Endamên HUDA-PAR'ê car din êrîş kirin
12:51 04.11.2013 1 / 10 BİLAL GUNDEM
'Satore xistin situyê wî û gotin 'Allahu ekber'
ÊLIH (DîHA) - Endamên HUDA-PAR'ê û endamên Hizbullahiyên ku êrîş pêk anîn û ciwanê 25 salî Ozcan Temel kuştin, derket holê ku êrîşî Nazar İnternet Kafe ya li taxa Petrolê jî kirine. Di êrişê de welatiyê bi navê Bilal Oguz bû şahid û diyar kir ku kesên êrîş pêk anîne teqez endamên HUDA-PAR'ê ne.
2 roj berê komek endamên ku dihat îdîakirin endamên HUDA-PAR'ê ne êrîşî welatiyan kir û di êrîşa çekdarî de ciwanê 25 salî Ozcan Temel hat kuştin. Derket holê ku di heman şevê de endamên HUDA-PAR'ê çalakiyek din jî pêk anîye. Xebatkarê Nazar Înternet Kafe Ethem Oguz diyar kir ku piştî Cafeya wî rastî êrîşê hat êdî kes naçe wir û wiha got: "Bi kevir, gule û satoran êrîşî dikana min kirin. Cam û alavê min tev şikandin. Gef li min xwarin. Şevê din ji aliyê komek endamên HUDA-PAR'ê ku ji 30-40 kesan pêk dihat bi satoreyan êrîş kir û wiha got: "Bi çek û satoreyan ketin kargeriyê. Qapût û çeketên reş li xwe kiribûn. Gelek jê çekdar bûn. Kesên di 90'an de ev bûyer pêk dianîn dîsa dixwazin bûyerên nû pêk bînin."
'Satore xistin qirika min'
Xizmê xwediyê Cafeyê Bîlal Oguz jî daxuyand ku koma ketin hundirê cafeyê êrîş pêk anîn û wiha got: "Dema êrîş kirin nêzî 15 kes di hundirê kafeyê de hebû. Êrîşî me kirin. Satore xist qirika hin hevalê me û gefên mirinê li wan xwar. Satore xist situyê wan û gotin "Allahu ekber", "Dawiya we hemûyan birin e" Kesên êriş pêk anîn teqez endamên HUDA PAR'ê bûn Em hemû êrîşkaran nas dikin. Piştî bûyerê me bang li polisan kir, lê polîs piştî 45 deqîqe şûnde hatin cihê bûyerê."
(mae)