1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Endamê DAIŞ bazirganiya Tirkiye û DAIŞ'ê vegot
Endamê DAIŞ bazirganiya Tirkiye û DAIŞ'ê vegot,endamê,daiş,bazirganiya,tirkiye,û,daiş,ê,vegot

Endamê DAIŞ bazirganiya Tirkiye û DAIŞ'ê vegot

A+ A-

NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA) - Esîrên endamên DAIŞ'ê yê di destê YPG'ê de diyar kir ku DAIŞ petrola Sûrî li hemberî pere, çek û lojîstikê dide Tirkiyeyê. Endamê DAIŞ'ê diyar kir ku DAIŞ petrola ku derdixe, difroşe Tirkiyeyê û rêveberiya Tirkiyeyê ji vê rewşê agahdar e. Belgeyên ku li ser endamê DAIŞ'ê hatin girtin jî têkiliyên Tirkiye û DAIŞ'ê piştrast dike.

Têkilî û bazirganiya di navbera Tirkiye û DAIŞ'ê de gelek caran bi dîmen, belge û şahidan hat piştrastkirin. Her çend Serokwezîr û Serokomarê Tirkiyeyê bêjin em li hemberî DAIŞ'ê şer dikin jî di belge û geşedanan de tê dîtin ku têkilî û parvekirina DAIŞ û Tirkiyeyê didome. Hefteya borî TIR'ên ku petrola DAIŞ'ê ji Sûriyê dikişinin Tirkiyeyê hatin dîtin. Wezîrê Parastina Rûsyayê jî di brifingê de diyar kiribû ku Serokomar Tayyip Erdogan û kurê wî Bilal Erdogan bi DAİŞ'ê re bazirganiya petrolê dike.

Pişti vê dîmena Peykê Qanala Televîzyona Rûs RT, belgeyên ku DAÎŞ çawa petrola li Sûrî difiroşe Tirkiye weşandibûn. Endamê DAIŞ'ê yê tirk ku ji aliyê YPG'ê ve li herêma Şeddadî dîl hat girtin têkiliyên Tirkiye û DAIŞ'ê ji qanala RT'yê re vegot.

Endamê DAIŞ'ê yê tirk: Em li ser sinor rastî astengiyan nedihatin

Endamê çeteyên DAIŞ'ê yê tirk ku di destê YPG'ê de ye çavdêriyên xwe wiha ji qanalê re vedibêje: "Mîlîtanên îslamî, di ser sînorê Tirkiyeyê re derbasî Sûrî dibin û tev li DAÎŞ'ê dibin. Ligel ku gelek leşkerên tirk li ser sînor hene jî dengê xwe nakin. Tirkiye ji bo berjewendiyên xwe DAIŞ'ê bikar tîne. YPG hem dijminê DAIŞ'ê û hem jî dijminê Tirkiyeyê ye. "

Li pasaportê mohra Tirkiyeyê heye

Piştî Şeddadî ji çeteyen DAIŞ'ê hat paqijkirin gelek basaport ketin destê şervanên YPG'ê di pasaport û belgeyên çeteyên DAIŞ'ê yên aydî weatiyên Lîbya, Tunus, Bahreyn, Kazakîstan hatin dîtin. Dîsa pasaportên ji Tirkiye hatine Sûrî jî hene. Mîlîtanên ku piştî beşdarî DAIŞ'ê dibin pasaportên xwe teslîmî rêxistina çeteyan dikin. Tê zanin ku yên pasaportên wan li holê mane jiyana xwe ji dest dane.

Di dîmen û belgeyên ku ji aliyê YPG'ê ve hatin bi destxistin û gîhandin qanala RT'ê dê dîtin ku mîlitanê DAİŞ'ê belge di amûra USB'ê de heye. Dîsa wêneyê ku endam li Stenbolê kişandine hene. Pasaportên ku mîlîtanan teslîmî rêxistinê kirine hene.

'DAÎŞ petrolê difiroşe Tirkiyeyê'

Endamê DAIŞ'ê yê di destê YPG'ê de dîl hatiye girtin, têkiliyên Tirkiye û DAIŞ'ê wiha dibêje: "DAİŞ petrola ji Sûriyê derdixe difiroşe Tirkiyeyê. Agahiya rêveberiya Tirkiyeyê jî ji vê yekê heye. Dîsa alîkariya lojîstîk û pereyan jî dike. Dîsa alîkariya çek û pereyan jî tê kirin. Ev pir aşkere tên kirin. Firotina petrolê pir bi profesyonelî dikin. Di belgeyan de bordroyên wekî "Daîreya Gaz û Petrolê ya Wezareta Çavkaniyên Dewleta Îslam" cih digirin. Di van Bordroyan de agahiyên petrola ku ji ajokaran re hatine diyarkrin jî heye. Dema mirov li van bordroyan dinere serê bîdonê di navbera 12 û 26 dolaran tê firotin. Petrolê ji Kabiba, Recura, Makhul û El-Heyr bi tankeran dikişînin. Li sehaya petrola Kabiba di 23'ê Çile de 383 bîdon ku her bîdonek bi 12 dolaran firot. Yanî di rojekê de bi 5 hezar dolar petrol firot. Belgeyek din nameya têkildarî 2 endezyarên li herêma El Baraka ya Wezareta Daîreya Gaz û Petrolê ya DAİŞ'ê xistin kar e. Di nameyê de erk û peyvira endezyaran tê gotin.Di vê departmanê de 17 kes dixebitin.

Belgefîlma ku Nûçegîhanê RT'ê dê têkildarî van belge û agahiyan amade bike dê mehek şûnde temam bibe.

(mae)