1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Endamên Meclîsê çûn serdana gundan
Endamên Meclîsê çûn serdana gundan,endamên,meclîsê,çûn,serdana,gundan

Endamên Meclîsê çûn serdana gundan

Endamên Meclîsa Giştî ya Bajarê Colemêrgê çûn serdana gundan

A+ A-

Endamên Meclîsa Giştî ya Bajarê Colemêrgê çûn serdana gundên girêdayî Colemêrgê û ji bo pirsgirêkên gundiyan dijîn û xîzmetên heta niha hatine kirin tespît kirin. Endamên meclîsê li gundên Betkar û Qewalê pirsgirêkên gundiyan guhdar kirin û ji bo tespît û çareseriya pirsgirêkan jî formeke agahiyan ku ji 18 pirsan pêktê dan gundiyan û ji wan xwestin ku formê tijê bikin.

Endamên Meclîsê Bajarê Bajar a Colemêrg Ahmet Korkmaz, Selahattîn Kurt û Îsa Bor çûn serdana gundên li qûntarên Çiyayê Kato yê ku di navbera sînorên navçeya Bêşebab a Şirnexê û Colemêrgê ye û pirsirêkên gundiyan guhdar kirin. Endamên meclîsê li gundên Betkar û Qewalê bi keya û gundiyan li hev civiyan û derbarî forma agahiyan a derbarî tespît û çareseriya pirsgirêkan a ji 18 pirsan pêktê agahî dan. Alîkarê Serokê Meclîsa Bajêr ê BDP'î Ahmet Korkmaz, da zanîn ku ji bo xebat û pirsgirêkên li 35 gundên ku girêdayî navenda Colemêrgê ye di cih de bibînin diçin serdana gundan û formên agahiyê yên ji aliyê meclîsê hatiye amadekirin didin keyayên gundan û ji wan dixwazin tije bikin.

Ji bo 105 cihên cîwarbûnê mîlyon û 900 hezar TL tahsîsat hatiye veqitandin

Korkmaz da zanîn ku îsal ji bo 35 gund û zêdetirî 70 mezrayên ku girêdayî navenda Colemêrgê mîlyon û 900 hezar pere dane Yekîneyên Xîzmeta Gundan û wiha got: " Gelo bi evqas pereyan em ê xîzmetê bibin kîjan gundî ? Serokwezîr her dema ku derdikeve dibêje 'Em ê gundên bê av, bê rê û bê pir nehêlin'. Lê ev pereyên ku dişînin û gotina serokwezîr hev nagirin. Çewtiya gotinên serokwezîr ji vir diyar e. Dema em vî forma agahiyan didin keyayan û bi welatiyan parve dikin, ji rê destpê dikin mîna serav, av û hwd. 10 pirsgirêkên lezgîn rêz dike. Me îro riyên gundan dît, bi rastî jî mirov nikare ji wan bêje rê ye."

'Xîzmet çêdibe lê têrî nake'

Gundiyê bi navê Yusuf Taş da zanîn ku ew ji bo serdana endamên meclîsê kêfxweş in û diyar kir ku xîzmet her cend çêdibe jî lê têrî nake. Taş bilêv kir ku xîzmetên ku têne kirin ji ber nayên şopandin nîv dimîne û kêmasî derdikevin holê û wiha got: " Ji bo gundan tahsîsatekî baş nayê veqitandin. Li gundê me hewceyî 2 kanalên avê heye. Heta îra me gelek caran ji bo vê yekê serî lê daye lê çareser nebû. Berê ji bo gundê me depoya avê çêbû, lê ji ber ne baş hatibû çêkirin em nikarin bikar bînin." Taş anî ziman kir ku ev 7 sal in vegeriyane gundên xwe û ligel hemû kêmasiyan ew ji bo ku vegeriyane gundên xwe kêfxweş in. Taş wiha dawî li axaftina xwe anî: "Tiştê ku me dixe nava fikaran tenê ew e ku operasyon ji nû ve destpê bikin. Em dibihîzin ku gelek leşker sewqî herêmê dikin. Lê leşkerên ku anîne niha li Qereqola Peyanîsê didin sekinandin. Hîn nehatine vir. Heke me rihet bihêlin em ji jiyana gundî xwe mennûn in."

(ab)