1. Hemû Nûçe

  2. Çand û Huner

  3. Encamên pêşbirka wêje ya Huseyîn Çelebî diyar bûn
Encamên pêşbirka wêje ya Huseyîn Çelebî diyar bûn,encamên,pêşbirka,wêje,ya,huseyîn,çelebî,diyar,bûn

Encamên pêşbirka wêje ya Huseyîn Çelebî diyar bûn

A+ A-

KOLN 24.10.2013 07:10:42 Encamên Pêşbirka Çîrok û Helbestan a Huseyîn Çelebî, ku ji sala 1993'an û vir ve ji aliyê Yekitiya Xwendekarên Kurdistanê (YXK) ve bi rêk û pêk tê lidarxistin, diyar bûn. Encam dê roja 26'ê Cotmehê bi merasîmeke xelatê ya li Kolnê bi raya giştî re bê parvekirin.

Di 21. Pêşbirka Çîrok û Helbestan a Huseyîn Çelebî de, qebûlkirina berheman ku asta yekemîn bû di 15'ê Hezîrana 2013'an de destpê kiribû. Pêşbirk, bi komkirina çîrok û helbestên ji Kurdistan, Tirkiye û gelek welatên Ewropayê di 15'ê Îlonê de bi dawî bûbû. Îsal ji bilî Kurdî (Kurmancî, Kirmanckî û Soranî) û Tirkî bi Elmanî jî berhem hatin qebûlkirin.

Piştî ku asta komkirina berheman temam bû, endamên jûrî heta 15'ê Cotmehê nirxandinên xwe kirin û namzetên ketin dereceyê diyar kirin. Îsal nêzî 260 kes bi 460 berheman beşdarî pêşbirkê bûn. Piraniya berhem ji girtîgehên li Kurdistan û Tirkiyê hatin. Her wiha li gorî salên bihurî ji Ewropayê jî hejmara berhemên beşdar zêde bûn.

'ÎSAL DIYARÎ ROJAVA Û ŞEHÎDÊN PARÎSÊ TÊ KIRIN'

Endama Komîteya Pêşbirka Çîrok û Helbestan a Huseyîn Çelebî Şenay Demîr der barê pêşbirka îsal de agahî da ANF'ê û diyar kir ku sê namzetên ketine dereceyê ji Ewropayê yên din jî mîna her sal piraniya wan ji girtîgehan e. Demîr diyar kir ku mijarên di rojeva gelê Kurd de û çavkaniya têkoşîna wan a azadiyê ye, bandora xwe li naveroka berhemên îsal kirine û ev agahî da: "Bi taybetî sê şoreşgerên jin ên Kurd, berxwedana gelê Kurd li Rojava, komkujiyên Helepçe û Roboskî û têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê sernavên bingehîn ên berhemên îsal in. Ji xwe me pêşbirka xwe ya îsal diyarî sê şoreşgerên jin ên Kurd ên li Parîse hatin qetilkirin Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez û şoreşa Rojava kirin."

Xwediyên xelatan wê di 26'ê Cotmehê de bi çalakiyek li Mulheîm a bajarê Kolnê bê aşkerakirin. Çalakiya îsal bi bernameyeke dewlemend balê dikşîne. Çalakî dê saet di 13:30 de bi senîmeran destpê bike. Semînera destpêkê de danasîna projeyeke hunerê ya diyarî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye kirin be: Projeya bi navê "Art of Ocalan" ji aliyê Însiyatîfa "Ji Ocalan re Azadî ji Kurdistanê re Aştî" tê rêvebirin.

Wêneyên di çarçoveya vê projeyê de hatine amadekirin wê di 21. Pêşbirka Huseyîn Çelebî de bi pêşandanekê werin nîşandan. Semînereke din jî dê li ser cihê çand û hunerdê di têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê de be. Ev her du semîner wê li komeleya Kurdan a li Kolnê pêk werin.

Di bernameya êvarê ya çalakiyê de jî wê ji çandên cuda re cih bê dayîn. Tevî Pinar Yildiz, Hozan Seyidxand û Rotînda wê çandên gelên Tamîl û Laz di bernameya êvarê de cih bigirin. Xelat jî dê bi merasîmekê ji xwediyan re bê dayîn.

HUSEYÎN ÇELEBÎ KÎ YE?

Serokê rûmetê yê YXK'ê Huseyîn Çelebî, di sala 1967'an de li bajarê Hambûrgê weke zarokê malbateke Dêrsimî hat dinê. Di sala 1986'an de dest bi zanîngehê kir, di sala 1988'an de ji ber xebatên xwe yên ji bo têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê hat girtin û du salan li girtîgehê hat ragirtin. Çelebî xebatên ji bo agahdarkirina civak û raya giştî ya Elman dimeşan, di sala 1990 de tevlî têkoşîna gerîla ya li Kurdistanê bû û di sala 1992'an de di şerekî li Heftanînê de jiyana xwe ji dest da.