Endamên Partiya Hur Dava: Em ê vegerin salê 1990'î
AMED (DÎHA) - Şevê din nêzî 400 kesên ku tê gotin endamên Partiya Hur Dava ne êrîş li hemwelatiyên taxa Şehîtlikê kirin û di encama êrîşê de 7 kes birîndar kirin. Hemwelatiyek ku nexwest navê xwe bide, diyar kir ku êrîşkaran gef li wan xwarin û wiha axivî: "Êrîşkaran di heman demê de dijûn li me kirin û gotin ku 'Em ê careke din vegerin salên 1990'ê'"
Duh piştî fitarê li taxa Şehîtlîk ya Amedê, kesên ku tê gotin endamên Partiya Hur Dava ne êrîşî Komeleya Welatiyên Azad û qehwexaneyek kirin. Di heman demê de nêzî 400 kes du caran li taxê kom bûn û bi sator û kêran êrîş li hemwelatiyên derdorê jî kirin. Di encama êrîşên endamên Partiya Hur Dava camên gelek qehwexane hatine şikandin û jê 2 endamên DOKH'ê 7 hemwelatî bi taybetî jî jin ji cihên xwe yên cuda birîndar bûn. Hin hemwelatiyên bi satoran hatin birîndarkirin ji aliyê malbatan ji destê êrîşkaran hatin rizgarkirin. Her wiha hat hînbûn ku êrîşkaran ji jinan re "Hûn çima li vê derê ne" gotine û bi taybetî heqeret li jinan kirine. Di heman demê de polîsan li cihê ku êrîşan bide sekinandin dengê xwe ji wan re dernexistin. Polîsan bi bombeyên gazê û bi ava şid êrîş li hemwelatiyan kir. Hevseroka Partiya Herêman a Amedê Zubeyde Zumrut û Hevseroka Kongreya Civakî a Demokratîk (KCD) hema hema li rastî êrîşan dihatin. Di taxê de hê gelek maşînên zirxî û TOMA disekinin.
'Pêvajoya dîyalogê aciz in'
Hemwelatiyeke şahidê êrîşê ku nexwest navê xwe bide behsa bûyerê kir û da zanîn ku ew di mal de bûne û bi dengê caman derketine derve. Hemwelatî, destnîşan kir ku ew kesên ku hatine wê derê endamên Hîzbûllahê bûne û bûyerê vegot: "Piştî çend deqîqeyan hevjînê min derket derve û dît ku êrîşkar bi erbeyan hatine wê derê. Nêzî 400 kes hatin li ber Komaleyê û caman anîn xwarê. Me piraniya wan kesan nedinasî. Malên me jî dan ber keviran û heya derengiya şevê ev berdewam kir." Hemwelatî, destnîşan kir ku dema guleyan jî bihîstine û wiha berdewam kir: "Li vir bi kamerayên xwe hatin û ji me re jî dan cêran. Her wiha ji me gotin ku em ê dîsa vegerin salên 1990'î." Ciwanek jî da zanî ku ev êrîşên ku tên kirin li hember pêvajoya ku ji aliyê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ve hatiye destpêkirin in û wiha got: "Ji pêvajoyê gelek aciz bûne. Kesên ku hatin vê derê jî ne ji Amedê bûn. Hemû ji deverên din hatibûn. Dîsa dixwazin wek salên 1990'i li vir xwîn birije û qetlîaman pêk bînin.
(gka-mo/bd)