zanîn ku pêvajoya çareseriyê pêvajoyeke hesase û wiha pê de çû: "AKP pêvajoyê qurbanî hilbijartinê kiriye. Partiyên ku heta niha pirsgirêkên kurd çareser nekirine, dawiya wan hatiye. Dê hikûmeta AKP'ê jî bi vê feraseta xwe tune bibe. Êdî hikûmeta AKP'ê li Kurdistanê ji aliyê gel ve rastî eleqederbûnê namîne. Bi provokasyona Agriyê êdî AKP nêzîkatiya xwe ya li hemberî pêvajoyê nîşan da. Êdî tenê hêviya AKP'ê bi provokasyonan maye. Dê di 7'ê hezîranê de AKP dersê ji gel bigire."
'Êdî tu wateya îktidarê di çavên gel de nemaye'
Berdevkê Demê yê Platforma Şaxên KESK'ê ya Agiriyê Ahmet Keleş da zanîn ku êdî gotinên îktidarê ji bo gel bê wate ye û wiha got: "Di zimanê ku bi kar tînin de jî diyar e ku ketine nava tirseke mezin. Êdî çareserkirina pirsgirêka kurd girêdayî helwesta AKP'ê nîn e. Ger ku gel hişmendiya xwe ya demokrasiyê bi hêz bike dê gel bi hêza xwe ya rêxistinkirî pirsgirêkê çareser bikin. Îktidar ji bo berjewendiyên xwe gelan diçewisîne." 'Ji ber ku li Agiriyê neserkeftî bû dest bi êrîşê kir'
Keleş diyar kir ku pêvajoya çareseriyê ne pêvajoyekê ji bo hilbijartinê bê qurbankirin û wiha dom kir: "Li dijî provokasyona AKP'ê ya li Agiriyê gel nehat lîstikan û bi helwesta xwe derseke mezin da."
'AKP pêvajoyê qurbanî hilbijartinê kir'
Endama ÎHD'ê Olcay Ozturk jî anî ziman ku provokasyona tendurekê encameke neyînî derxist holê û wiha got: "AKP pêvajoyê kir qurbanê hilbijartinê. Ji sala 93'an û heta niha ji bo muzakereyê di nava PKK û dewletê de hevdîtin pêk tên, lê her carê bi provokasyonê ev yek tê astengkirin. Tişta ku li Tendurekê pêk hat ev yek bû dîsa wek ên din xwestin sabote bikin. Li Tirkiyeyê HDP her ku diçe mezin dibe û digihîje encameke baş, lê yên ku ji vê yekê nerehet in van provokasyonan pêk tînin û bi vê yekê dixwazin pêşiya HDP'ê bigirin. Êdî kirin û gotinên AKP'ê yên dawî der barê hilbijartinê de ne."
(go/bd)