1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Endamê JÎTEM’ê: Me Nazim Babaoglû kuşt
Endamê JÎTEM’ê: Me Nazim Babaoglû kuşt,endamê,jîtem,ê,me,nazim,babaoglû,kuşt

Endamê JÎTEM’ê: Me Nazim Babaoglû kuşt

Derket holê ku welatiyekî bi navê Aydin Sevinç yê li Girtîgeha Tîpa E ya Erziromê dimîne nameyek ji Baroya Rihayê re şandiye û diyar kir ku, ew endamê JÎTEM'ê ye û bi fermana JİTEM'ê nûçegihanê Ozgur Gundemê Nazim Babaoglu qetil kiriye.

A+ A-

Derket holê ku welatiyekî bi navê Aydin Sevinç yê li Girtîgeha Tîpa E ya Erziromê dimîne nameyek ji Baroya Rihayê re şandiye û diyar kir ku, ew endamê JÎTEM'ê ye û bi fermana JİTEM'ê nûçegihanê Ozgur Gundemê Nazim Babaoglu qetil kiriye. Sevinç di nameyê de diyar kir ku, di sala 1993'an de di bin navê "Çeteya Dizan" de ji bo JÎTEM'ê dixebitî û wê demê i fermana JİTEM'ê Nazım Babaoglu revandin û piştre înfaz kirin.

Nûçegihanê Rojnameya Ozgur Gundemê yê Rihayê Nazim Babaoglu di 12'ê Adara 1994'an de li gel nûçegihanê Ajansa Anadolûyê ji bo nûçeyekê çû Sîweregê. Babaoglu li ser agahiya "Divê teqez hûn bên Sêwerekê nûçeyek gelek girîng heye" li gel nûcegîhanê AA'yê çûn Sêweregê. Nazim Babaoglu piştî çû Sêwerekê li ser rê di kontrola nasnameyan de ji aliyê leşkeran ve hate binçavkirin û êdî agahî jê nehat girtin. Babaoglu 19 salin winda ye. Malbata Nazim Babaoglu, wê demê serî li Serdozgeriya Sêweregê, Midûriyeta Polîsan ya Sêwerekê, Waliyê Rihayê û Parlementerê AKP'ê yê Niha yê Trabzonê T.Ziyaddin Akbulut dan, lê hemûyan ser bûyerê bincil kir û agahî veşartin.

Dema ku Nazim Babaoglu hat windakirin welatiyê bi navê Azîz Taşkaya ji bo ku aqûbeta birayê xwe Huseyin Taşkaya fêr bibe çû malbata Parlementerê wê demê yê DYP'ê yê Rihayê Sedat Bucak. Dema Taşkaya çû malbata Bucak dît ku Nazim Babaoglu li mala Bucake. Dozgerê Komarê yê Bi Rayeya Taybet ê Amedê 3 sal berê dîsa bûyer anî rojevê. Lê li gel ku 2 sal derbaz bûn hêj dozger lêpirsîn bi encam nekiriye. Azîz Taşkaya îfade dabû dozgerê bi rayeytê teybet lê dozger hêj di derbarê vê îfadeyê de tu gav neavêtine.

KUJER NAME ŞAND

Derket holê ku welatiyekî bi navê Aydin Sevinç yê li Girtîgeha Tîpa E ya Erziromê ku li Odeya E4 dimîne nameyek ji Baroya Rihayê re şandiye û li kuştina nûçegihanê Ozgur Gundemê Nazim Babaoglu mikur hatiye. Endamê JÎTEM'ê Sevinç, di nameyê de diyar kir ku di sala 1993'an de di bin navê "Çeteya Dizan" de ji bo JÎTEM'ê dixebitî û wê demê bi fermana JÎTEM'ê Nazim Babaoglu revandin û piştre înfaz kirin û definkirine.

Sevinç di nameyê ku di 29'ê Mijdara 2011'an de ji Baroya Rihayê re şand de anî ziman ku, ji ber kuştina Nazim Babaoglu ezaba wijdanî dikêşe. Sevînç ji bo bûyerê parêzerek ji baroyê xwest û anî ziman ku, dibe ku bête veguhestin. Sevinç ku salek û 3 meh berê name şandibû niha nayê zanîn ku li kijan girtîgehê ye.

JÎTEM'Ê FERMAN DA

Sevinç da zanîn ku wî li ser fermana JÎTEM'ê Babaoglu revand û piştre înfaz kirin. Sevinç da zanîn ku, wî di sala 1993'an de di bin navê "Çeteyê Dizan" de ji bo JÎTEM'ê dixebitî û wiha got: "Wê demê me bi fermana JÎTEM'ê Nazim Babaoglu ku ji Rihayê bû, revand. Piştre hat înfazkirin û cenazeyê wî hat definkirin. Dibe ku ez her dem bêm kuştin. Min serî li Dozgerê Komarê yê Rihayê da. Lê dozgerê Rihayê nivîsa "Dosya li Dozgeriya Bi Rayeya Taybet a Amedê ye" ji min re şand. Ez niha ezaba wijdanî dijîm. Ez dixwazim rastiyan biaxivim. Ji ber vê yekê ez ji we bi lezgîn parêzerekî dixwazim. Ez dixwazim min bibin Dozgeriya Komara Bi Rayeya Taybet a Amedê û li wir daxwaza lêpirsînê vekim."

Dozgeriyê jî diyar kir ku, kopya heman nameyê li cem wan jî heye û Dozgerê Komarê yê Erziromê û Amedê diyar kirin ku, wan di çarçoveya lêpirsînê de bi Aydin Sevînç re hevdîtin pêk anîne. Dozgeriyê ji malbata Babaoglu re gotin li ser agahiyên Aydin Sevinç li hin deverên Rihayê kolandin kirine, lê di kolandinan de tu encam bi dest nexsitine. Birayê Nazim Babaoglu Îrfan Babaoglu jî diyar kir ku, Dozgerê Komarê yê Erziromê ji wan re gotiye "Ji xwe Aydin Sevinç mirovekî dîne. Aqilê wî ne li serê wî bû. Ew psîkopat bû."

ANF