Endamên me pirtûkên xwe werdigirin
Wekî tê zanîn, meha borî Amîda Kurd kampanya "binivîse û pirtûka xwe wergire" da destpêkirin. Li gor vê yekê endamên malpera me, yên nû dema 5 gotaran, yên kevin dema 10 gotaran binivîsin û biweşînin, dê pirtûkekê wergirin. Ev kampanya di sala 2013'an de jî, heta dawiya salê derbasdar e. Agahiyên Zêdetir.
Di çarçoveya kampanyayê de endamên me yên ku meha borî bûn endam û gotarên xwe weşandin, pirtûkên xwe wergirtin. Li gor kampanyayê dê 20 kesan pirtûk wergirtina, lê ji ber ku hindik kesan nivîsên xwe weşandin, kesên endamên ku hindik nivîsandin jî pirtûkên xwe wergirtin. Hinek endamên ku dereng mane jî dê di rojên pêş de pirtûkên xwe wergirin. Ji bo meha dawî ya sala 2012'an navê endamên ku pirtûk wergirtin, li jêr in.
Mamoste Marûf
Rûken Sarili
Jan Çiya
Hemed Elî Qoserî
Jîr Jan Amedî
Umit Esen
Xelatên Vê Mehê
Di meha yekem a sala 2013'an de em ê pirtûkan bidin 20 endamên xwe. Endamên me kîjan pirtûka Dilawer Zeraq û Kawa Nemir bixwazin dê vê mehê wergirin. Endamên kevin 10 gotar, yên nû 5 nivîsên xwe biweşînin dê pirtûkên xwe vê mehê wergirin.
Pîvan û rêziknameya kampanyayê bixwînin, lê em pîvanan zêde naşidînin, armanca me ya bingehîn teşwîk kirina nivîskarên nû ye.