1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Endamê DAIŞ'ê li Nexweşxaneya MKU'yê tê dermankirin!
Endamê DAIŞ'ê li Nexweşxaneya MKU'yê tê dermankirin!,endamê,daiş,ê,li,nexweşxaneya,mku,yê,tê,dermankirin

Endamê DAIŞ'ê li Nexweşxaneya MKU'yê tê dermankirin!

A+ A-

NEDÎM TURFENT

HATAY (DÎHA) - Derket holê ku endameke DAIŞ'ê yê bi navê Muhammed Nuru yê li li Rojava birîndar bûyî li Nexweşxaneya Lêkolînê ya Zanîngeha Mustafa Kemal tê dermankirin. Tê gotin ku endamên DAIŞ'ê tenê nasnameya xwe diyar dikin û bêpere tên dermankirin. Hate hînbûn ku her roj 3-5 kes bi ambulansên 112'an ji sînor endamên çeteyan tînin nexweşxaneyê û derman dikin.

Dermankirina endamên Artêşa Suriye ya Azad (OSO) û endamên çeteyên rêxistinên girêdayî El Kaîdeyê li nexweşxaneyên dewlet ên Hatayê pêk tê di rojevê de cihê xwe digire wêneyên gihiştiye DÎHA'yê astan nîqaşan ber bi asteke din ve bir. Xebatkareke tendûrîstiyê yê ku ji ber ewlehiyê navê xwe nedayî wêneyê behsa wê tê kirin li beşa lezgînî ya Nexweşxaneya Lêkolînê ya Zanîngeha Mustafa Kemal (MKU) a li Kampusa Tayfur Sokmen hatiye kişandin. Li beşa lezgînî ya ku endamên DAIŞ'ê lê dimîne li ser cihê lê dirazê logoya Zanîngeha Mustafa Kemel balê dikişîne.

'Yê birîndar Endamê DAIŞ'ê Muhammed Nuru'

Xebatkarê tendûrîstiyê yê li Nexweşxaneya Lêkolînê ya MKU'yê dixebite diyar kir ku wêneyên kesê birîndar, wêneyê Endamê DAIŞ'ê Muhammed Nuru ye. Xebatkar anî ziman ku Muhammed Nuru yê birîndar endamê DAIŞ'ê yê ku li Rojava kurdan qetil dike û Kantona Kobanê dorpêçkirin e û wiha got: "Min ev wêne ancax li beşa lezgînî kişand. Karekî gelek bi rîsk e. Çend rojbûn ez li pey wêneyekê bigirim bû. Di beşa din a lezgînî de jî encamên çeteyan ên birîndar hene. Lê nemimkûne wêneyên wan bên kişandin. Ji ber ku hem qemere hene û hem û endamên ewlehiyê destûr vê yekê nadin. Ev endamê DAIŞ'ê yê birîndar e. Navê wi jî Muhammed Nuru ye."

Li nexweşxaneyê gelek endamên DAIŞ'ê yên birîndar hene

Xebatkar balkişand ser piştgiriya Tirkiyeyê ya li hemberî heman çeteyan û wiha axivî: "Divê êdî Tirkiye piştgiriya dide van çeteyan bi dawî bike. Em hemû ji vê yekê nerihet in. Ev çete li Kobanê jin û zarok hemû kurdan qetil dikin. Ev kes teqez şervan e. Ji ber bi keçê birîndar bûye û destê wî yê çepê jî tuneye. Niha li beşa giran tê girtin. Li beşên din jî birîndar hene." Xebatkar bang li hemû kesî kir ku hemû kes li hemberî vê yekê baldar be û raweste, kir.

'Rojê 3-5 kes bi ambulansên 112'an ji sînor digirin û tînin'

Xebatkar, da zanîn ku ji Suriyeyê her roj birîndaran tînin nexweşxaneyê û wiha pê de çû: "Rojê herî kêm 3-5 kes bi ambulansên 112'an ji sînor tên girtin û tinin vir û derman dikin. Lê piranî kesên sivîl in an şervan in em nizanin. Jixwe ji ber tirsê tu kes jî dengê xwe dernaxe. Di encamê de Nexweşxaneya Dewletê ye. Ji bilî kesên tînin vir, gelek kesên din ên birîndar dibin nexweşxaneyên din. Weke min got tu qeydên wan neyên girtin û ji ber vê yekê hejmareke zelal û an jî ayîdî kijan rêxistinê ne em nizanin."

'Agahiya nasnemeyê dide û bêpere derman dibe'

Hem li gorî agahiyên xwendekarên li derdor Kampusa Tayfun Sokmen dijî û hem jî li gorî vegotinên xebatkarên tendûrîstiyê pirtgiriya Tirkiyeyê ya ji çeteyan re piştrast dike. Disa xwendekarek Tipê yê ji ber ewlehiyê nexwest navê xwe bide têkildarî mijarê de wiha axivî: "Endamên DAIŞ û OSO'yê gelek caran tînin Nexweşxaneya Lêkolînê û li wir derman dikin. Berê forma qeydê digirtin. Lê di demên dawî de şervanên tînin tenê nav, paşvan, navê bav, cihê lê hat dinê dibêjin û bê pere derman dibin. Ez bêjim bi hinceta ewlehiyê ayîdî kîjan rêxistinê ne nanivîsin. Hem em û hem jî gelê Hatayê ji vê yekê gelek nerihet e. Lê ligel vê yekê dewlet li vir dermankirina van mîlîtanan didomîne."

Wezaretê jî qebûl kiribû

Li aliyê din Wezîrê Tendûrîstiyê Mehmet Muezzînoglu, bersiva pêşniyaznameya Parlementera Wanê Aysel Tugluk a ku derbarê îdîayên endamên OSO û El Nusra li Hatayê tên dermankirin da û îdîa nederewandibûn û gotibû "Em kesên tên dermankirin lêpirsîna wan nakin" û îdîa qebûl kiribûn.

(bd)